Thursday, February 11, 2010

KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ YA LI DIJÎ OCALAN LI DIJÎ KOMPLOYÊ ÇALAKIYÊN 'HÛN NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN' HATIN LIDARXISTIN...

KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ YA LI DIJÎ OCALAN LI DIJÎ KOMPLOYÊ ÇALAKIYÊN 'HÛN NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN' HATIN LIDARXISTIN...


LI DIJÎ KOMPLOYÊ ÇALAKIYÊN 'HÛN NIKARIN
ROJA ME TARÎ BIKIN' HATIN LIDARXISTIN...
Ji bo protestokirina bêbextiya li dijî Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan bi dehan mirovî bedena xwe da ber agir.

Mirovên bedena xwe dan ber agir, slogana 'hûn nikarin roja me tarî bikin' gotin..

Ya ku hêrsa gelê kurd zêde kir, kîna wî veguherand nefretê û hestên wî ber bi serhildanê ve bir, hezkirina Ocalan û dilsoziya pêre bû.

Doh me beşa yekemîn a dosyaya xwe ya li ser çalakgerên çalakiya 'hun nikarin roja me tarî bikin anîbû ser ekranên we, niha jî em li beşa duyemîn binêrin.

-
Xeleka parastinê ya ji agir a li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, her diçû fereh dibû.

Ne bitenê Kurdan, tirkên demokrat û enternasyonalîst jî bêbextiya navneteweyî weke şermeke mirovahiyê didîtin û bi şîara 'hun nikarin roja me tarî bikin', piştgirî didan têkoşîna azadiya gelê kurd.

SERPÎL POLAT
17'Ê SIBATA 1999'AN
ZINDANA SAKARYAYÊ

Endama Yekîneyên Çekdar ên Propagandayê yên Marksîst û Lenînîst Serpîl Polat, 17 Sibata 1999'an, bi tenê du rojan piştî ku rêberê gelê Kurd bi bêbextiyeke navneteweyî radestî Tirkiyê hat kirin, li zindana Sakaryayê bedena xwe da ber agir.

Serpîl Polat nameyek li pişt xwe hiştibû û di vê nameyê de digot:

"Ez êrîşên emperyalîzmê û olîgarşiyan yên di şexsê rêberê şoreşger Abdullah Ocaln de li dijî gelan û nexasim gelê kurd şermezar dikim. Ez dibêjim nabe Ocalan were dadgehkirin û amadekariyên xwe temam kirine ji bo ku mezinahiya kîna xwe li ser bedena xwe veguherînim agir û bi ser dijmin de verêşim."

Ji ber ku çalakiyên xwe şewitandinê zêde bûn, hê 19'ê Mijdara 1998'an Ocalan bi riya parêzerên xwe daxuyaniyek da û banga rawestandina çalakiyên xweşewitandinê kir.

Çalakiyên xweşewitandinê kêm bibin jî, çalakiyên fedaiyane derketinm pêş.

Şervanên têçkoşîna azadiya gelê kurd ên li çiyayên Kurdistanê bûn paçeyek ji xeleka ji agir a ji bo parastina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

FATMA OZEN
17'Ê MIJDARA 1998'AN
GEVER

Gerîlaya PKKê Fatman Ozen a bi navê xwe yê nû Rojbîn jî 17ê Kanûna 1998'an li navçeya Colemêrgê Geverê bi bombeyên li bedena xwe pêçayî çalakiya xwe pêk anî.

HUSNIYE ORÛÇ
1'Ê KANÛNA 1998'AN
LICÊ

Yekê Kanûna 1998'an Husniye Orûç binavê kod Binevş li Licê çalakiya xwe pêk anî û bi bombeyên li bedena xwe pêçayî bersiv da bêbextiya navneteweyî.

HAMDIYE KAPLAN BI NAVÊ KOD BERWAR
24'Ê KANÛNÊ 1998'AN
GEVER

Gerîlaya ARGK'ê Hamdiye Kaplan bi navê kod Berwar jî 24ê Kanûnê li Wanê bi çalakiya xwe ya fedaîyane bersiv da komplogeran.

