Friday, December 25, 2009

12 kurd bi dardakirinê re rû bi rû ne

25/12/2009

Li Îranê ku gelek kurd bi dardakirinê hatine cezakirin piştî li ser hewildana Celal Talabanî dardakirina Şêrko Maarîfî hate rawestandin, çav li dardakirna kurdên din e. Li Îranê dardakirina 12 kurdên ji hêla rejîm paşverû ya Îranê ve di bin zilmek mezin de tên girtin, di rojevê de ye. Di vê çarçoveyê de qampanyayê piştî dardakirina Îhsan Fetahiyan dest pê kirîn bêhêz man û di nav de Habîbullah Latîfî û Ceynep Celaliyan jî heyîn dardakirina 12 kurdan di dorê de ye. Ji bilî van 21 kurdên din jî yên bi cezayê îdamê tên darizandin hene.
Zordariyên rejîma paşverû ya Îranê li ser gelê kurd berdewam dike. Ji kurdên ceza lê hatiye birîn Îhsan Fetahiyan di 11'ê mijdara borî de hate dardakirin. Piştî serdana Serokomarê Iraqa Federal Celal Talabanî, dardakirina Şêrko Maarîfî hate rawestandin lê 12 kurdên din her dem bi tehlîkeyae dardakirinê re dijîn. Li gorî agahiyan 21 kurdên din ên bi cezayê dardakirinê tên darizandin jî hene. Ji van Habîbullah Latîfî û Zeynep Celalyan di rêza serî ya dardakirina rejîma paşverû de ne. Piştî dardakirina Fethiyan li qada navneeweyî de li hemberî rejîma paşverû qampanya hatin destpêkirin lê heta niha qampanya negihiştine astek bi hêz. Ji ber bêdengiya raya cîhanê hejmara bi dehan kurdên ji hêla rejîma paşverûve tên darizandin jî bi temamî nekişf e. Her wiha li gorî zagonên derveyî mirovahiyê yên rejîma paşverû ligel ku cezayê dardakirinê yê Maarîfî rawestand jî dê cardin bidarizîne û heta darizandinê dê di hucreyek yek kesî de bigire. Girtina kesan a di hucreyek yek kesî de jî wekî nîşaneya dardakirinê ye.

CEZA SIYASÎ YE
Li gorî rêxistinên mafên mirovan darizandina kurdan bi tu zagonên adîlane neyê kirin û bi tevahî bi armanca çewisandina kurdan bi awaye siyasî tên cezakirin. Rêxistinên mafên mirovan ji bo Maarîfî jî cardin fikarên xwe tînin ziman û diyar dikin ku tehlîkeya dardakirinê hêj heye. Li gorî nirxandina Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a 2009'an kurdên ji sedî 7'ê gelê Îranê pêk tînin di b in tehlîkeyê de ne û ji tu mafên mirovan, azadiyan fayde nagirin. Parêzvanên mafên mirovan diyar dikin ku li hemberî saziyên mafên mirovan jî zordariyên rejîma paşverû zêde bûne. Saziyên rejîma paşverû şermezar dikin, dixwazin ku di zûtirin demê de dest ji hovîtiyê berde û li gorî mafên mirovan tevbigere. Rêxistina mafên mirovan a bi navê Defend Întenatîonal (DL) jî dardakirina Fethiyan şermezar kir û xwest ku di zûtirîn demê de dardakirina 12 kurdan bê rakirin û şert û mercên wan bên sererastkirin.

REJÎMA PAŞVERÛ HIŞYAR BIKIN
Li gorî agahiyên di destên saziyên mafên mirovna de ji bilî 9 kurdan niha 9 kurdên din jî yên bi cezayê dardakirinê tên darizandin hene. Navên kurdên di belgeyên Rêxistina Efûyê ya Navneteyî, Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan û DL'yê de derbas dibin wiha ne: "Zeynab Celaliyan, Şêrko Maarefî, Habîbullah Latîfî, Farhad Çaleş, Ramezan Ahmad, Rostam Arkiyan, Fasîh Yasamînî, Raşîd Akhkandî, Hossên Xazirî, Farzad Kamangar, Alî Heydariyan, Farhad Vakîlî.
Her wiha di hind lîsteyan de jî navên Hîwa Boutîmar, Anwar Hoseîng Panahî, Arsalan Evliyayî jî hene. Herî dawî di lîsteya DL'yê de Sid Samî Hesinî, Sid Jammal Mohammedî, Mostafa Sallimî, Mohammed Amîn Agushî jî lê zêde bûn.
Saziyên mafên mirovan bang li hemû kesê kirin ku dengê xwe bilind bikin û rejîma paşverû hişyar bikin. AMED - DÎHA

No comments:

Post a Comment