|
Parlamentera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, rewşa Ocalan ji wezîrê Dadê Sadullah Ergîn pirsî..
Tuncel got, qanûnên Ocalan yên teybet hene û diyar kir ku li li Îmraliyê, tecrîdkirina fîzîkî û civakî tê meşandin..
PARLEMENTERA BDP'Ê YA STENBOLÊ SEBAHAT TUNCEL
MIJARA ŞERTÊN JIYANA OCALAN BIR MECLÎSÊ
Parlementera BDPê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, mijara şertên jiyana rêberê gelê kurd Abdullah Öcalan bir rojeva meclîsa tirk.
Tuncel, bi pêşniyarpirseke der barê pêkanînên Îmraliyê de arasteyî wezîrê dadê Sadullah Ergin kir.
Tuncel herwiha bal kişand binpêkirinên mafan ên li girtîgehên tîpa F û got dema Îmralî mijara gotinê be ev bipêkirin dijwartir jî dibin.
Tuncel got, êdî hemû derdor qebûl dikin li Îmraliyê pêkanînên taybet tên meşandin û ne tenê fizîkî, tecrîdeke sivakî û hîsî jî li wir tên ceribandin.
Parlementera BDPê bi bîr xist ku ev 10 sal in dewleta tirk qanûnên xwe jî binpê dike û ji bo vê yekê binpêkirinên li Îmraliyê nîşan dan.
Tuncel wiha dewam kir: " Tevî ku 5 girtiyên din birine giravê, dîsa jî dawî li pêkanînên cudaxwaz û taybet nehatine anîn,
10 saet mafê hevdîtinên navbera girtiyan daxistine saetekê,
û ji girtîgehên din cudatir di nava rojê de girtî nikarin ti kesî bibînin.
Tuncel herwiha anî ziman ku dewletê mafê Ocalan ê televizyonê jî kiriye mijara bazariyê û bi awayekî derqanînî hevdîtinên Ocalan ên bi parêzerên wî re hemû tên qeydkirin.
Tuncel ev pêkanîn weke qanûnên bi taybetî li dijî Ocalan bi nav kirin û ji wezîrê dadê pirsî ka haya wî ji van qanûnên taybet heye an na.
Parlementera BDPê Sebahat Tuncel herî dawî pirsî ka ji bo jiholêrakirina van bêdadiyan wezareta dadê heta niha ti xebat meşandiye an na.
No comments:
Post a Comment