NEZAHAT BARACI BI NAVÊ KOD ŞARISTAN BOTAN
4'Ê ADARA 1999'AN
BATMAN

Gerîlaya PKK'ê Nezahat Baraci bi navê kod Şaristan Botan a ji Cizîrê, 4'ê Adara 1999'an li Batmanê çalakiyeke fedaiyane li dar xist.


MERAL MAMYAK BI NAVÊ KOD ZÎNÊ GULÎSTAN
27'Ê ADARA 1999'AN
STENBOL

Gerîlaya ARGKê Meral Mamyak bi navê kod Zîne Gülistan li Beyogluya Stenbolê 27'ê Adarê çalakiya fedaîyane li dar xist.

BAKÎ TATLI BI NAVÊ KOD BARAN ŞAHAN
5'Ê NÎSANA 1999'AN
ÇEWLIK

Gerîlayê ARGK'ê Bakî Tatli yê bi navê kod Baran Şahan 5. Nîsana 1999'an li Çewlikê çalakiyeke fedaiyane li dar xist û got, hun nikarin roja me tarî bikin.

Baran Şahan di nameya xwe ya beriya çalakiyê de ji bo Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan digot:

"Ez we, weke ku berê li dinyayê nehatiye dîtin, mîna rêberekî xwe fedayî mirovahiyê kiriye, dibînim û dibêjim, fedaiyê herî mezin Serok APO ye,."

TÛRAB MEHMÛDÎ BI NAVÊ KOD FERHENG
8'Ê NÎSANA 1998'AN
GEVER

Gerîlayê ARGK'ê yê ji Rojhilatê Kurdistanê Turab Mehmûdî bi navê kod Ferheng jî bi çalakiyeke fedaiyana ya li dijî midûriyeta polêsan a navçeya Colemergê Geverê, 8ê Nîsana 1998'an şîara 'hun nikarin roja me tarî bikin' careke din bi dengekî bilind got.

TACETTÎN ŞAHÎN BI NAVÊ KOD FERHAT BERWAR
5'Ê GULANA 1999'AN
ELBAK

Gerîlayê ARGKê Tacedîn Şahîn bi navê kod Ferhat Berwar 5ê Gulana 1999'an bi çalakiyeke fedaiyane ruhê çalakiya 'hunê nikaribin roja me tarî bikin' careke din
nîşan da.

Ferhat Berwar di nameya li pey xwe hiştî de çalkiay gerîlayên ARGK'ê yên jin bi bîr dixist û weha digot:

Ez dixwazim bi vê çalakiya xwe bibim neferekî di riya fermandar Zîlan de dimeşe. ... Bi tevahiya têgihiştin û zêhnê xwe ez hîs dikim eger vê çalakiyê li dar bixim ez ê dîroka me ku bi gelê me, hevalên me û bi PKKê hatî afirandin rast temsîl bikim.


LI WANÊ JI ALIYÊ CIWANAN VE HAT ŞEMREZARKIRIN
Bi rasthatina salvegera komploya 15'ê Sibatê ya Navneteweyî, li Wanê jî çalakiyên protestoyî tên lidarxistin...

Şevê din ciwanan meşeke meşeleyî lidar xist û hêzên komploger şermezar kirin..

Bi armanca protestokirina komploya 15'ê Sibatê, şevê din li Wanê komeke qelebalix a ciwanan civiya..

Paşê bi hilgirtina posterên Ocalan û alên PKK'ê ciwanan dest bi meşê kir..

Di meşê de, sloganên dilsoziya bi Ocalan re hatin gotin û komploya 15'ê Sibatê jî hat şermezarkirin..

LI SÛRÎ Û BAŞÛRÊ KURDISTANÊ
HAT ŞERMEZARKIRIN

Çalakiyên şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê ya Navneteweyî, li Sûrî û Başûrê Kurdistanê jî, belav bûn..

Bi vê armancê li Heleb û Kerkûkê çalakî hatin lidarxistin..

Li bajarê Sûrî Helebê, endamên Tevgera Ciwanên Demokratîk, bi armanca şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê xwepêşandanek lidar xistin..

Girseya qelebalix a ciwanan li taxa Eşrefiyê kom bû û bi slogan û hilgirtina posterên Ocalan dest bi meşê kir..

Ciwanan da zanîn ku ewê li dijî hêzên komploger, çalakiyên xwe xurtir bikin..

LI BAJARÊ KERKÛKÊ RÊZEÇALAKÎ TÊN LIDARXISTIN
Li bajarê Başûrê Kurdistanê Kerkûkê jî, rêzeçalakî têne lidarxistin..

Çalakî ji aliyê Komîteya Parastin û Azadiya Ocalan û rêxistina PÇDKê ya bajêr ve tên organîzekirin..

Bi vê armancê, doh li tevahiya kolan û riyên sereke yên bajêr, pankartên şermezarkirina komployê hatin daliqandin..

Li aliyê din 12ê Sibatê wê saziyên sivîl werin ziyaretkirin..

14'ê Sibatê jî, wê semînerek were dayîn û 15'ê Sibatê jî wê daxuyaniyeke çapemeniyê were dayîn.

Bi nêzîkbûna salvegera bêbextiya navnetweyî re li bajarên Tirkiyê jî çalakî zêde dibin.

Ciwanên kurd ên li Edenê, çawa ku bi rojan e li qadan bûn, doh jî daketin qadan.

CIWANAN BI ÇALAKIYAN BÊBEXTIYA NAVNETEWEYÎ
ŞERMEZAR KIR

Li taxa Gulbaxçesî ya navneya Edenê Seyhanê komeke qelebalix a ciwanan ji bo rûreşkirina bêbextiya navneteweyî doh bi şev li ser riya Obalar nêzî devera Kanal kom bû.

Koma navê "Insiyastîfa Ciwanên Apoyî, Tugaya Tolhildanê ya Şehîd Huseyîn" li xwe kirî, li ser riyê agir dada.

Ciwanan timûtim sloganên dilsoziya bi Ocalan re gotin û paşê bi hilgirtina pankarta li ser nivîsandî "Em ê tarîtiya 15'ê sibatê bi ruhê Apoyî ronî bikin" ber bi herêma eskerî ya li ser riya Obalar ve meşiyan.

Ciwanan li ser rê li gelek deveran agir dada û li ser êrîşa polsêan xwe bi molotof kokteylan û fîşekên hewayî parastin û molotofkokteyl avêtin avahiyên eskerî jî.


ÎNSIYATÎFA GEL BANGA ŞERMEZARKIRINA
KOMLOYA 15'Ê SABATÊ LI KURDAN KIR

Însiyatîfa Gel a Kurdistanê jî, der barê Komploya 15'ê Sibatê ya Navneteweyî de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Însîyatîfê, banga tevlîbûna çalakiyên şermezarkirina komploya navneteweyî kir.


Însiyatîfa Gel a Kurdistanê, der barê Komploya 15'ê Sibatê ya Navneteweyî de, daxuyaniyekê nivîskî weşand..

Însiyatîfa Gel, xwest herkes li deverên lê, kincên reş li xwe bike, dikanên xwe venekin û bi meş û çalakiyan komploya 15'ê Sibatê şermezar bikin.

Di daxuyaniyê de, hate bibîrxistin ku hê jî komplo dewam dike, û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd, banga çalakiyên girseyî hate kirin.


ÎNSIYATÎFA GEL A AMEDÊ BANGA TEVLÎBÛNA
ÇALIKIYÊN 15'Ê SIBATÊ KIR

Însiyatîfa Gel a Amedê jî, derbarê komloya 15'ê Sibatê de, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de, hate xwestin ciwan û jinên Kurd Komploya 15'ê Sibatê bi serhildanan pêşwazî bikin.

Însiyatîfa Gel a Amedê, banga tevlîbûna çalakiyên 15'ê Sibatê kir..

No comments:

Post a Comment