Sunday, February 7, 2010

FERMANDARÊ HPG'Ê NÛRETTÎN SOFÎ:NÎQAŞÊN JI BO ÇEKDANÎNÊ, ENCAMA NIYETÊN XERAB E

FERMANDARÊ HPG'Ê NÛRETTÎN SOFÎ:NÎQAŞÊN JI BO ÇEKDANÎNÊ, ENCAMA NIYETÊN XERAB E

Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG'ê Nûrettîn Sofî nîqaşên ji bo çekdanînê, weke hewldaneke niyeta xerab nirxand.

Sofî bi bîr xist ku sedemên çek-hilgirtinê ji holê ra nebûne û pirsa 'di rewşeke wiha de jî, wê çima çek bên danîn', kir?


Nûrettîn Sofî ji ajansa nûçeyan ANF'ê re axivî û der barê rewşa gerîla û nîqaşên ji bo çekdanînê de, peyamên girîng dan.

Sofî bal kişand ser nîqaşên derbarê gerîlayan de û got, sedema evqas nirxandin û nîqaşên şaş, tê wê wateyê ku sedema hebûna gerîla rast nehatiye fêmkirin.

Fermandarê HPG'ê Nûrettîn Sofî bi bîr xist ku dema wan çek hilgirtine de, hebûn û tinebûna gelê kurd dihat nîqaşkirin û got: "Tevgera azadiyê, li hemberî sîstema tinekirin û înkarê ya li dijî gelê kurd, çek hilgirtine."

Sofî terora girtinê, konsepta tesfiyekirinê û pêkanînên li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, weke mînak nîşan dan û anî ziman ku şertên rahiştina sîlehan hê, ji holê ranebûne.

Nûrretîn Sofî piştî van mînakan, nîqaşên ji bo çekdanînê, weke encama niyeteke xerab nirxandin û got, "heta sedema çekhilgirtinê ji holê ranebe û mafên kurdan misoger nebin, gerîla wê bi rola xwe têbikoşe."

No comments:

Post a Comment