Thursday, February 11, 2010

Li dijî komloya 15’ê Sibatê meş tê lidarxistin


11/02/2010

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (AKKH), komploya 15’ê Sibatê şermezar kir û diyar kir ku dê 13’ê sibatê li Strasbourga Fransayê çalakiya şermezarkirinê bê lidarxistin.

AKKH’ê, bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser salvegera 15’ê Sibatê û gotin ku bi tundî hêzên kompologer şermezar dikin.

Daxuyaniya AKKH’ê wiha dom kir: “Daxwaz kirin ku bi komploya 15’ê Sibatê hêviyên gelê Kurdistanê, berxwedana gel, pûç bikin. Lê li hemberî komployê Rêberê Gele Kurd Abdullah Ocalan hewldanên xwe yên aştî, azadî û demokratîk dom kin. Ligel hewldanên azadî, aştî û demokratîk dîsa îmha, înkar û tecrîd bi israr hate domkirin.”

POLÎTÎKAYÊN ŞÎDETÊ

AKKH’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku Amerîka pêşengiya komplogerên 15’ê Sibatê kir û pirsên gelê kurd bi îmha, înkar, şer û tecrîde bersivand. Bi salane ew hewldana îmhayê didome, Amerîka, Tirkiye, Iraq û welatên Ewropayê komploya xwe bênavber didomîne. Hêzên komploger gerîla, gelê kurd, hedef girtiye û her wiha li hemberî daxwezên çareseriyên demokratîk polîtîkayên şîdetê diafirîne.”

Tevgera jinan di daxuyaniya xwe de bal kişand ser berxwedana gelê kurd û got ku helwesta gelê kurd wekî her car diya|re. Di daxuyaniyê de ew tişt cih girt: “Em Kurdistanî û jinên Kurdistanî li hemberî pergala serdest, alîgirî û sekna xwe ya li hemberî aştî, azadî û demokrasilê bilind bikin. Tu carî şîdet û şerê qebûl nakin. Dê xwedî li gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkevin. Her wiha êrîşên li hemberî siyasetmedar û nûnerên gelê kurd pêk tê bêdeng nabin.”

Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê dê 13’e sibatê li Strasburga Fransayê meşa şermezarkirinê li dar bixin. Jinan bangî hemû jinan kir li dijî komploya navneteweyî tevlî meşê bibin.

Mêş bi dirûşma “Ji bo azadiya Rêberê xwe û Azadiya xwe” bê lidarxistin. FRANKFURT - ANF

No comments:

Post a Comment