Thursday, February 4, 2010

Di warê teknîkê de sînemaya kurdî qels e


04/02/2010

DÊRSIM OREMAR - HEWLÊR
Ji kerema xwe re tu dikarî xwe bidin nasandin?
Di sala 1980’yî de li gundekî nêzî şarê Mehabad bi navê Serçinar ji dayik bûme. Lê piştî ji dayikbûna min û destpêka şoreşa partiyên kurdistanî li Rojhilat, rejîma Îranê ji ber xebatên siyasî bavê min ji Mehabadê dûr xist û em bi neçarî li bajarê Tewrêzê bi cih bûn. Wê demê ez 20 rojî bûm.
Her çend dûrî welat jî be ez di malbateke welatparêz de perwerde bûm, xwendina xwe ya destpêkê, navendî û diwa navendî li Tewrêzê temam kir û heta 19 saliya xwe li wî bajarî bûm. Di wan 19 salan de min dema xwe bi xwendin li xwendingeh û xwendina pirtûkên kurdî derbas kir.
Piştî vê ji bo xwendina bilind (unîversite) di warê komputer û softwarê de çûm bajarê Hemedanê. Bajarê Hemedanê deriyek li pêşberî xewnên min vekir, li wê derê çalakiyên xwendekarên kurd di warên cuda cuda de hebûn, bi naskirina wan min jî dest bi xebata rojnamevanî û nivîsandinê kir. Ji ber wan xebatan ez û çend hevalên din bi qasî du hefteyan hatin binçavkirin, lê ji ber ku nekarin tiştek li ser me îspat bikin em serbest berdan. Çend hevalên min yên vê demê: Bêhzad Xoşhalî, nivîskar û wergêrê navdarê kurd, Hêmin Seîdî, Luqman Qurbanî, Gelawêj Ehmedî û çend kesên din bûn. Ku piraniya wan ji ber zextên rêjîma Îranê niha li derveyî welat in.

Çi bû sedem ku tu ber bi dinyaya fîlm û kurtefîlman biçî?
Piştî serbest berdana min, di sala 2001-2002’yan de min sînemagerê kurd, rêzdar Şehram Elîdî nas kir, axaftina me li ser gelek mijarên cuda, bi taybet pirsgirêka kurd çêbû. Wê demê Şehram karê kurtefîlman dikir, me bi hev re serdana çend bajarên Kurdistanê kir, Şehram gelek li ser sînemayê axivî, dikarim bêjim: handerê min ê sereke ji bo dinyaya sînemayê hevalê min Şehram Elîdî bû...
Bi naskirina Şehram, hestek li ba min çêbû, ez gelek li ser fikirîm û min his kir ku dikarim karê xwe di dinyaya sînemayê de berdewam bikim. Bi vî awayî ez ketim deryayek bêser û bin û erkek mezin û giran kete ser milê min. Min yekemîn karê xwe bi navê ''Komara Kurdistanê li Mehabadê'' bi awayê sînemayî çêkir, û Şehram karê edît û montaja wê berhemê kir. Lê rejîma Îranê bi wî karê me hesiya û destûr neda ku bi awayê giştî biçe ser ekranê, her wiha hemû materyalên wî fîlmî ji min standin û salek piştî wê ez neçar mam wê berhema sînemayî bi awayê rêzefîlman di 3 beşan de di kanalên kurdî de belav bikim.

Heta niha çend berhemên te weke fîlm û kurtefîlman çêbûne?
Ji sala 2003’yan heta 2009’an nêzî 40 berhemên min ên televîzyonê, kurtefîlm, dokumentar, fîlmên dîrokî (historical film) çêbûne.
Meseleya girîng ew e ku piştî çêkirina fîlmê li ser ''Komara Kurdistanê'' rejîma Îranê destûra çêkirina tu berheman li Îranê neda min û tevahiya wan berheman bi awayê nepenî hatine çêkirin.

Mijar û naveroka berhemên te bi piranî li ser çi ne?
Ez bi çavên insanî li dinyayê dinêrim, dixwazim cudatiya neteweyan pir reng nebe. Ji bo min cudatiyek di navbera kurd, tirk, ereb, farsan de nîne. Ew hemû însan in, di fîlmên xwe de ez bi dewletan re diaxivim, yanî muxatabên min dewlet e û ez rexneyên xwe arasteyi wan dikim. Ez ji felsefeyê gelek hez dikim û rengvedana wê yekê di berhemên min de diyar e. Di berhemên min de diyalog pir kêm bi kar tê, ez hewl didim di berhemên xwe de peywendiya bîner û wêneyan bi riya dîmenan be ne bi awayê diyalogê.

Heya çi radeyê mijara fîlmên te nêzî civak û rastiya jiyana li Kurdistanê ye?
Ez mirovekî realîst û humanîst im, tiştekî xwezayî û normal e ku ew tişt di fîlmên min de reng bide û berçav be. Di heman demê de ez kurd im, derdê miletê xwe dizanim, renc û xweşiyên wan his dikim, dîroka gelê xwe nas dikim. Armanc û hêviyên wan baş dizanim. Dîsa bandora wan tiştan jî li ser senaryo û fîlmên min de hebûye. Lê ez her tiştî di çarçoveya însanî, azadî, aştî û pêkvejiyana gelan de dibînim. Mixabin dewletên dagirker ji wan tiştan hez nakin.

Naveroka fîlmê ''biyografiya bombeya atomê'' li ser çi ye?
Li ser çêkirina bombeya atomê ye, ew zanyarên ku di wî fîlmî de hene di tu dokumentên din de nînin, min ji bo çêkirina wî fîlmî gelek zehmet kişand her wiha senaryoya wî fîlmî gelek zeman bir. Ji bo nivîsandina senaryoya wê dokumentê gelek hevalan alîkarî dan min û zanyarên gelek balkêş ji arşîva wezareta derveyî Amerikayê derxistin, ew fîlm behsa her tiştê der barê çêkirina bombeya atomî dike.

Weke sinemagerekî kurd tu rewşa sînemaya kurdî çawa dibînî? Giriftên pêşberî sînemager û derhênerên kurd çi ne?
Gelek tiştên baş û xirabên sînemaya kurdî hene, ez bi giştî sînemaya kurdî depress (xemok) dibînim, ew zatê jiyana kurdan e, ji ber wê jî derhêner û sênarîstnûs nikarin wan tiştan nebînin û jê derbas bibin. Sînemaya kurd gundiye, derhêner û senarîst nikarin karê bajaran bikin. Wer bêjî tu bajar li Kurdistanê nînin û hemû bûyer an li çiya yan ji li gundên Kurdistanê çêdibin. Yilmaz Guney di salên 1970-80’yê de jiyana kurdan li bajar nîşan da, ku baştirîn mînaka wê fîlmê navdar ''YOL'' e. Guney di wî fîlmî de pirsgirêkên kurdan di jiyana wan li gund û bajarên wan de dît, hawara Guney di wî fîlmî de ji bo kurdan ew bû: ''derdê me kurdan em bixwîne, ne dewlet''. Piştî mirina Guney 20 sal derbas bûn da berhemek baş weke ''demek ji bo mestiya hespan'' ya Behmen Qubadî çêbibe. Bi wê berhemê B. Qubadî mekteba sînemaya kurdî guherand û rengê gundan de sînemaya kurdî, ji ber wê her derhênerekî kurd bi wê rastiyê hisiya ku ger behsa jiyana orjînala kurdan li gundan bike dikare xelatên cîhanî bi dest bîne. Ji ber ku ew rastiya jiyana kurdan nîşanî gelan dide. Jiyana, bi êş û pir ji nehametî ji bo gelên Ewrope û Amerikayê taze ne, ew wiha dizanin ku ew tişt hemû destçêkirî û xeyalî ne, lê nizanin ew rewş û rastiya jiyana kurdan e. Demek zor dixawaze ku fîlmên kurdî ji xemokiyê rizgar bibe û bikene.
Di sînemaya kurdî de derhêner gelek in, lê kesên şareza di warê teknîkî de weke kameravan, deng, ronahî hwd. pir kêm in. Ji ber wê derhênerên me mecbûr in kesên şareza ji derve bînin, mesela kameramanek biyanî derdê me nizane û nikare dîmenên wan tiştên ku ez dixwazim û di mejiya min de ne bikişîne.
Tiştekî din di sînemaya kurdî de ew e ku derhênerên kurd zor zû expire dibin, yanî piştî 3-4 fîlman dev ji kar berdidin. Sedemên wê jî ew e ku ji ber yekbûna qalibê berheman derhênerên kurd nikarin bi roj bin an bi gotineke din update bin.
Lê ez bi giştî ji bo pêşeroja sînemaya kurdî geşbîn im, dînamîka kurdan ji bo sînemayê gelekî baş e, fikrên baş hene û ez hêvîdarim ew dînamîk bikaribe xizmeta gel bike.

Dikarî hinek behsa fîlmê ''Komara Kurdistan li Mihabadê'' bikî?
Şîroveyeke der barê komar û jiyan û kesayetiya nemir Qazî Mihemed, di wê berhemê de gelek kes axivî ne ku niha di jiyanê de nemane, piraniya wan kesan nemir Qazî dîtine. Ez dikarim bêjim ew berhem bi hemû wateya xwe dokument e. Bi sened û belge behsa bûyeran dike. Ew berhem ji komeleya JK û bandora wê li ser komarê dest pê dike û bi bandora yekitiya Sovyetê bi dawî dibe. Her wiha behsa rewşa îdam, wesiyeta nemir Qazî û alaya Kurdistanê dike, axaftina li ser fîlmê dokument zehmet e, hêvî me û hewl didim di demek nêz de hemû kurd wê berhemê bibînin.

Niha ku tu ji welat derketiyî,xebatên xwe çawa berdewam dikî?
Derketina ji welat gelek zehmet e, yanî dûr ketina ji xweşî, nexweşî, nostaljî û her tiştê ku te bi civakê girêdide. Lê ew çarenivîsa me kurdan e, ez xebata xwe berdewam dikim û niha mijûlê çend kurtefîlmên felsefeyî li ser jiyana kurdan e. Pişti wan karan û çêgirbûna rewşa xwe, vedigerim Başûr û dest bi çêkirina yekem fîlmê xwe yê bilind, li ser romana mamosta Bextiyar Elî dixebitim.

Ji ber zext û êrîşan neçar ma welat biterikîne
Sedemên derketina te ji Îranê çi bûn?
Gelek tişt bûn sedema derketina min, lê ya herî dawî ew bû ku ez 4-5 meh beriya niha li Hewlêrê bûm, min nêzî salekê li Hewlêrê karê televîzyon û kurtefîlman dikir, her wiha di dema hilbijartinên Kurdistanê de jî, reklama lîsteya 59’an li Hewlêrê dan min. Min tenê karê xwe dikir û ez siyasî nebûm. Mezintirîn plan û armanca min çêkirina fîlmeke bilind bi navê ''Êvarey Perwane/Êvara Perperîkan) ya romanûsê navdar Bextiyar Elî bû. Ez li Silêmaniyê bi Bextiyar Elî re axivîm, wî fikr û ramana me pesend kir û rezameniya xwe li ser çêkirina wî fîlmî nîşan da.
Ew hemû tişt, digel nerazayetî û protestokirina bûyerên wê dawiyên Îranê. Min berê fîlmek çêkiribû lê ji ber ku ez çûm Başûr nîvco mabû, piştî bûyerên Îranê min ew berhem bi dawî kir û navê wê kir: ''Xelkê wir ji mêj ve ye kesk in''.
Li Hewlêrê balyozxaneya Îranê bi min re pêwendî çêkirin û gotin: “Em dizanin tu dixwazî fîlmekî bilind çêkî, em ê hevkariya te bikin lê lazim e tu jî li Başûr hevkariya me bikî.” Lê min ew daxwaza wan red kir. Min hewl dida ku li Kanadayê burseke xwendinê di warê sînemayê de bistînim lê mixabin piştî ez vegeriyam Îranê hemû planên min têk çûn. Qebûlnekirina alîkariya rejîmê û çêkirina fîlmê ''Xelkê wir ji mêj ve ye kesk in'' bûn sedemên guşar û êrîşên zor, li Tehranê êrîş anîn ser mala min û dest xistin ser gelek berhem û tiştên malê.

No comments:

Post a Comment