Sunday, February 7, 2010

Xizmên Windayiyan belge nîşanî kesên dibêjin 'JÎTEM tune ye" dan

Li Amed, Êlih û Rihayê Şaxên ÎHD û malbatên windayiyan, di çarçoveya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" çalakiyên rûniştinê dom kirin.
Li Amed, Êlih û Rihayê Şaxên ÎHD û malbatên windayiyan, di çarçoveya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" çalakiyên rûniştinê dom kirin. Li Amedê malbatên beşdarî çalakiyê bûn belgeyên ku hebûna JÎTEM'ê dide îspatkirin nîşanî kesên "JÎTEM tune" dan.

AMED

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û rêveberên MEYA-DER û xizmên windayiyan di çarçoveya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya Parqa Koşuyolû 52'emîn çalakiya rûniştinê pêk anî. Di çalakiyê de malbatan wêneyên windayan hilgirtin û dovîzên ku belgeyên hebûna JÎTEM'ê dide îspatkirin ên bordroyên meaşê îtîrafkarê JÎTEM'ê Abdulkadîr Aygan a "JÎTEM tune ye, ha ji were belge" vekirin. Vê hefteyê çîroka Yavuz Erturk ê ku 11 sal berê ji aliyê Komandoya Çiyê ya Bolu ve hatibû revandin hate vegotin. Sekreterê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Burhan Zorooglu, diyar kir ku pêwiste buyerên tarî bên ronîkirin û wiha got: "Di salên 1990'î de mirov hatin windakirin û kuştin, malbatên wan dixwazin bên dîtin û kujer bên darizandin.

Windakirina 11 gundiyan

Rêvebera ÎHD'ê Necîbe Guneş, jî anî ziman ku Fermandariya Komandoya Boluyê û Tûgaya Kayserî her diket kijan gund vala dikirin û dişewitandin. Di 9'ê cotmeha sala 1993'an de li Navçeyên Lîce û Pasûrê operasyon pêk anîn û 50 gundi binçavkirin. 11 gundî hatin windakirin."

Piştî daxuyaniyê 5 deqeyan çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.

RIHA

Li Rihayê jî rêveberên ÎHD'ê û xizmên windayan li ber Kargeriya Karakoyun daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de aqîbeta Rojnamegerê Rojnameya Ozgur Gundemê Nazim Babaoglu hate pirsîn. Birayê Babaoglu Cemal Babaoglu xwest ku endama aqibeta birayê wî bê zelal kirin û agahiyekê bistînn. Piştî daxuyaniyê 10 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn.

ÊLIH

Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê jî bi armanca windayî bên dîtin, li Kolana Gulistanê daxuyanî dan çapemeniyê. Parlementerê BDP'ê yê Êlihê Bengî Yildiz, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Êlihê Mehmet Şah Kaygusuz, Cîgirê Şaredar Serhat Temel, Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê û xizmên windayiyan beşdar bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Bila windayî bên dîtin, kiryar bên darizandin" vekirin. Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Nîhat Ekîncî, diyar kir ku pêkutiyên li girtîgehan, kuştina zarok û revandin şermezarkir û xwest ku demildest dest ji van pêkutiyan bê berda. Ekîncî, anî ziman ku heya berpirsiyarên bûyerên kiryar nediyar bên darizandin dê têkoşîna xwe bidominin.

No comments:

Post a Comment