04/02/2010 |
|
Nasnameyên 9 gerîlayên ku di navbera1992-1999’an de di pevçûnên navbera Artêşa Tirk û PKK’ê de derketiye de jiyana xwe ji dest dane hatin aşkerakirin. Der barê mijarê de Komîteya Şehîdan a KCK’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku şehîdên wan dê heta dawî di dilê gel de bijîn û ew ê bîranîna wan di têkoşîna xwe de bidin jiyandin. Her wiha hate daxuyandin ku ew ê heta dawî ji bo pêkanîna armanca hevalên xwe têbikoşin. Ji bo vê yekê bersiva herî rast jî gelekî azad û welateke azad e. Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Wan ji me ne gor, welatekî azad xwest. Ji ber vê yekê jî abîdeya herî mezin a ku em ji bo wan ava bikin li navenda Rojhilata Navîn avakirina Kurdistaneke azad û gelekî azad e. Abîdeya tekane ji bo şehîdên me ev e. Sonda me ya ku em tu caran jê venegerin jî ev e.” Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji bo ku êşên dayikên Kurdistanê bi dawî bibe ew ê di bin hemû şert û mercan de şerê fedaî bidin meşandin. Komîteya Şehîdan a KCK’ê der barê navên gerîlayên ku şehîd ketine de jî ev agahî dan: “Murat Yalçin (Diyar) ê di 1973’yan de li Pasûra Amedê ji dayik bûye û di 1992’yan de jiyana xwe ji dest daye. Serbest Adiyaman (Kendal) ê di 1971’an de li Farqîna Amedê ji dayik bûye û di 1993’yan de jiyana xwe ji dest daye. Metîn Ekîncî (Hakî) yê di 1970’an de li Farqîna Amedê ji dayik bûye û di 1992’yan de jiyana xwe ji dest daye. Abdullatîf Çager (Bargiran) ê di 1975’an de li Mêrdînê ji dayik bûye û di 1994’an de jiyana xwe ji dest daye. Ozcan Baysungur (Berxwedan) ê di 1970’an de li Pîrana Amedê ji dayik bûye û di 1995’an de jiyana xwe dest daye. Nîhat Ozbek (Çekdar Amed) ê di 1978’an de li Bismila Amedê ji dayik bûye û di 1999’an de jiyana xwe ji dest daye. Mehmet Şîrîn Bayram (Ozan) ê di 1970’an de li Licêya Amedê ji dayik bûye û di 1996’an de jiyana xwe ji dest daye. Abdulbakî Karagoz (Şoreş) ê di 1978’an de li Farqîna Amedê ji dayik bûye û di 1998’an de jiyana xwe ji dest daye. Ahmet Yildirim (Bager Şahan) ê di 1970’an de li Erxaniya Amedê ji dayik bûye û di 1997’an de jiyana xwe ji dest daye.” QENDÎL - ANF |
|
Thursday, February 4, 2010
Nasnameyên 9 gerîlayan hatin aşkerakirin
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment