Wednesday, February 10, 2010

‘Kurd li derveyî îstîhdamê ne’


10/02/2010

Endama Teşebûsa Îstîhdam û Keda Jinan (KEÎG) û Endama Hîndekariya Zanîngeha Bogazîçiyê Şemsa Ozar, bal kişand ser îstîhdama jinan û diyar kir ku sedema herî girîng a vê yekê, valakirina gundan a dewletê bi hinceta "Ewlehiyê" û koçberî ye.


Endama Teşebûsa Îstîhdam û Keda Jinan (KEÎG) û Endama Hîndekariya Zanîngeha Bogazîçiyê Şemsa Ozar, piştî beşdarî "Konferansa Îstîhdama Jinan û Pêvajoya Endamtiya NY’ê" ya li Amedê pêk hat bû, der barê cudahiya îstîhdama jinan a li Tirkiyeyê de axivî. Ozar, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê li gorî welatên pêşketî li gorî rêjeya heyî ya ji sedî 24'an a nîvî bi nîvî jî di asta herî jêr de ye.

BANDORA KOÇBERIYÊ


Ozar, da zanîn ku îstîhdama jinan li gorî herêman cudahiyên mezin nîşan dide û wiha got: "Di warê îstîhdama jinan de li hin bajaran ev yek heta ji sedî 4'an dadikeve û newekheviya îstîhdama jinan li herêmê zêdetir e. Sedema herî girîng a vê yekê jî, ji ber dewletê di salên 80'yî de bi hinceta "Ewlehiyê" gund vala kirin û malbat neçarî koçberiyê kirine. Qedexeyên zozanan, pêkutî û di encama neçarkirina koçberiyan de mirov li bajaran bicih bûn. Mirovên ku derveyî berhem û jiyana gund, rastî jiyaneke din hatin matmayî mane. Jin bi malbatên xwe re li bajaran hatine bê milk kirin û bê wesif hatine hiştin. Di nava van de jinan kurd ji ber wesfên xwe yên li gundan li bajaran betal mane îstîhdama wan zortir bûye. Ev yek jî rê li ber mêtîngerkirina jinan jinan vedike."

TIRKÎ NIZANIN


Endama Teşebûsa Îstîhdam û Keda Jinan (KEÎD) Ozar, anî ziman ku li herêmê bi koçberiya neçarî re jin li bajaran rastî bêderfetiyên ji yên ziman zêdetir hatin û wiha axivî: "Zilam bi awayekî tirkî fêr dibin û di nava îstîhdamê de cih digrin, lê jin ji ber tirkî nizanin li derveyî îstîhdamê dimînin. Ji bo jinan kurd di nava jiyana bajara hêza kar de cih bigirin lazime pirsgirêka zimanê zikmakî ji holê bê rakirin û perwerdehiyên zimanê zikmakî bên dayîn."


Ozar, destnîşan kir ku jin ji ber nebûna aboriyê bi taybetî berpirsiyariya zarok û malê digirin ser xwe û li cihê ku hêvî xelas dibe hesta mirinê ya ku dertê vediguhere alternatîfa îhtîharê.


Semra Ozer, da zanîn ku jinan di vê çarçoveyê de di qada kar de ji bo xwe cih nabînin hewl didin îhtîhar bikin.


Şemsa Ozar, anî ziman ku Tirkiye di qada îstîhdamkirina jinan de ne xwedî polîtîka ye û wiha got: "Xebatên ku hatine kirin ewqasî hindik in ku meriv nikare bi daneyan bide. Polîtîkaya îstîhdama çalak nehatiye çêkirin. Dema Tirkiye bixweza di dest de gelekî derfet hene. Li gelekî welatên din heman mînak hene. Ji bo jin di nava îstîhdamê de cih bigirin karên wekî malbat, mal, zarok û yextiyar ku li pêşiya jinan dibe asteng, ger bi destê xizemeta cemaweriyê bê çêkirin dê rê li jinan veke." AMED - DÎHA

No comments:

Post a Comment