Thursday, February 11, 2010

Komplo bi destê AKP’ê didome


11/02/2010

Şevîn Murat BÎNGOL - BEHDÎNAN/ANF

Komplo ji aliyê kê ve û çawa hate pêşxistin?
Dibe ku pir dewlet û hêzên din, kurdên xayîn jî di nav vê komployê de cih girtibin lê yên ku vê komployê pêşxistin DYA, Israîl û îngilîz in. Piştî Sovyet belav bû şûnde Amerîka xwest ku cihê ku berê di destê Sovyetan de bixe bin desthilatdariya xwe. Amerîka, gelek mudaxele pêş xistin. Li gel vê jî mudaxeleya Rojhilata Navîn pêş xist. Rojhilata Navîn ji bo pergala kapîtalîzmê herêmeke esasî ye û dibe ku Rojhilata Navîn li gorî pergala wan hatiba rêxistinkirin. Di sala 1991’an de mudaxeleyî Kendavê kirin. Ev mudaxele jî ji bo ku Rojhilata Navîn li gorî pergala kapîtalîzmê û berjewendiyên DYA, Israîl û Îngilistanê bê rêxistinkirin bû.
Amerîkayê piştî mudaxelekirina Kendavê xwest ku mudaxeleyeke din pêş bixîne wê demê dît ku astengî heye û ev astengî jî Rêber APO ye. Eger Rêber APO û PKK’ê bê tesîr neke wê demê nikare mudaxeleya duyemîn pêş bixîne. Tevgera Rêber APO lawaz bixin ku bikaribin di Rojhilata Navîn de encaman wergirin. Kurdistan û kurdê azad lawaz bixin û bikin bin xizmeta pergalê. PDK û YNK xurt bikin bi van jî desthilatdariya xwe pêş bixin. Rojhilata Navîn li gorî stratejiya xwe rêxistin bikin û hemû hêz û dewletan bikin bin xizmeta stratejiya xwe bi vê jî pirsgirêka pergala kapîtalîzmê çareser bikin.

Komplogeran bi vê Komploya Navneteweyî dixwest çi bi dest bixin?
Komploger bi armanca di navbera Tirkiye û kurdan de her dem şer çêbe bi vê hem kurd hem jî tirk lawaz bibin kurd û tirkan neçarê xwe bikin ev komplo pêş xist. Xwestin xeta kurdên hevkar serwer bikin. Tirkiyeyê jî her dem hewcedarê xwe bikin û hinek tawîzan jê wergirin, bikin bin xizmeta xwe, di Rojhilata Navîn de jî li gorî stratejiya xwe bi kar bînin.
Bi radestkirina Rêber APO komplogeran di hinek aliyan de encam wergirtin. Armanca wan ne tenê Rêber APO bêtesîr bikin lê dixwestin tevger û gel ji Rêber APO qut bikin. Ligel hemû hewldanên wan nikaribûn encam wergirin û encam negirtin jî. Vê care jî serî li hin şêwazên cuda dan. Rêber APO kirin nava tecrîdê û têkiliyên wî ji gelê kurd, tevgerê û cîhanê qut kirin. Zextên gelek mezin li ser Rêber APO pêşxistin, îşkence pêk anîn her deqên jiyanê kirin sedema îşkenceyê.
Rêber APO komplo di her alî de bi îdeolojîk, felsefî û siyasî pûç derxist. Rastiya komployê çi ye? Pergala ku vê komployê pêş xist xwedî rastiyek çawa ye? Rastiya vê pergalê bi her awayî fêm kir û li gorî rastiya ku heye helwest da diyarkirin û komplo pûç derxist. Rastiya vê pergalê bi kûranî fêm nekiriba nikaribû li dijî vê komployê bisekine û encamê wergire.
Rêber APO, gelê kurd û PKK’ê li hemberî van planên komplogeran têkoşîneke bêhempa dan. Di encamê de PKK’ê xwe li ser paradîgmaya nû da avakirin bi vê komplo pûç derxist û bê encam hişt. Ji bo vê siyaseta înkar û îmhayê îflas kir.

Komplo îro li hemberî gelê kurd bi çi şêwazî berdewam dike?
Komplo îro bi şêwazên cuda bi destê AKP’ê ve tê meşandin. AKP dixwaze ji her kesî alîkarî wergire bi vê kurdên azad ji holê rake. Siyaseta berê nerm kirine, lê naverok heman siyaset e, dîsa li ser îmha û înkarkirina kurdan xwe berdewam dike. Di bin navê pêşîvekirinê de pêşiya kurdên azad digire. Jixwe ev proje ne pêşîvekirin e, berovajî vê girtina pêşiya çareseriyê ye. Ji vê re jî dibejê “projeya çareserkirinê” çareserî bi kuştin, girtin, îşkence nabe. Cudabûna polîtîkaya AKP’ê ji hikûmetên din nîn e. Belkî şêwaz cuda ye lê naverok înkar û îmha ye. AKP hêviyên xapandinê çedike. Bi vê jî dixwaze zext li ser PKK’ê bi pêş bixîne bi van zextan jî siyaseta ku dixwaze bi rê ve bibe. Li ser qadên siyasî û gerîla operasyon pêş xistin. Xwestin pêşiya siyaseta demokratîk bigirin. AKP xwe çawa ji nû vê bi rêxistin bike projeya vê pêş xist. AKP dixwaze bi vê hemû kesan bixapîne û alîkarî bigire û PKK’ê tasfiye bike. Dibêje ‘alîkariya min bikin ji ber ku berjewendiyên we jî di talûkeyê de ne. Ez her wiha li gorî daxwazên we jî dikarim tevbigerim lê pêwîst e di serî de em PKK’ê tasfiye bikin’ lewre êrîşan dibe ser gelê kurd, girtin û kuştinan pêk tîne. Heqaret, îşkence û lîncek bêhempa didin pêş. Di dadgehkirinê de cezayên giran didin kurdan. Rêber APO xistin nava bîreke kûr xwestin bê nefes bihêlin û bikujin. Xwestin gelê kurd bê nefes bihêlin û bikujin. Di 12’ê Îlonê de êrîş û heqeratên mezin pêk hatin, lê di roja îro de jî heman siyast tê meşandin. Armanc jî ji vê di qada siyasî de tasfiyekirina rêxistina me ye. Di warê siyasî de dixwazin gelê kurd bê bandor bihêlin, gerîla jî li çiyê asê bikin. Hinek hezên kurd jî bigirin gel xwe bi vê jî siyaseta xwe bi ser bixin. Sedema hêzên kurd girtina gel xwe jî tasfiyekirina PKK’ê meşrû kirin e. AKP ji bo ku bêje kurd jî li gel min e ew jî siyaseta min qebûl dikin, kurd jî li dijî PKK’ê ne bi vê hemû şêwazên siyaset û planan dimeşîne ku van planên xwe bixe pratîke. Komployê li ser vê bingehê bi rê ve dibin. Berdewamiya komploya navnetewî bi destê AKP’ê bi pêş dixin. Destpêkê di qadên siyasî de dixwazin vê pek bînin û encam wergirin, piştre jî êrîşeke leşkerî li ser gerîla bi pêş bixin. Di qada siyasî de çawa komkujiyan çêdikin vê di qadên leşkerî de jî dixwazin pêş bixin û tasfiyeya gelê kurd temam bikin. Ger AKP’ê PKK tasfiye bike wê demê hikûmet li ser hukm bimîne, lê ger vê tasfiyeyê neke wê têk biçe. Hemû hewldanên AKP’ê li ser vê planê ye. Pêwîstiya dewleta Tirkiyeyê jî bi AKP’ê heye, bê AKP nikare di Kurdistanê de tasfiye pêk bîne. Hêviya wan a dawî AKP’ê ye. Ji bo vê nexwestin destûra bingehîn biguherînin. Heta PKK’ê tasfiye nekin naxwazin di destûra bingehîn de guhertin çêbikin. Ji ber hêzên komploger ji gelê kurd û PKK’ê pir ditirsin. AKP’ê jî li hemberî kurdan encam wernegire wê demê neçarin ku îradeya kurdan nas bikin.

Girtina Rêberê Gelê Kurd tesîrên çawa li ser gelê kurd kir?
Tesîr hem di aliyê nebaş hem jî di aliyê baş de çêbû. Tesîra nebaş, di gel de baweriyeke mezin hemberî Rêbertî hebû. Dema Rêber APO dîl hate girtin wê demê gel got ku, “Gelo wê ev tevgera berdewam bike an na?” Ketin nava gumanên wisa. Hinekan jî got “Me nikarî Rêbertî biparêze Rêbertî esîr hate girtin em nikarin wisa berdewam bikin em ê darbeyê bixwin. Di dîrokê de tiştên hatine serê me ew ê careke din dubare bibin. Ew ked û têkoşîna me bigihêje encamê yan na û tevger wê vê tekoşînê berdewam bike an na?” Tesîra baş ji; Kadro û gel heta hestiyên xwe fêm kirin ku eger li dijî vê komployê nesekinin û pûç dernexînin heta niha têkoşîna ku hatiyê meşandin, nirxên ku hatine avakirin keda ku hatiyê dayîn hemû pûç biçe. Ev baş fêm kirin. Jiyana bê Rêber di dîrokê de çi anîbû serê gelê kurd baş hatibû dîtin. Ger gelê me xwedî li Rêbertî dernekeve, li xwe jî xwedî dernekeve wê talûkeyeke mezin bijî. Bi hemû zanebûn û îmkanên xwe li dijî komployê bisekine. Xwe bi her awayî biparêze, xwe nû bike vî êşê jî bike sedema nûbûn û rabûnek berxwedanê.

Di salvegera 11’emîn Komploya Navneteweyî de Tevgera Azadiya Kurdistanê çi hedef danîne pêşiya xwe?
Niha li pêşiya rêxistin û gelê kurd azadiya Rêber APO, azadiya gelê kurd heye. Tevger gihîştiyê ve qonaxê. PKK’ê û gelê kurd jî bi pergala Îmraliyê re nikare bijî, tehemula kurdan jî ji vê yekê re nemaye. Pêwîst e ku ev pergal êdî were rakirin. Ev pergal li hember Rêber APO bê encam ma. Rêber APO bi tekoşîna xwe ya bîrdozî darbeyeke li pergala Îmraliyê da. Tu felsefe û bîrdozî nikarin bigihêjin zihniyeta Rêber APO. Kesekî din jî nikare bi vê zîhniyet û felsefeya jiyanê re şer bike. Azadiya gelê kurd bê pêşxistina pirsgirika kurd di riya siyasî û demokratîk de bê çareser kirin. Hedef u armancen PKK’ê ev e.
Ji bo em bi ser bikevin û hedefên xwe pêk bînin dibe ku parastina rewa bi her alî ve em xurt bikin. Çi ji aliyê gerîla ve çi ji aliyê gel ve dibe. Dîsa divê konferanseke neteweyî bi lêz bê lidarxistin. Divê ku derêng nemîne. Pergala KCK’ê ya ku Rêber APO û PKK dixwaze bi pêş bixe di pratîkê de hîn xurtir bê pêşxistin. Di aliyê Tirkiyeyê de tevgerên demokratîk pêwîst e benê xurtkirin. Dewletên dagirker tengav bûne, pergal bi giştî jî tengav bûye, siyaseta ku Îngilistan û Fransa ji bo kurdan pêşxistî îflas bûye. Siyaseta ku nû dixwazin pêşbixin dema me tekoşîn da û helwestên xwe bi tundî raber kir wê demê neçarin îradeya gelê kurd qebûl bikin û nasnameya gelê kurd esas wergirin gelê kurd muxatab bibînin gelê kurd re rûnin û çareserî pêşxînin. Pêwîst e em di karê xwe de hêj cidî bin. Bi vê em dikarin encam wergirin. Di salvegera komploya navnetewî ya 11’emîn de dibe ku bibe sedema azadiya Rêber APO û çareserkirina pirsgirêka kurd bi riya siyasî û demokratîk. Em di kîjan alî de li vê mijarê binêrin çareseriya vê pirsgirêkê mumkûn e.

Gelê kurd serê xwe li dijî zordestiyê natewîne

Gelê kurd 11 sal in li ser piyan e. Ji destpêkirina komployê heta niha xwedî li xwe û Rêberê xwe derdikeve. Piştî komployê gelê kurd bi her awayî rabû û got bê Rêber APO jiyan ji me re heram e sedemên ve ev bûn. Di vê komployê de encamên mezin derxistin. Ev komplo bû sedema têkoşîneke hîn bi hêztir û berxwedaneke bilindtir derkeve holê. Têkoşînê çiqas bilind û bi hêz bike ew qas dikare xwe ji mirinê rizgar bike. Gelê kurd di roja îro de jî xwedî li nirxên xwe derdikeve. Di 11’emîn salvegera komploya navneteweyî de gelê me gelek fedekarî kir, ev fedakarî ji bo bigihîje azadiya xwe kir. Gelê kurd zanebûneke mezin qezenc kiriye, ji her dem zêdetir ji bo xwe çi pêwîst e fêm dike û li gorî vê têkoşînê dide meşandin. Tu carî serî li hemberî zordestiyê netewand û natewîne jî. Pir zelal bi têkoşîn û helwestên xwe danî holê. Komploya ku bi destê AKP’ê îro tê peşxistin jî wê gelê kurd vê planê pûç derxîne. Çawa ku komploya navneteweyî bi xwedîderketina li Rêbertî pûç derxist û helwestên tund raber kir xwedî li xwe û nirxên xwe derket îro jî heman têkoşînê dide. Bi vê rastiyê hêzên komploger negihîştin encamê û dê negehîjin jî.

No comments:

Post a Comment