Thursday, February 4, 2010

Ji bo girtiyê Nexweşiya Çolyakê banga bihestiyariyê

Ji bo girtiyê Nexweşiya Çolyakê banga bihestiyariyê
Malbata girtiyê bi Nexweşiya Çolyakê Nesîmî Kalkan ji ber ku hefteya borî roja înê rewşa wî giranbû rakirine nexweşxaneyê û xwast kurê wan serbest bê berdan û banga bihestiyariyê kir.

Girtiyê bi navê Nesîmî Kalkan 18 sal berê li Bursayê bi hinceta "Rêveberê PKK'ê ye" hatibû girtin û cezayê mueberê xwar. Kalkan, niha li Girtîgeha Tîpa M a Mêrdînê dimîne. 5 sal berê teşhisa "nexweşiya çokyak" lê hate kirin. Ji ber nexweşiyê divê Kalkan bi taybetî bê parastin û dermankirin. Hefteya borî rewşa wî giranbû û rakîrine Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Hate zanîn ku ji ber baş nehatiye dermankirin, êşa rêviyên wî zêdebûye û zikê vî perçiviye.

Birayê Kalkan, Yusuf Kalkan diyar kir ku bijişkan ji wan re gotiyê dermankirina vê nexweşiyê li girtîgehê nayê kirin û kesên nexweş heya dawiya umrê xwe divê danê glutensiz bê xwidankirin. Kalkan, anî ziman ku ji bo ku dermankirina birayê vî bê kirin divê bê berdan û wiha got: "Girtiyên Ergenekon ji ber nexweşiyên wan tên berdan. Lê bi salane birayê min bi vê nexweşiyê dijî û rewşa vî her diçe giran dibe lê nayê berdan. Di serî de rayedarên Wezareta Dadê û yên dewletê temaşeyî vê rewşê dikin." Kalkan, bang li rayagiştî û rêxistinên civakî kir ku bihestyar bin.

Parlementera BDP'ê ya Şirnexê Sevahîr Bayindir jî ji bo ku Nesîmî Kalkan bê dermankirin û baş bê xwedankirin mijar biribû Meclîsê.

Nexweşiya Çolyak çiye?

"Glutein" ji ber ku laş bertekan nîşanî proteînan didin ev nexweşî pêk tê. Proteîna Gluteînê, di nava çeh, xenim, çawder û şerabokê de peyda dibe. Nexweşiya Çolyakê ji di nav van xwarinan de derbas dibe. Ev nexweşiye di roviyên zirav de derdikeve holê, dîwarên roviyên stur rast dibin û mijandina danan nayê kirin. Divarên riviyan wekî xawliyekê bi gîre ye. Bi riya van gîreyan roviyên zirav mijandina danan dike û tevlî xwînê dike. Ji ber nexweşiya çoylakê ve bi girê winda dibin û riviyên zirav rast dibin û nexweşî dest pêdike. Sedemên nexweşiyên hinek evin: zik êrşan û xwêdan, îshal, qelsbûn, anemî, êşa hêstiyan, westiyan, felç. Dermankirina vê nexwşiyê hêj bi rastî nehatiye pêk anîn.

No comments:

Post a Comment