10/02/2010 |
|
5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê îmze avêt bin biryareke wekî skandalê. Xwedî Rojname yê berê Ozan Kilinç, ji ber nûçeyên di rojnameyê de hatine weşandan rastî 21 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat. Heyeta Dadgehê, hema hema her hêjmara Rojnameya Azadiya Welat ji bo Kilinç kir sedema dozê. Danişîna biryarê ya Kiliç, duh li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate dîtin. Di danişîna ku Kilnç Amade nebû de parêzerê Kilinç, Servet Ozen amade bû. 21 sal û 3 meh ceza lê hat birîn Parêzer Ozen, di danişinê de xwest ku nûçeyên Azadiya Welat di çarçoveya azadiya çapemeniyê de bên nirxandin û da zanîn ku nabe ji bo her hejmarê cezayekê cuda bê xwestin. Ozen di vê çarçoveyê de parastin kir û beraeta muwekîlê xwe xwest, lê heyeta dadgehê jî daxwaza Ozen red kir. Heyeta Dadgehê, nûçeyên 12 hêjmarên meha hezîranê ya rojnameyê hincet nîşan dan bi sûcdariya "Ligel endamê rêxistinê nîn e jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye" 6 sal û 3 meh ceza da. Dadgehê her wiha, bi sûcdariya "propaganda rêxistinê" ji bo her hêjmara rojnameyê salek û 3 meh bi tevahî 15 sal cezayê girtîgehê da Kilinç. Heyeta dadgehê ku bi tevahî 21 sal û 3 meh cezayê hepsê da Kilinç, her wiha biryara girtinê der barê wî de derxist. Kilinç ji hemû mafê xwe bêpar hate hiştin Heyeta Dadgehê li gel cezayê hepsê Kilinç ji hemû mafê wî bêpar hişt. Heyetê her wiha biryara pêparhiştina ji mafê cemaweriyê, mafê hilbijartin û hilbijêriyê, mafê endamtiya komele û partiyên siyasî û saziyên civakî da. Heyetê biryar da ku ceza neyê kêmkirin û ceza bi pereyan neyê dayîn. Heyetê riya temyîza ceza vekirî hişt. Parêzerê Kiliç Servet Ozkan, diyar kir ku dê dozyayê bişîne Dadgeha Bilind û îtîraz bike. Dadgehê beriya niha jî 5 sal ceza li Kilinç birîbû û bi heman îdiayê 2 dozên wî jî didomin.AMED/DÎHA |
|
Wednesday, February 10, 2010
Li xwediyê rojnameya me yê berê 21 sal ceza hate dayîn
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment