04/02/2010 |
Avigdor Lieberman |
Di gotarekê de li zanîngeha Bar- Îlan, wezîrê derve Avigdor Lieberman bi tûndî bersiva gotinên serokê Sûrî da ku gotibû Îsrael aştî nevêt û herêmê ber bi şerî dibe.
Wezîrê derve got gotinên birêz Esed li roja Çarşemê gefeka rastewxwe bû dijî Îsraelê. Wî got ew piştevaniya aştiyê dike ligel Sûryayê, hindî ew welat êdî basê vegerandina berzayîyên Golanê neket.
Îsrael li şerê binavê şerê şeş-rojî li sala 1967ê, Golan ji Sûrîyayê sitand û kontrol kir û kire deverek ser bi Îsraelê ku ji layê civaka nêvneteweyî ve pênas pê nahêt kirin.
Her wisa serokwezîrê Îsraelê Benjamin Netanyahu rexne li gotinên birêz Esed girt û got berovajîya rastî yê ne.
No comments:
Post a Comment