Thursday, February 11, 2010

Dem dema xwedî derketina li zimanê Kurdî û dema perwerdeya bi Kurdî ye


RIHA, bakûrê Kurdistanê -- Li Wêranşarê hezar û 100 daxwaznameyên 'perwerdehiya kurdî'

Nûnertiya TZPKurdî ya Wêranşarê, bi boneya perwerdehiya kurdî bidin zarokan hezar û 100 daxwazname da Miduriyeta Perwerdehiya Navçeyê.

Di nav berbera koma dixwastin li ber avahiyê daxuyaniyê bidin û Midurê Perwerdehiya Neteweyî Omer Sagir de niqaş derket.

Piştî serîlêdanê TZPkurdî xwest li ber avayiya Muduriyetê beyanatekê did erheqê vê serîlêdanê de bide. Lê ji aliyê Mudur Sagir ve ev hate astengkirin. Piştre gengeşî di navbera malbatan û Mudur de derket. Piştî danûstendina navbera Ayşe Surucu û Mudur Sagir nîqaş jî rawestiya.

Dema zarokên li wur xwestin bi stirana " Zimanê kurdî" ji wur belav bibin dîsa mudur Sagir hat midaxleyî malbatan kir û dîsa nîqaş navbera wan de derket. Piştî midaxelaya polîs zarok bi protestokirina Mudur Sagir ji wur belav bûn.

Wek tê zanîn Navenda Giştî ya KURDÎ-DER'ê jî li Amedê bi armanca zêdekirina eleqeya ji bo kurdî, li gelek cihan bîlboardên Hînkaran daliqand û banga 'xwedîderketina li kurdî' kirin.


Dewleta Tirk naxwaze zimanê Kurdî bigehêje statuyeke fermî


Niyeta AKP'ê ya xapandina kurdan di pratîka wê ya demên dawî de jî bi awayekî zelal derketîye holê. Ji aliyekê ve bi navê TRT 6 kanaleke qaşo bi kurdî vedike, ji aliyê din ve jî her roj doz li zimanê kurdî vedike.

Li girtîgehan girtîyên ku bi malbatên xwe re bi kurdî diaxivin ceza dike, rojname û kovarên kurdî digire û li Meclîsê axaftinên kurdî wekî 'zimanê nayê zanîn' dide qeyd kirin.

Ev hemû jî rewşa polîkayên AKP'ê radixe ber çavan. Ji bo AKP samîmî be divê zimanê kurdî bigihîne ewlehiya Makezagonî û wekî zimanê fermî qebûl bike.

AKP ku ji ber neçariyê weşana kurdî dandest pê kirin, behsa beşa kurdolojiyê dikin lê dema kurd zimanê xwe bikar tînin tên ceza kirin. AKP bi vê bûyere careke din rûyê xwe rastî nî nîşan da.Ger li Tirkiye ser zimanê Kurdî zordarî û pêşî lê girtinên mezin nebûya dibe ku vebûna kanala Kurdî wek gaveke ji dil û bo berjewendiya Kurdan bihata şîrove kirin.

Dewleta Tirk li hemberî rastiya zimanê Kurdî, rastiyên roja me û têkoşîna kurdan neçar ma ku di televiyona dewleta Tirk a TRT de kenalake taybet bi zimanê kurdî veke. Lê aliyê din de jî qedexe û zextên ser zimanê kurdî didome û ev yek jî dibe sedema gavên dewleta Tirk wek gavê xapînok were dîtin. Wisa xuyaye ku dewlet û hikumta AKP li pêy xapandina Kurdan e.

Li gel ku dewleta Tirk di gelek qadan de zimanê Kurdî qedexe dike jî kurd pêy hev çalakî û kampanyên xurt bo zimanê Kurdî pêk tînin. Zext û qedexeyên li ser Kurdî her roj yên nû zêde dibin.

Dozgerên dewleta Tirk derbarê bikaranîna zimanê kurdî di 2009'an de bidehan doz vekirin û ji gelek kesan re ji ber bikaranîna zimanê Kurdî ceza hate birîn. Erdogan bi wan goinên xwe careke din nîşan da ku armanca wan ne dayina mafê Kurdan e û pêşketina zimnê Kurdî ye. Armanc kontrol kirina Kurdan e lê bi zimanê Kurdî.

Divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê

Li Tirkiyeyê daxwaza zimanê zikmakî bi taybetî jî daxwaza zimanê kurdî hertim bû sedema pêkutî û êrîşan.

Di qampanyayê ku heta niha ji bo kurdî hatin meşandin de hezaran xwendekar ji dibistanan hatin avêtin, malbat hatin binçavkirin û niha jî di qampanyayê de nivîskarê kurd tên girtin.

Li gel ku dewleta Tirk di gelek qadan de zimanê Kurdî qedexe dike jî kurd pêy hev çalakî û kampanyên xurt bo zimanê Kurdî pêk tînin.

Kurd dixwazin zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê û navên cîh waran ên bi kurdî şûnve bêne vegerandin û dîsa bibin Kurdî. Ji bo navên gund, bajar, deşt, dol, gelî, rûbar û erdnîgariya kurdan ên hatine guhartin cardin bên îade kirin di zûtirîn demê de di zagonan de sererastkirin bên pêk anîn.
(HAWAR NET.com / servîsa nûçeyên

© HAWAR NET 2010

No comments:

Post a Comment