Wednesday, February 10, 2010

Daxwaza dawî ya dayika ku 4 zarokên xwe di şer de winda kirin aştîbû

Daxwaza dawî ya dayika ku 4 zarokên xwe di şer de winda kirin aştîbû
Dayika Aştiyê ya 75 salî Rabîa Karaer ku 4 zarokên xwe di şer de winda kirin hefteya borî li Êlihê jiyana xwe ji dest da. Dayika Rabîa ku tenê daxwaza wê aştî bû ji 11 zarokên xwe 4 ji wan di pevçûn û şerê li herêmê de jiyana xwe ji dest dan. Karaer, ku ji bo kezebên dayikên din neşewite û hêsîrên dayikên din nerije bi salan e di nava Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê de cih girt, her tim ji bo leşker û PKK'iyên ku jiyana xwe ji dest da hêstir barandin.

Endama Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê ya Batmanê Rabîa Karaer, piştî bi salan ji bo aştiyê têkoşiya, di 75 saliya temenê xwe yê bi êş de, di 28'ê çile de ji ber nebesiya dil jiyana xwe ji dest da. Diya 11 zarokan Karaer, di pevçûnên ku bi salan de dom kir 4 zarokên xwe winda kirin. Karaer, li gel 4 zarokên wê di operasyonan de jiyana xwe ji dest dan jî her tim ji bo dayikên din heman êşê nekişînin û hêstirên dayikên din neherikin di nava însîyatifa dayikên aştiyê de ji bo aştiyê têkoşiya. Dayika Karaer, ku hemû temenê xwe ji bo aştiyê feda kir tenê daxwaza wê ew bû ku aştî pêk bê û xwîna diherike raweste. Keça Karaer Hatîce Karaer, diyar kir ku diya wê dayika hemû Êlihê ye û wiha got: "Dema leşker jî û gerîla jî jiyana xwe ji dest didan dilê diya min dişewitî. Her ku mirovek dihat kuştin hêstir diherikandin. Pir wêrek bû û her tim wekhevî û edalet diparast. Alîkariya her kesî dikir. Diya min pir dilnizm û ji her kesî hez dikir. Di heman demê de hekîmtî û pîriktî ji her jinê re dikir. Ji bo diya min bibînin heta ji Ewropa û bajarên rojava dihatin. Gelek nebat û team dikirin derman û gelek nexweş rehet dikirin. Bi zarokan re zarok û bi mezan re mezin bû. Nedixwest tu kes zirarê bibîne."

'Her tim çav û dilê wê li çiyan bû'

Hatîce Karaer, da zanîn ku di sala 1990'î de li çoltara Navçeya Bîsmîlê di pevçûnekê de birayekî wê jiyana xwe ji dest da û wiha got: "Diya min di vî şerî de hem birayê xwe û hem jî 4 zarokên xwe winda kirin. Birayekî min di sala 1990'î de li Bîsmîlê jiyana xwe ji dest da. Dema cenazeyê birayê min Abdulgafur hat perçe perçe bûbû. Cenazeyê perçekirî teslîmî diya min kirin. Em hemû digiriyan û me dikir hawar û qerîn. Lê diya min nedigiriya. Hemû êşa xwe di dilê xwe de veşart. Rojnamegeran xwest wêneyê cenaze yê perçekirî bikşîne, lê diya min destûr neda. Piştî ku wecê birayê min ê bi xwîn paqij kir û şûnde destûr da ku wêne bên kişandin. Her tim ji me re digot birayê we di riyek bi şeref de jiyana xwe ji dest daye. Nexwest ku tu kes bigirî. Bi destê xwe kurê xwe defin kir. Piştî demek di navberê re derbas bû kurê xwe yê duyemîn defin kir. Piştî wê zarokên wê yên cêwî çûn. Lê tu carî nexwest ji şahadeta cêwiyan bawer bike. Her tim çavê wê û dilê wê li çiyê bû. Her tim bi heviya ku dê rojekê li wê vegere bi hevî bû. Her çiqas 4 zarokên xwe winda kir jî lê hêza wê û dilê wê xurt bû. Tu carî nexwest ku tu dayikên din heman êşê bikişîne. Her tim tenê daxwazak wê hebû ew jî aştî bû."

'Vînek wê ya pir xurt hebû'

Xwişka Karaer Sabrîye Çîçek jî diyar kir ku xwişka wê mirovek pir bi rahm û mert bû. Çîçek, da zanîn ku dikarîbû her tiştê xwe bi mirovan re parve bikira û wiha got: "Mirovahiya xwişka min bi gotin û vegotinê nayê ziman. Lazim e mirov bi wêre jiya be û wê nas bike. Pir ji jiyanê hes dikir. Ji mirovan û zarokan hez dikir. Her tim dixwez ji bo mirovan xêrê bike. Pir dilpak û dil bi rahm bû Ebetî û hekîmî dikir. Ji tu kesî pere nedigirt. Pereyê digirt jî dida feqîran. Ji gel û axa xwe pir hez dikir." Bûka wê Yildiz Karaer, jî bibîrxist ku ew wekî keça wê xwe hîs dike û pir ji hev hez dikirin. Yildiz Karaer, da zanîn ku wekî diya wê li wê dinihêrî û wiha got: "Diya min tune bû, lê wekî diya min ji min hez dikir. Ji min re dayiktî dikir. Ne tenê diya min diya her kesî bû pir ji zarokan hez dikir."

'Ger ku aştî pêk bê em ê biçin di gorê de mizgîniyê bidinê'

Xwarziya Karaer Fehîme Uslu da zanîn ku xaltîka wê diya xizan û hemû mirovan bû. Uslu, bi bîr xist ku her tim ji wê re digot xwe aciz neke dê rojek aştiyê bê. Uslu, destnîşan kir ku li gel 4 zarokên xwe winda kiribû hêviya wê ya aşityê zêde bû û wiha got: "Tenê daxwaz û xeyalek wê hebû ew jî aştî bû. Çawa ku jibo gerîlayekî jiyana xwe ji dest dida dilê wê dişewitî, ji bo leşkerekî jî dilê wê dişewitî. Cêwiyê wê yên bi navê Alî û Resul hebûn. Xebera şehadeta wan hat, lê tu car nexwest bawer bike. Her tim li nûçeyan guhdar dikir. Dilê wê û çavê wê her tim li çiyê bû. Ez hêvîdarim ku dê rojekê daxwaza wê ya aşityê pêk bê. Wê demê em dê biçin ser gorê mizgîniya aştiyê bidin wê. Çi cara ku ez diçûm cem wê ji min dixwest ez strana 'Ez xortê Kurd im' ji wêre bistrêm."

No comments:

Post a Comment