Saturday, December 26, 2009

‘SIYASETA KURD TUNE DIKIN’

26/12/2009

‘Gelê kurd dê li nûnerên xwe xwedî derkeve’
Serokatiya KONRA GEL der barê operasyona ku li hemberî BDP’ê pêk hatibû de daxuyaniyeke nivîskî da û helwesta dewleta tirk tund şermezar kir. KONRA GEL di daxuyaniyê de destnîşan kir ku dewleta tirk pêşiya çareseriya pisrgirêka kurd digire û daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Gelê kurd dê tu carî destûrê nede vê. Gelê kurd dê xwedî li rûmeta xwe û nûnerên xwe derkeve.
KONRA GEL bi armanca ku operasyona li dijî BDP’ê pêk hatîde ku 80 kes hatin binçavkirin, şermezar bike daxuyaniyeke nivîskî da.

‘BERSIVA DEWLETÊ EV E’
KONRA GEL di daxuyaniyê de balkişand ser zext û zordariyên dewleta tirk ên li hemberberî têkoşîna gelê kurd û wiha berdewam kir: “Operasyona ku li hemberî gelê kurd pêk hatiye, ji bo tasviyekirina tevgera azadiyê ye. Dewleta tirk di çarçoveya konsepta tasfiyeyê de ewil DTP girt û ji bo nûnerên wê qexede pêk anîn. Niha jî li hemberî BDP’ê operasyon pêk anîn. Di nava wan de nûnerên DTP’ê û şaredar jî hebûn, gelek siyasetmedarên kurd hatin binçavkirin. Operasyona li dijî siyasetmedarên kurd didome. Ev nûnerên me ji aliyê gel ve hatine hilbijartin. Dewleta tirk jî bi êriş û heqeretan, daxwazên gelê me binpê dikin. Bersiva dewleta tirk ji bo gelê kurd ev e.”

TASFIYEYÊ FERZ DIKIN
Di berdewamiya daxuyaniya KONRA GEL de wiha hate gotin: “Di bin navê çareseriya pirsgirêka kurd de polîtîkayê ku tên meşandin, ji bo tasfiyekirina îradeya siyaseta kurd e. Dewleta tirk hewl dide ku siyaseta kurd tune bike. Bi van polîtîkayan tê xwestin ku gelê kurd teslîm bibe û rêyên şer vebibin. Lê em dibêjin ev ne mumkune. Polîtîkayên dewleta tirk yên îmha û înkarê dê bê encam bimîne. Heta îro çawa bê encam maye dê ji vir şûnde jî bê encam bimîne. Ji şerê ku tê fezkirin hikûmet AKP’ê berpirsiyare.”
KONRA GEL di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Dewleta tirk bi konsepta xwe ya dwaî dixwaze ku pêşiya çerseriya pirsgirêka kurd bigire. Em dê derfetê nedin vê. Gelê me divê di her qadî de xwedî li îrade û nûnerên xwe derkeve. Divê têkoşîna xwe bilind bike. Em bang li hemû jin ciwan û gelê xwe dikin. Bila xwedî li rûmeta xwe derkevin.” BRUKSEL - ANF

No comments:

Post a Comment