Monday, December 28, 2009

Rewşenbîran kelepçe şîrove kir


28/12/2009

Rewşenbîrên nerazîbûn nîşanî girtina siyasetmedarên kurd û endamên BDP'ê, peyd kirina destên wan û xistina wan a rêzê dan û ev yek wekî encama tevgera psîkolojîk a bi armanca şerê navxweyî nirxandin. Rewşenbîran daxuyandin ku bi vê riyê peyame dane kurdan û wiha gotin: "Ev operasyon ji serî heta dawiyê zilma li hemberî kurdan rûreşiya tirkan e. Lazim e dewlet ji vê siyaseta xwe ya li ser bingeha binketîn û serketinê berde."
Hîndekarê Zanîngeha Bîlgiyê Prof. Dr. Ferhat Kentel diyar kir ku îdîaya baz û kevokan a ji bo BDP'ê tînin ziman di bingeha xwe de di nav dewletê de heye û wiha got: "Ev xwenîşandana wekî şerê zarokan e. Hikûmet hind peyamên nerm dide û piştre di pratîkê de gavên dijber diavêje. Bi vê yekê jî zimanê şer dike zimanê siyasetê. Girtina BDP’iyan wekî serkeftina şerekê hatiye dîtin û bi ji holê rakirina BDP'ê zimanek şerkertir di siyasetê de serdest kirine. Niha manzarayek gelek xeternak û tehlîke heye. Bi qeydkirina destên BDP'iyan dixwazin dixwazin hind şablonan û şeklan di serê gel de çê bikin. Bi zanîn dayîna van dîmenan a çapemeniyê jî encama şerê psîkolojîk e. Rastî tevgerek psîkolojîk e."

PIRSGIRÊK DIBE KANGREN
Prof. Dr. Sancar jî anî ziman ku berdana çekan a PKK'ê tenê dê bi riya siyasî bûne PKK'ê pêk bê û wiha domand: "Ji bo wê lazim e siyasî bûna PKK'ê bê teşfîqkirin. Piştî girtina DTP'ê girtina BDP'yiyan darbeyek mezin li çareseriya pirsgirêka kurd xistiye. Dixwazin bi vê yekê di siyaseta kurdan de alternatîfekê ava bikin lê ev xeyalek gelek dûr e. Encama vê pêvajoyê dê bibe barek mezin ê li ser milê gelên kurd û tirk. Ku di nav demek kin de hewildanên van fikaran ji holê radikin pêk neyê, dê hêviya min a li hemberî çarseseriyê bi dawî bibe. Çareseriya pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê bi tasfiyekirina tevgerae kurd û nûnerên kurd pêk nayên."

REWŞEKE XETERNAK E
Hîndekar Doç. Dr. Haluk Gerger jî rewş bi xeterî rave kir û ev tişt gotin: "Ev pêkanîn zilmek li hemberî gelê kurd e. 15 sal berî niha siyasetmedarêa kurd Orhan Dogan rastî heman helwestê hatibû. 15 sal piştre cardin siyasetmedarek kurd rastî heman pêkanînê tê. Ev yek nîşan dide ku Tirkiye qasî serê derziyê jî pêş neketiye. Ev ne gengaşiyek di navbera AKP û artêşê de ye. Ev hewldanek hevpar a AKP, lîberal, artêş û tevahiya dewletê ye. Ji ber ku di pergalê de li hev kirin.” STENBOL

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment