Wednesday, February 10, 2010

TIRKIYE Û ÎRAN BI SÎNYALÊN KORSANWARÎ HEWL DIDIN WEŞANA ME ASTENG BIKIN

TIRKIYE Û ÎRAN BI SÎNYALÊN KORSANWARÎ HEWL DIDIN WEŞANA ME ASTENG BIKIN

Sînyalên weşanê xera dikin ên Tirkiye û Îranê doh jî di dema bultena nûçeyên me yên êvarî de şandin satelîtên televizyona me jê weşanê dike.

Ev hefteyeke ku bi sînyalên ji Tirkiye û Îranê, weşana televizyona me tê astengkirin..
Ji ber vê terora sînyalan 3'ê Sibatê weşana televizyona me ji bo demekê hat astengkirin.

Êrîşa bi heman rengî doh jî pêk hat.

Rêveberiya televîzyona me êrîşa korsanwarî ya li hemberî televîzyona me, wekî parçeyeke êrîşên demê dawî yên li dijî gelê kurd nirxand.

Rêveberiya televîzyona me anî ziman ku dewletên dagirker bi êrîşên korsanwarî hewl didin, weşana Roj Tv û Newroz Tv yên nûçeyên rast diweşînin, asteng bikin.

Rêveberiya televîzyona me, li hemberî vê êrîşê, banga berpirsyariyê li hukûmeta Danîmarkayê, Yekitiya Ewrûpa û Parlemena Ewrûpayê kir.

Rêveberiya televîzyona me, li hemberî êrîşê banga piştgiriyê li saziyên çapemeniyê û azadîxwazan hemûyan kir.

No comments:

Post a Comment