Thursday, February 11, 2010

Bertekên li dijî cezayê Rojnameger Kilinç

11/02/2010

Bertekên li dijî cezakirina Midurê Karê Nivîsê û Xwediyê Rojnameya Azadiya Welat yê berê Ozan Kilinç di domin. Xwediyê rojnameyê Eser Uyansiz, diyar kir ku cezayê dane Ozan Kilinç zêdebûna zextên li ser çapemeniya kurd diyar dikin. Uyansiz, anî ziman ku dê biryarê temyîz bikin. Serokê Cemiyata Rojnamegerên Başûrê Rojavayê Faruk Balikçi jî ceza wekî li hemberî azadbûna raman û êrîşa li hemberî çapemeniyê hatiye kirin bi nav kir û bertek nîşan da.

Midurê Karê Nivîs û Xwediyê Rojnameya Azadiya Welat yê berê Ozan Kilinç, ji ber nûçeyên di rojnameyê de hatibûn weşandin, doz hatibûn vekirin û rastî 21 sal 3 meh cezayê girtîgehê hat. Bertekên li dijî ceza didomin. Xwediyê Azadiya Welat Eser Uyansiz, daxuyand ku cezayê dane Kilinç di pêvajoya 'hewildanê' de hatiye dayîn, ev yek berdewama tasfiyeya li hemberî gelê kurd e. Uyansiz, bi lêv kir ku di bin navê "operasyonên KCK'ê" de ligel zarokan bi hezaran kes hatin binçavkirin û girtîn. Uyansiz, destnişan kir ku bi van pêkutiyan dixwazin vîna gelê kurd bişikênin. Uyansiz, da zanîn ku cezayê girtîgehê yê dane Ozan Kilinç, zêdebûna zextên li ser çapemeniya kurd dide nişan.

Balikçi: Ev êrîşa li dijî çapemenî û azadiya xwe îfadekirinê ye

Uyansiz, anî ziman ku dê biryarê îtîraz bikin û bibin temyîzê û wiha got: "Xebatkarên çepemeniya kurd, li dijî van êrîş û zextan têk neçin. Çapemeniya azad dê riya xwe bidomîne. Em bang li her kesî dikin ku li îrade û dengê xwe xwedî derkevin." Serokê Cemiyeta Rojnamevanan a Başûrê Rojhilat (GGC) Faruk Balikçi destnîşan kir ku ev cezayê girtîgehê êrîşeke li dijî çapemenî û xwe îfadekirinê ye û biryarên bi vî rengî dê Tirkiyeyê ber bi tarîtiya Serdema Navîn ve bibin. Faruk Balikçi derbirî ku Ozan Kilinç tev li tu çalakiyên çekdarî yan jî çalakiyên şîdetê nebûye, wî tenê fikr û ramanên xwe anîne ziman. Balikçi vê biryarê şermezar kir.

Zorooglu: Ev biryar, encameke makeqanûna darbeyê ye

Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Burhan Zorooglu jî birar rexne kir û diyar kir ku dewlet bi van cezayan dixwaze azadiya xwe îfadekirinê ji holê rake û ji ber ku rojnameya Azadiya Welat ji bo çand û zimanê kurdî xebateke mezin dike bi van êrîşan re rû bi rû dimîne. Burhan Zorooglu derbirî ku berî hertiştî divê zagon girêdayî nirxên gerdûnî be lê Makeqanûna Tirkiyeyê jî Makeqanûna darbeya leşkerî ye. Zorooglu diyar kir ku heke dewlet bi van helwestan tevbigere dê nikaribe pirspirêka kurd çareser bike û vê biryara 'makeqanûna leşkerî' şermezar kir.AMED/DÎHA

No comments:

Post a Comment