Thursday, February 11, 2010

Hêzên Ewlekarîya Îranê ligel Hevrikan Ketine Şer û Pevçûnan



11/02/2010

Di xwenîşandanên girseyî ya 31'emîn salvegera damezrandina Komara Îslamî de, hêzên ewlekarîya Îranî roja Pencçemê ligel xwenîşandêrên hevrik ketine şer û pevçûnan.

ap_iran_small

Xwenîşandêrên Alîgirê Hikûmetê

Malpera opozîsyona Îranî dibêje, hêzên ewlekarîyê jibo belav kirina xwenîşendêran hevrik yên navenda Tehranê, gazên rondikrêj bikar anîne.

Hîn raport radigîhînîn rêberên nerm yên navdar Mehdî Karrubî û serokê berê Mihemed Xatemî bûne armanca êrîşan, dema pişikdarîya xwenîşandana dikirin.

Opozîsyona Îranî her wiha radigîhîne ku, hêzên ewlekarîyê dişa birêz Xatemî Zehra Eşragî û hevjînê wê Mihemed Riza Xatemî, bo demeke kin desteser kirine, lê sedema wê yekê nehatîye ragihandin. Eşragî, nevîya rêberê Şoreşa Îslamî Ayetollah Ruhallah Xumeynî ye.

Li alîyê din, serokê Îranê Mahmud Ahmedînecad, li Qada Azadî ya Tehranê derket pêş sed hezaran kesan û axaftinek bo hilkeftina roja netewî kir.

Di axaftina xwe de birêz Ahmedînecad pesna serkeftinên gelê Îranê da û rexne li Rojava girt û da xûya kirin ku Îran beşa yekê ya şewita navokî ya asta bilind hilberandîye.

No comments:

Post a Comment