![](http://www.roj.tv/tpllib/img.php?im=cat_121/5880.jpg&w=320&h=240)
Çalakiyeke din yên ji bo şermezarkirina komploya navnetewî li Yalovayê dest pê kir.
Komek kurdistanî li avahiya BDP'a bajêr, ji bo balê bikişînin ser komployê, dest bi greva birçîbûnê kirin.
Komê beriya greva birçîbûnê daxuyaniyek da çapemeniyê û bi rasthatina 11'mîn salvegera wê, careke din komplo şermezar kir.
Komê bal kişandin ser êrîş û zextên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê kurd û anîn ziman ku komploger hê jî hewldanên xwe didomînin.
Çalakgerên greva birçîbûnê ji kurdistaniyan hemûyan xwestin ku di 11'mîn salvegera wê de jî, komploya navnetewî şermezar bikin.
Piştî daxuyaniyê, çalakgeran bi gotina sirûda 'Herne pêş' dest bi greva birçîbûnê kir.
Ji bo heman armancê, wê li avahiya BDP'a Agiriyê jî, çalakiya greva birçîbûnê ya 2 rojî dest pê bike.
No comments:
Post a Comment