Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, bi boneya lêkolînkirina Komkujiya Geliyê Zîlan ku di sala 1930'an de li navçeya Erdîşê pêk hatibû, pêşniyarnameyek da Meclîsê.
Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, bi boneya Komkujiya Geliyê Zîlan ku di sala 1930'an de li navçeya Erdîşê pêk hatibû, bê lêkolînkirin û ronîkirin, pêşniyarname da meclîsê. Uçer, diyar kir ku di sala 1930'î de li derdorê Agirî Serhildana Agirî pêk hatiye û bi boneya Serhildana Agirî têk bibin bi hezaran mirov kuştine. Uçar, destnîşan kir ku piştî serhildanê kesên beşdar bûn û nebûn tev li Geliyê Zîlan ku bi ser navçeya Erdîşê ve ye hatine komkirin û di meha tîrmeha sala 1930'an de operasyon pêk hatiye. Uçer, anî ziman ku di operasyonê de gund tev şewitandin û bi hezaran welatiyên sivîl hatin qetilkirin. Uçer, destnîşan kir ku di operasyonê de gundên bi navê Hasanabdal, Aks, Şahbazar, Doganci, Tendurek, Çakirbey, Yilanlik, Harhus, Babazeng, Komur, Şor, Şorîk, Muşît, Mescîtlî, Karakilis, Kunduk, Zorava Aryutin, Hallackoy, Koşkopru, Kuruçem, Mulk, Yekmal, Kîlîse, Gosk, Partaşa Jêr, Partaşa Jor, Bînesî, Bunîzî, Pelexlu, Kerx, Sogutlu, Mîgare, Kardogan, Kelle, Hostekar, Suvarkoy, Dêrasor, Ziyaret, Hiraşen, Komik, Şeytanava, Birhan û Koçkopro ya Jor hatin şewitandin. Uçer, da zanîn ku piştî operasoynê 15 hezar mirovên sivîl hatin qetilkirin.
AFGAN HATIN BICIHKIRIN
Uçer, nûçeyên di rojnameya Cumhuriyetê de cih digirtin jî nirxand û wiha got: "Li gorî desthilatdariya wê demê pêkanînên li herêma serhildanê dihatin kirin ne sûc bûn. Herêm qada nîşangeha serbest bû. Ev yek bi zagona 20'ê tîrmeha sala 1931'an a hejmar 1850'an hatiye teyîdkirin. Li gorî xala 1: Qetilkirina kesên li derdorên Erdîş, Zîlan, derdora çiyayê Agirî û mintiqeya Erzirom û Pulumurê beşdarî serhildanê bûne, an jî bi rengekî piştgirî dabin û dildarîkirine beriya zagona 20'ê hezîrana 1930'an heta 1'ê kanûna 1930'an pêk hat ne sûc e." Uçer, bi bîr xist ku ji ber vê komkujiyê bi hezaran mirovan gundên xwe vala kirin û gundên wan heta sala 1980'an vala man û afgan lê hatin bi cih kirin. Uçer, xwest ku mijar bi awayekî berfireh bê lêkolînkirin û kesên di buyerê de mexdûr bûne, mexdûriyeta wan ji holê bê rakirin. ENQERE
No comments:
Post a Comment