04/02/2010 |
|
Gulistan TARA-BEHDÎNAN/ANF Koma Civakên Kurdistanê (KCK) daxuyaniya xwe ya têkildarî pêvajoyê ku raya giştî bi meraq li bendê bû, aşkera kir. Di deklerasyonê de israra ji bo çareseriya demokratîk hate nîşandan û ji bo çareseriyê gavên ku werin avêtin hatin rêzkirin. "Deklerasyona Aştî û Çareseriya Demokratîk" a KCK'ê ji aliyê Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Murat Karayilan ve bi beşdariya endamên Konseya Rêveber û Seroktiya Dîwanê ya KONGRA GEL bi civîneke çapemeniyê ji raya giştî re hate aşkerakirin. KCK'ê di deklerasyona xwe de ragihand ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, çareseriyeke mayînde ya pirsgirêka kurd û lihevkirineke civakî ya rast, pêwîstî bi esasgirtina sê xalên mîna kilîda çareseriyê heye. Ev xal wiha hatin rêzkirin: "Netewa Demokratîk a ku tê de nasname ne serdest bin û xwedî cudabûn in; Welatê Demokratîk ê ku tê de welatê tu civakên lê dijîn nayê înkarkirin; Komara Demokratîk a mafên siyasî û netewî yên civakan tê naskirin." Karayilan ku bi berfirehî bal kişand ser gavên aliyê kurd ên ji bo çareseriyê di destpêka daxuyaniya xwe de got, "Ji bo li Rojhilata Navîn aramî û demokrasî bi pêş bikeve û berjewendiyên hevpar ên gelên herêmê çareseriyeke adil û demokratîk a pirsgirêka kurd êdî ketiye rewşa mecbûriyetekê." ‘GOTIN LAWAZÎ YE’ Serokê Konseya Rêvber a KCK'ê Murat Karayilan ku agirbestên yekalî yên di salên 1993, 1995, 1998, 1999, 2006 û 2009'an de rêz kirin, destnîşan kir ku dewleta tirk her tim ev fedakariyên ji bo aştî û çareseriyê wekî lawaziya Tevgera Azadiya Kurdistanê nirxandine û xistine hinceta êrîşên tunekirinê û konseptên tasfiyeyê. Karayilan encama hilbijartina 29'ê Adarê ya bi serkeftina gelê kurd bi encam bû jî bi bîr xist û ragihand ku ji bo vê serkeftina siyasî wergerînin pêvajoyeke siyasî ya zemînê çareseriyê were avakirin wan biryara bêçalakîbûnê dabû. Karayilan her wiha diyar kir ku ev yek jî ji aliyê dewleta tirk û hikûmeta AKP'ê ve mîna derfeta tasfiyeyê hatiye nirxandin û têkildarî plana AKP'ê ya bi navê 'vebûnan' ku tasfiyeyê ferz dike de wiha axivî: "Beramberî bang û gavên me yên aştiyane ji bo çeresreiyê dewleta tirk bersiveke erênî neda. Hikûmeta AKP'ê li dewsa ku ji polîtikaya bi 29'ê Adarê re îflas kir dersê derxe û dawî li siyaseta tunekirin û înkarê bîne, heman siyaset bi navê 'vebûn' û bi taktîkên cuda esas girt. Di pêvajoya derbas bû de derket holê ku AKP dixwaze di bin siya qaşo ‘pirsgirêkê dixwaze çareser bike’ de planên tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê dimeşîne. Beramberî biryarameya bêçalekîbûnê ya 13'ê nîsanê jî berdewamkirina operasyonan û bi 14'ê nîsanê re hedefgirtina hemû nûnerên rewa û demokratîk ên kurd îsbata vê yekê ye." PLANA TASFIYEY Karayilan her wiha girtina partiyên kurd û terora li ser siyasetmedar, parazvanên mafê mirovan, kelepçekirina wan û zexta li ser gelê kurd bi berfirehî ragihand û armanca van êrîşan jî mîna, "Ev rewş tev bi mabesta şikandina îradeya kurdan, çewisandin, parçekirin û di qada siyasî de ji holê rakirina xeta azadiyê ye. Bi vê yekê dixwaze zemînê çareseriyê bi tevahî ji holê rake. Di bin vê yekê de jî dixwazin tevgera gerîla bê destek bihêlin û bi operasyoneke leşkerî ya di sala 2010'an de Tevgera Azadiya Kurdistanê bi temamî tasfiye bikin." XETA NOKERIYÊ Karakiyan di deklerasyonê de polîtikayên hikûmeta AKP'ê nirxandin û destnîşan kir ku li hember Tevgera Azadiya Kurdistanê xeta alternatîf a kurdên nokerên xwe bipêş dixin. Disa hate destnîşan kir ku hewl tê dayin di navbera hêzên kurd e bi taybetî bi hêzên başûrê Kurdistanê re nakokiyan biafirînin. Her wiha hate diyarkirin ku ji bo bicîh anhina van planan jî ji hêzên navnetewî destek tê girtin. Karayilan got, "Pirsgirêka kurd tevî ku pirsgirêkeke civakiye jî hikûmet dixwaze bi pêngaveke leşkerî ya polîtikayên psikolojîk, diplomatîk, civakî û aborî temam dike re encamê bigire. Ev jî tê wateya şerekî berfireh. NEXŞERIYA OCALANKarayilan deklerasyona aşkere kir de diyar kir ku ew di çerçoveya Nexşeriya Rêberê Gelê Kurd a ji bo çareseriyê pêşkêş kiribû de nêzî mijarê dibin û banga li gor vê yekê tevgerê hati kirin. Têkildarî mijarê wiha hate berdewam kirin: "Polîtikaya dewleta tirk ya bi pêşengiya hikûmeta AKP'ê ku bi şerê psîkolojîk tê meşandin gihiştiye noqteyeke pir xeter. Di zext û herîşa li dij gelê kurd de her sînorê tehamûlê hatiye derbas kirin. Tevî hemû bangên gelê me û tevgera me jî bi rûmeta me ya civakî dileyizin, nûnerên gelê me tên biçûkxistin, dayik û zaro li kolanan dibin hedefa êrîşan, tên qetilkirin û bi gişthi kirinên ku bi tu awayî vîcdan nikare qebûl bike mîna kirinên rawa û jirê tên meşandin. Ev polîtiya dibe ku encamên ku ticare nikaribin werin telafîkirin biafirîne. Lewma em bang li dewlet û hikûmeta tirk dikin ku dawî li vê polîtiyê bîne û di çerçoveya nexşeriya Rêbertiya me pêşkêş kir de nêzî pirsgirhekê bibe."BANGA HEWLDANÊKCK'ê di deklerasyona xwe de ji bo afirandina zemînê çareseriyê û pêşxistina pêvajoyê bang li hêz, sazî û dezgehên demokratîk kir ku rola xwe bileyzin. Di banga KCK'ê de wiha hate gotin: "Hemû hêsên demokrasiyê, çepgir, sosyalîst, derdorên demokratîk ên lîberal, yekîtiyên eleviyan û derdorên îslam a demokratîk divê mîna sîwaneke berfireh inisîyatif bigire û wek tevgera demokrasiya Tirkiyeyê karibe di çeresrkirina pirsgirêkê de rola bingehîn bigire ser xwe. Tevgera Azadiya Kurdistanê gihiştiya merheleya herî girîng a dîroka xwe. Mêtîngeriya ku li dij doza gelê me ya mafdar bêzar bûye siyesata xwe ya înkar-tinekirinê vedişere û dixwaze di nava civaka kurd de cûdabûnê biafirîne û parçe bike. Li hemberî vê yekê divê li hemû parçeyên Kurdistanê hêzên kurd di nava xeteke hevkariya netewî ya demokrathik de ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka kurd berpirsiyariyên xwe bicîh bînin. rola girîng a dikeve ser milê siyasetmedarên başûrê Kurdistanê li ber çava ye. Li ser vê bingehê em bang li tevahiya hêzên kurdistanî dikin ku siyaseta xeternak û bêbext a hikûmeta AKP’ê bibînin, nebin palpiştê vê siyasetê û di nava hevkariyeke mezintir de ji bo çareseriyeke aştiyane ya bi rûmet hêza xwe bikin yek. Hemû hêzên navneteweyî yên ku berjewendiyê wan ji aramî û aştiya herêmê heye jî em bang dikin ku destekê nedin polîtikayên dixwazin dijwariyê ferz bikin û ji bo çereseriya aştiyane û demokratîk hêzê bidin. Divê bê zanîn ku gelê Kurdistanê biryar a jiyaneke azad a demokratîk daye. Ji bo vê yekê jî îrade û fedakariya pêwist nîşan daye. Gelê me ku ji bo jiyaneke azad û birûmet fedakariyên mezin nîşan dane li hember hêza wê ya ku di şexsê KCK'ê de bisazî bûye dê tu rêbaza êrîşê nikaribe biser bikeve. Gelê me û tevgera me dê nîşanî herkesî bide ku xwedî wê hêzê ye û dikare bi rihekî berxwedanê yê bilind bersivê bide her cûre êrîşê. 4 şertên çareseriyê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ji bo rêvekirina li zemînê çareseriyeke aştiyane ya mayînde di deklerasyona xwe de gavên ku pêwîst in di destpêkê de werin avêtin bi çar xalan rêz kirin: 1- Ji bo pêşxistina pêvajoyê dualî bêdengkirina çekan ferz e. Bêdengkirina çekan ya aliyekî û mîna derfetê bêhtir xistina dewreyê ya çekan tu sûdê nade pêşketina pêvajoyê. Çiqas navê 'vebûna demokratîk' lê were kirin jî, heta dualî çek neyên bêdengkirin û bi rijîna xwînê re bi tu awayî nikare gav bên avêtin. Lewma divê dawî li operasyonên leşkerî û siyasî bê anîn. 2- Mijareke din a girîng jî ev e; hemû siyasetmedarên demokratîk ên kurd ku ji 14'ê nîsanê ve hatine girtin divê yekser serbest werin berdan. 3- Aktorê bingehîn ê di çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd e û di pêşxistina aştiyê de Rêberê Gelê Kurd e. Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a li ser bingehê wekheviya gelan derfetek e. Divê ev rastî li ber çavan were girtin û li ser bingeha ku karibe rola xwe ya çareseriya siyasî û demokratîk bilîze mîna gava destpêkê di statuya 'binçavkirina li malê' de were hiştin. 4- Bêyî ku bi kurdan re were guftûgokirin pirsgirêka kurd çareser nabe. Her civak xwedî hêza siyasî ya nûnertiyê ye. Ji bo çareseriya demokratîk pêwîst e di navbera aliyan de destpêkirina muzakereyan û pêşxistina pêvajoyê weke hedef bê destnîşankirin. BEHDÎNAN/ANF |
Thursday, February 4, 2010
Ji KCK’ê 4 şertên çareseriyê
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment