Çalakiyên şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi rojan e destpêkirine, dewam dikin..
Şevê din, li Edenê, ciwanan li dijî komployê xwepêşandan li dar xistin..
Çalakî li taxên Edenê Şakîrpaşa, Karasu, Dağlıoğlu, Gülbahçesi û Barbarosê pêk hatin..
Ciwan bi armanca şermezarkirinê li van taxan kom bûn û bi gotina sloganan dest bi meşê kirin....
Lê li taxa Şakirpaşayê, polêsan bi bombeyên gazê êrîşî çalakgeran kir...
Ciwanan jî, bi molotofan bersiv da êrîşa polêsan û şer û pevçûnan li kolanan heta derengiya şevê dewam kir..
Li taxên Karasu û Gülbahçesî jî, ciwan ber bi herêma eskerî ve meşiyan...
Li hemberî êrîşa hêzên dewleta tirk jî, ciwanan xwe bi molotofan parastin.
Li taxa Barbarosê ciwanan, li ser riya Kolana Newrozê bend danîn û rê li çûnûhatinê girtin..
No comments:
Post a Comment