10/02/2010 |
|
Rahmî YAGMUR - MOSKOW/ANF Di dema ku Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul li Hindistanê ye, sazî û dezgehên sivîl, rewşenbîrên hindistanî û Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê, nameyeke hevbeş ji Serokwezîrê Hindstanê Manmohan Sîngh re şandin. Di nameya ku nêzîkî 50 saziyên civakî imze kiriye de, tê xwestin ku der barê pirsgirêka kurd û binpêkirina mafên mirovan de, zextê li Serokomarê tirk Gul bikin. Di namê de, pirsgirêka zarokên kurd ku ji sedema kevirek avêtine bi deh salan tên cezakirin jî cihekî taybet girtiye. Di nameyê de zextên dewleta tirk ya di warê siyasî, civakî, kulturî û aborî de bi berfirehî tê ziman û bêçalekîtiya KCK’ê ya 13’ê Nisanê jî hatiye destnîşankirin. Name destnîşan dike ku pirsgirêka kurd, pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê ye û wiha didome: “Ligel ku gelê kurd û Bîzava Azadiya Kurd aştiyê dixwazin û çareseriya siyasî û diyalogê dixwazin, desthilatdariya Tirkiyeyê, di siyasetên qirkirin û tunekirinê de israr dike.” Name, ji bo kiryarên zordestî jî, girtina zêdetirî 1500 nûnerên siyasî û şaredarên kurd û serokên komeleyên mafên mirovan ya korsanî û hovane, wek mînak nîşan dide. Di nameyê de îmzeya kesên weke parêzerê mafên mirovan Saleh Mamon, nivîskar û arkeolog Felix Patel, Profesor Amit Bhaduri, Konseya Civakî ya Pêşketina Hindistanê, Foruma Demokrasî û Diyalogê, Yekîtiya Haraketa Neteweyî a Hindistanê, bi giştî 50 sazî û dezgehên sivîl û kesayetiyên serbixwe, rewşenbîr, profesor û nivîskar hene. |
Wednesday, February 10, 2010
Ji Serokwezîrê hindû piştgirî hat xwestin
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment