Wednesday, February 10, 2010

Li dijî malbatên çûne Îmraliyê pêkanînên bêrûmet


10/02/2010

Xwişka Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Fatma Ocalan, diya Bayram Kaymaz Medîne Kaymaz, kurê Şeyhmus Poyraz Halîl Poyraz, keça Hasbî Aydemîr Ayser Aydemîr, xizma Cûmalî Karsû Pervîn Oduncu yekem car çûn Îmraliyê. Malbatan li Îmraliyê, qasî nîv saetê, hevdîtinên bi xizmên xwe re pêk anîn.
Xwişka Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan Fatma Ocalan û xizmên girtiyên din ên PKK'î her yekî cuda cuda hevdîtina bi xizmên xwe re pêk anîn. Hevdîtina bi Ocalan û 4 girtiyên din re, li pey caman û bi têlefonê pêk hat û hevdîtin jî nîv saetê dewam kir. Xizmên girtiyan anî ziman rayedaran ew 2 kes girtine hundir û di dema hevdîtinê de, ji bilî kesê ji bo wî çûne, tu girtiyên din nedîtine. Girtiyên din ên PKK'î di hevdîtinê de diyar kiriye ku ew di hefteyê de carekê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk tînin. Li gorî gotina girtiyan, cihê bêhndanê yê odeya wan jî, wekî ya Ocalan, biçûk e. Xizmên girtiyan anî ziman ku ji niha û pê ve, her duşema hefteya duyemîn û hefteya 4'emîn ya mehê dê karibin biçin Îmraliyê û hevdîtina bi xizmên xwe re pêk bînin. Lê rayedaran ji bo vê hevdîtinê jî gelek astengî derxistine. Xizmên girtiyan anîn ziman ku rayedaran di dema çûyînê de gelek astengî derxistine, heta binkirasan, 6 caran li ser wan geriyane. Xizmên girtiyan ji ber van pêkanînan nerazîbûna xwe anî ziman û gotin, tevî hemû pêkanînan dê biçin Îmraliyê û hevdîtinan pêk bînin. STENBOL

No comments:

Post a Comment