04/02/2010 |
|
OSMAN KILIÇ-LONDON/ANF Rewşenbîrên cîhanê, ku di nav wan de Noam Chomsky, Ben Bowling û Desmond Fernandes jî hene, ji Serokwezîrê Îngilistanê Brown re nameyek şandin û xwestin rayedarên BDP’ê û siyasetmedarên kurd serbest werin berdan. Rewşenbîran ji Gordon Brown xwest ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd zextan li Tirkiyeyê bike.Nameya ku di çarçoveya ‘Kampanyaya ji bakûrê Kurdistanê re aştî’ de, hate amadekirin ji aliyê 60 rewşenbîr û nivîskarên navdar ên cîhanê ve hate îmzekirin û ji Gordon Brown re hate şandin. Di nameyê de hat xwestin ku Brown hemû cure riyên dîplomatîk û siyasî bi kar bîne û zext û zorê bide Tirkiyeyê da ku çareseriya pirsgirêka kurd bi riya demokratîk pêk bîne. ÊRIŞ SIYASÎ YEDi nameyê de tê gotin ku li Tirkiyeyê zêdetirî 80 rêveberên BDP’ê hatine girtin. Vê girtina derî hiqûqî û hovane rê li ber nexweşiyên mezin vekiriye û bûye sedema dijberiya gelê kurd. Di nameya rewşenbîr û nivîskaran de girtina DTP’ê ya di 11’ê kanûnê de tê bibîranîn û tê gotin ku şaredar têkoşîna siyasî didin û ji aliyê gel ve hatine hilbijartin, şaredar nûnerên civakî ne, lê dewleta tirk şaredar û parêzerên mafên mirovan jî di nav de gelek siyasetmedarên kurd girtine. ÎRADE NAS NAKIN Rewşenbîran destnîşan kir ku bi mîlyonan kesî deng daye DTP’ê, parlamenter û şaredar hilbijartine, lê Tirkiyeyê îradeya gelê kurd nas nekir û kom bi kom siyasetmedar û şaredar girtin. Ev jî dê bibe sedema nexweşiyên dijwar û şerê dijwar. Zext û zora li ser siyasetmedarên kurd, di heman demê de têkbirina normên siyasî û mirovî ye. Ev jî dide xuyakirin ku Tirkiyeyê hîna ji bo pêkanîna van norman û berpirsiyariyên demokratîk ne amade ye.JI DIYALOGÊ DIREVE Nameya rewşenbîran wiha didome: “Eger Tirkiye, piranî gelê kurd ên welatiyên Tirkiyê û bi gelê xwe re nikaribe bikevê nava diyalogê û nikaribe hêviyên wan bîne cih, hingî wê nikaribe di mijarên demokratîk de, binbarî û berpirsiyariyên xwe bîne cih. Partiya ku di nava kurdan de wekî îradeya siyasî ya meşrû derketiye meydanê û ketiye meclîsê, ji aliyê dewletê ve hate girtin. Ev tê wateya ku dewleta Tirkiyê nûnerên meşrû yên gelê kurd nas nake û pirsgirêkên gelê kurd ên civakî û çandî çareser nake û serî li riyên zext û zorê dide.”ÊRIŞÎ DEMOKRASIYÊ DIKE Di nameyê de tê gotin ku girtina siyasetmedar û şaredarên kurd, tê wateya rêgirtina diyaloga bi kurdan re û têkbirina riyên demokratîk, ev jî di nava kurdan de dê zêdetir dijberî û cihêxwaziyê teşwîq bike. Rewşenbîran bang li Serokwzîr Brown kir û gotin: "Em ji Birêz Serokwezîr dixwazin ji bo aştiyeke mayînde ya li Tirkiyeyê, stratejiya xwe di ber çavan re derbas bike.” Di nameyê de tê gotin ku girtina DTP’ê û girtina nûnerên gelê kurd û rêveberên BDP’ê, nîşaniya binpêkirina peymanên navneteweyî û bicihneanîna binbarî û berpirsiyariyên Tirkiyê ye.XWEDIYÊN ÎMZEYAN Di nava 80 rewşenbîrên cîhanê de kesên wekî, Prof. Noam Chomsky, Tony Benn; Parlamenter Barones Sarah Ludford, Jean Lambert, Caroline Lukas, Bairbre De Brun, John Austin, Hywel Williams, Bob Russell, David Drew, Bob Spink, Linda Fabiani; Lord Rea; Lord Hylton; Lord Wallace; Mike Mansfield QC; Ji parêzerên mafên mirovan, Louise Christian; Plaid Cymru Serokê Dafydd Iwan, ji saziyên navneteweyî jî Yekitiya Parêzerên Ewropayê ya ji bo mafên mirovan û Demokrasiyê ELDH, Koma Hewldana Yekitiya Parêzerên Sosyalîst, Nûnerên Koleja London Kings, Parzerên Navneteweyî, Zanyarên Qirkirinan, Antropolog, mamosteyên zanîngehên wekî Liverpool, Atîna, Kampanyaya li dijî Krîmînalîzekirina Civakan, Nivîskar, Muzîsyen, nûnerên UNÎSON’ê, rojnamevan, aktivîstên mafên mirovan, kovarên navneteyî û Federasyona Kurd a Brîtanyayê cih digirin. |
Thursday, February 4, 2010
Rewşenbîrên navdar: Divê zordarî li kurdan neyê kirin
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment