13/02/2010 |
|
Bakî GUL - XINÊRÊ/ANF Cih û warê vê nivîsa min, bi mehan e cihê ku ez lê me, yanî çiyayên Kurdistanê ye. Li çiyayên Kurdistanê mangayeke veşartî ya gerîla. Di guhê min de dengê bi keder ê Mihemed Arîf Cizrawî.. Li çiyan demsal zivistan e. Her wiha ji bo kurdan jî destpêka demsala serhildanê ye. Di vê demsala serhildanê de li çiyan heybeta rê, baran, berf, çem û darên bişkivî Carna dengê bahozê û caran jî dengê ba û çeman li van çiyan xwe dide hîskirin. Serma û seqem jî bi her awayî xwe dide hîskirin. Ligel vê jî di her demsalî de li çiyan meşên gerîla bênavber didomin. Gerîla bi her alî ve dimeşin. Di her meşekê de gotinên ku ji devê pêşengê komê derdikeve li ser evîn û heqîqeta azadiya gel e. Ya herî girîng jî gotina ‘Heqîqet evîn e, evîn jiyaneke azad e’. WATEYA JIYANÊ FÊR DIBIM Ez hemû zehmetiyên jiyan û wateya jiyanê ji gerîlayên çiyan fêr dibim. Her wiha ez ji bo sebr û demê jî dikarim hevoka herî rast bînim ziman. Ez wan guhdarî dikim û bi wan re diaxivim. Êşa ku mirovan nekuje, tenê mirovan bi hêz dike. Dema ku ez şopên jiyaneke bi heqîqet li van çiyan dişopînim, ez dizanim ku azadiya ku em dixwazin li van çiya, çol, daristan û ligel bajaran e. Belkî ji ber vê sedemê ye ku nivîsandina reng û jiyana çiyayan, evqas mirovan dide zorê. Ez niha ji çiyan li jiyanê mêze dikim. Bi mehan e ez dinivîsim. Niha dema ku ez lê dinêrim, ez dizanim ku ez gelek tişt fêr bûme. Ez dixwazim ku tiştên ku çiyayên Kurdistanê daye min, bi we re parve bikim. Belkî di hundirê we de lêgerîna heqîqetê zindî bibe. Belkî jî ji bo fêmkirina çiyan di dilê we de tiştek biafire. Bûyerên ku di nava civakê de diqewimin û her wiha rojevên siyasî tê vê wateyê ku ji bo kurdan hin tişt bi pêş ve diçin. Lê em baş dizanin ku roj herî baş li çiyayên Kurdistanê hiltê. Ketin pey heqîqetê Hemû nîşaneyên riyên gerîlayan vê nîşan dide. Rêberên gerîla ku ketine pey heqîqetê û hesab dipirsin wiha dibêjin: “Em niha di demeke ku kurd şoreşên xwe dijîn, de ne. Ji bo vê şeroşê ‘Şoreşa heqîqetê’ jî tê gotin. Gerîla ji bo vê têkoşîna ku bi salan e didome wiha dibêjin; “dema herî nêz ya ji bo çareseriyê ye.” Gerîlayên çiyan vê rewş û demê wiha vedibêjin: “AKP û aliyên ku li derdora wê ne ji bo kurdan baş nafikirin. Ev ji bo kurdan lîstika mirinê ye. Mirov ji kîjan alî ve binêrin û ji kîjan alî ve şîrove bikin, tiştê ku derdikeve holê ev e ku mirov bi rehetî dibînin ku tiştên şoreşa kurdan derketine holê. Li çiyayên Kurdistanê gerîlayên ku bi hunerê re eleqedar dibin di nêrînên xwe de gelek bi israr in. Gerîlayek ku bi sînemayê re eleqeder dibe dema ku behsa sînemaya kurd dike ev gotinên wî bala mirovan dikişînin: “Sînemaya kurd her diçe pêşve diçe. Lê divê em van pêşketinan baş binirxînin. Sînemaya Yilmaz Guney ku hêvî da kurdan, çek da kurdan. Niha gelek kesên bi sînemayê re mijûll dibin kurdan biçûk dibînin û biçûk dixînin. Bi vî awayî ji derdorê ‘her bijî’yan’digirin.” Bi rastî jî wisa ye. Li çiyan ji hunerê bigire heta siyasetê, ji qada leşkerî bigire heta lêkolînên zanistî di her qadî de gerîlayên jin û mêr ji bo jiyaneke azad û heqîqetê têdikoşin. Ew dizanin ku şerê heqîqetê, di her qada jiyanê de, di hemû qadên civakî de, komunalîst ekonomîk, ekolojî, bajarekî demokratîk, herêmî û netewî de dê bi ser bikevin û bi wate be. |
Saturday, February 13, 2010
Kurd û heqîqeta li çiyan
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment