Tevî siyaseta qirkirinê ya AKP jî, BDPê xebatên xwe yên bi rêxistinbûnê dewam dike.
Ji destpêka hefteyê û vir ve, bi tevlîbûna hezaran kesî, kongre hatin lidarxistin.
Doh jî, li Sêrt, Amed û Şirnexê kongre pêk hatin..
KONGREYÊN BDP'Ê YÊN BAJAR Û NAVÇEYAN
KONGREYA MISIRCÊ PÊK HAT
Di kongreya li navçeya Sêrtê Misircê de şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, endamê meclîsa partiyê Nezîr Gulcan, rêveberên BDPê yên bajêr û navçeyê bi sedan kes amade bûn.
Rêxistinên saziyên civakî jî destek dan kongreyê.
Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak di kongreyê de axaftinek kir û anî ziman ku Kurd wê demokrasiyê bînin Tirkiyê.
Piştî axaftinan kongre di encama dengdanê de bi yek lîsteyê pêk hat, û Abdulgafur Kubîlay bu serokê BDP'ya Misircê.
Kongreya rêxistina BDPê ya navçeya Şirnexê Cizîrê jî, li Navenda Çand û Hunerê ya Mem û Zînê pêk hat.
Alîkarê hevserokên BDPê Necdet Yaruk di kongreyê de axaftinek kir.
Piştî axaftinan dengdan pêk hat û Selahattin Civildik bû serokê navçeyê.
Li navçeyên Amedê Kayapinar û Erxeniyê jî kongre pêk hatin.
Endamên meclîsa partiya BDPê Nizar Buldan û Rojdar Fatma jî tevlî kongreya rêxistina Kayapinarê bûn.
Di encama hilbijartinan de li Kayapinarê Zubeyde Zumrut û li Erxeniyê jî Mehmet Duman wek serokên rêxistinên navçeyan hatin hilbijartin.
Li navçeya Qersê Qamuşanê jî kongre pêk hat û Îzzet Aydin bû serokê navçeyê.
Li navçeya Erdexan Goleyê jî Akîf Tekîn ji bo serokatiya navçeyê hat hilbijartin.
Di vê navberê de li Batmanê jî amadekariyên kongreyan têne kirin.
Rêxistina bajêr li gelek taxan civînên gel lidar xistin û der barê kongreyan de danûstandin pêk anîn.
No comments:
Post a Comment