11/02/2010 |
|
Huseyîn ELMALI - STRASBOURG/ANF Rapora Tirkiyeyê ya sala 2009’an ji aliyê endama Parlamentoya Ewropayê Ria Oomen-Rujiten ve hat amadekirin. Rapora destpêka salê ya Tirkiyeyê ya Rujiten ku endamê partiya Demokratên Xrîstiyan ên Holandayê ye jî li Strasbourgê tê nîqaşkirin. Di rapora ku dê îro bê dengdan de mijara bendava ji sedî 10, dayîna mafê perwerdehiya bi kurdî, rewşa zarokên kurd ên girtî, rawestandina bendavên ceriyanê yên li Kurdistanê, rakirina pergala cerdevaniyê û reformên li ser mafên kêmaran hene. Li Lijneya Giştî ya YE’yê hem li ser raporê nîqaş tên kirin û hem jî divê dengdan pêk bê. Li ser raporê di nav komên siyasî de bazareke berfireh didome.Rapor ji 50 xalan pêk tê û di nav de DTP, pirsgirêka kurd, PKK, elewî, rewşa kêmaran, mafên mirovan, mijara zarokên kurd ên girtî, xala 301’emîn, daxistina rêjeya benda hilbijartinê ya ji sedî 10, mafên sendîkayan, pergala cerdevaniyê, doza Ergenekonê bi awayekî berfireh hatine nirxandin. Di raporê de NATO, nelirêtî, îşkence, kuştinên namûsê, enerjî, xeta Nabucco, GAP, qanûna partiyên siyasî, penaber, têkiliyên cîrantiyê, Qanûna Cazayên Navneteweyî (PTI), belavkirina şefaf a alîkariyên YE’yê daye Tirkiyeyê û gelek mijarên din hene.BENDA HILBIJARTINÊ Girtina DTP’ê wekî geşedaneke xeter tê destnişankirin. Di nirxandinê de tê aşkerakirin ku YE ji ber vê bi fikar e û dixwaze geşedanên siyasî yên nûnerên kurd bi darizandin û cezayan re rû bi rû nemînin.Bendava hilbijartinê jî ji bo ku pêşiya temsîlyeta kurd digire tê rexnekirin. Tê xwestin ku ji bo vê pîvana Komîsyona Venedîkê û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Eropayê (DMME) esas bên girtin û benda hilbijartinê bê daxistin. PERWERDEHIYA BI KURDÎ Rapor dixwaze ku hemû astengiyên pêşî li perwerdehiya bi zimanê kurdî digirin bên rakirin û ji bo vê çi pêwîst dike were kirin. Li gorî vê di hemû dibistanan de, di hemû qadên cemawerî, fermî û siyasî de bikar bê. Ji Parlamentoya Tiryiyê tê xewstin ku hemû qanûnên’antî-terorê’ ku derfet didin dozgeran ku li dijî kurdî bi kar bînin ji holê bên rakirin, ji bo ku di kurdî di sazî û dezgeyên fermî-nefermî de bê bikaranîn derfet bên afirandin.ZAROKAN BERDIN Mijara zarokên kurd ku di nav raya giştî de wekî’zarokên kevir avêtine polîsên tirk’ tên zanîn jî bi berfirehî cih digire. Ji bo vê guhertina qanûnan tê xwestin ku bi qanûnên ji bo mezinan neyên darizandin. Bang li AKP’ê tê kirin ku qanûna zarokên kurd dikin girtîgehan betal bike.PIRSGIRÊKA KURD Rapora Rîa Oomen-Rujiten bal dikişîne ser kêmarên li Tirkiyeyê û wiha pê de diçe:”Divê li Tirkiyeyê nasnameyên cihêreng bên qebûlkirin û mafên wan bên dayîn.” Rapor destnîşan dike ku ji bo kurdan’welatiyên tirk ên esil kurd’ tê bikaranîn.EWLEHIYA XETÊN ENERJIYÊ Rapor li ser ewlehiya xetên gaza xwezayî yên wekî NABUCCO’yê rediweste. Di vê beşê de ji ber ku ev proje hatiye mohrkirin pesnê Tirkiyê tê dayîn. Lê tê gotin ku ewlehiya xetê nîn e, cihê xetê di kontrola PKK’ê de ye û heta ev şer bidome xet jî dê ne ewle be lewre banga rawestandina şer tê kirin. Rewşa ewlehiya xetên gaza xwezahî û neftê jî bi rewşa çareseriya kurd ve tê girêdan.RAKIRINA CERDEVANIYÊ Parlamenterê holandî vedibêje ku bi hinceta şerê li dijî PKK’ê pergala cerdevaniyê hatiye avakirin lê cerdevanên nav vê pergalê bûne wekî şebekeyên sûc û hat xwestin ku cerdevanî bê rakirin.PIRSGIRÊKA BAWERIYAN Di rapora sala 2009’an a pêşketina Tirkiyeyê de tê gotin ku Malên Cem wekî perestgehên fermî bên qebûlkirin. Mafên suryanî û xrîstiyanên din bên dayîn.BENDAVAN LÊ NEKIN! Tê xwestin lêkirina bendava Ilisuyê û her wiha hemû bendavên li Kurdistanê bê rawestandin. Piştî lêkolîneke berfireh, ku pêwîst bike destûra çêkirinê ji bo wê bê dayîn. Tê gotin ku di lêkirina bendavên li Kurdistanê de ji bo parastina çand, dîrok û dewlemendiyên kurdewar tedbîr nayê girtin. ŞAFAFÎ NÎN E Rapor li ser mijara nelirêtiyên tên kirin jî radiweste. Bi taybetî ji bo alîkariya YE dide Tirkiyeyê lêkolîn hatiye kirin. Di lêkolînê de derketiye ku alîkariyên tên dayîn nagihîje xizanan û ji aliyê erkên berpirs ve li gorî berjewendiyên dewletê tên belavkirin. Tê xwestin ku ev alîkarî di nav pergaleke şefaf de bên belavkirin.TPI’Ê QEBÛL BIKIN Rapor dixwaze ku Tirkiye Qanûna Cezayê ya Navneteweyî jî mohr bike û li gorî pêwîstiyên vê hiqûqê berpirsiyariya xwe ya navneteweyî bi cih bîne.LÊPIRSÎNA ERGENEKONÊ Rapor têkiliyên sivîl-leşker ên li Tirkiyeyê bi tundî rexne dike. Dixwaze di vê beşê de jî pîvanên Yekitiya Ewropayê esas bên girtin. Li ser nêzîkatiya ji bo şebekeya kujer Ergenekonê bala hikûmetê tê kişandin û ji hikûmetê tê xwestin ku der barê vê şebekeyê de pêşî li lêpirsînê neyê birîn û heta ku biçe bila lêpirsîn bidome. Tê aşkerakrin ku nelirêtiyên Tirkiyeyê pir cidî ne. Tê xwestin ku partiyên siyasî ji bo bigihîjin çavkaniyên malî jî astengiyên heyî ji holê bên rakirin. Tê payîn ku ev rapor ku îro bê erêkirin. |
Thursday, February 11, 2010
'Rê li perwerdehiyê vekin'
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment