Friday, December 25, 2009

Li dijî gelê kurd şer hat îlankirin


25/12/2009

Bi operasyonên hevdem yên li 11 bajaran şaredar jî di nav de 80 kes hatin binçavkirin. Ev yek di nava gelê kurd de bû sedema nerazîbûnan. Sazî, rêxistin û partiyên kurdan gotin ku li hemberî gelê kurd şer hatiye îlankirin.

OPERASYONÊN KORSANÎ
KNK’ê got ku ew operasyona korsanî û nijadperestî bi tundî şermezar dikin û rayedarên dewleta Tirkiyeyê û desthilatdariya AKP’ê hişyar dikin ku bi ‘aql-i selîm’ tevbigerin û bi dilsozî û di çarçoveya demokratîk de û bi nûnerên rastî yên kurd re bikevin nava têkiliyan.

PÊŞIYA SIYASETÊ DIGIRIN
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Yuksel Genç, destnîşan kir ku bi vê operasyonê tê xwestin ku hewldana çareseriya demokratîk asteng bikin. Genç, diyar kir ku bi vê operasyonê dixwazin rê li pêşiya siyaseta demokratîk bigirin û riya şer vekin.

Operasyon fiyaskobûna ‘berlêvekirinê’ ye
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî operasyona mezin a li hemberî BDP’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: “Dewleta Tirkiyê û detshilatdariya AKP’ê, cardin li dijî îradeya Gelê Kurd operasyonên hevbeş yên korsanî dan destpêkirin. Di encama operasyonên korsanî yên hêzên artêşa Tirk, ku li dijî nûnerên gelê kurd, li dijî rêxistinî, desketiyên gelê kurd û bi armanca tesfiyekirina Tevgera Azadiya Gelê Kurd, nûnerên gelê kurd yên ku siyaseta demokratîk didine meşandin, hatine girtin.”
KNK’ê di daxuyaniya xwe de got ku operasyona dawî, nêîzîkbûn û armanca dewleta Tirkiyê û detshilatdariya AKPê vekirî destnîşan dike û maskeya pêvajoyên ‘vekirinê’ daxiste jêr, rûdêna rats ya dewlet û AKP’ê aşkera kir. Êdî aşkera bû ku pêvajoyên ‘berlêvekirinê’ fiyasko ye. Di dewema daxuyaniyaniyê de wiha hate gotin: “Operasyona hêzên nijadperest yên Tirkiyê, di dema ku serokwezîrê Tirkiyê Tayip Erdogan, bi 10 wezîrên xwe re çû serdana Suriye, pêk hat û li dijî nûnerên siyasî û meşrû yên gelê kurd operasyona korsanî pêk hat. Em weke Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, vê helwesta nijadperestî ya dewleta tirk bi tundî şermezar dikin û bang li gelê kurd dikin ku li nûnmerên xwe xwedî derkevin û mafên xwe yên demokratîk bikar bînin.
Pêwiste werê zanîn ku, ev operasyon li dijî gel Kurd teva ye. Operasyona hevbeş ku li tevahiya bajarên Kurdistanê pêk hat, li dijî destkeitiyên Başûrê Kurdistanê, li dijî rêxistiniya gelê Kurd ya 4 parçeyên Kurdistanê ye. Pêşengê dagirkerî û siyasetên tunekirin û ji holê rakirina gelê kurd, dewleta Tirkiyê û desthiladairiya AKPê ye. Diminatiyeke stratejîk dikin. Pêwiste gelê kurd yên li 4 parçeyên Kurdistanê vê rastiyê biîne û fêm bikin û li dijberiya xwe nîşan bide.” KNK’ê anî ziman ku operasyona korsanî û nijadperestî bi tundî şermezar dikin û rayedarên dewleta Tirkiyeyê û desthilatdariya AKPê şiyar dikin ku bi ’aql-i selîm’ tevbigerin û bi dilsozî û di çarçoveya demokratîk de û nûnerên rastî yên Kurd re bikevin nava têkiliyan û çareseriyê pêk bînin. Hewldan û kiryarên korsanî, derî exlakî û derî huquqî, ji sudewaiyê bêhtir, wê ziyanên mezin bigihînin dewleta Tirkiyê. BRUKSEL - ANF

Piştî 15 salan heman dîmen
Serê sibê ekîbên TEM'ê li ser biryara Dozgeriya Komarê ya Amedê, li 811 bajaran li dijî Şaredarên BDP'ê û saziyên sivîl ên civakî operasyon pêk anî û zêdeyî 80 kesî binçav kirin. Di van binçavkirinan de binçavkirina Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, binçavkirina 15 sal berê ku di 2'ê adara sala 1994'an de parlamenterên DEP'ê kaş kiribûn û kiribûn binçavkan anî ber çavan.
15 sal berê parlamenterên DEP'ê Hatîp Dîcle, Selîm Sadak û Orhan Dogan di derketina meclîsê de ji aliyê polîsan ve hatibûn kaşkirin û hatibûn binçavkirin. Hevalê siyasedmedarê kurd û parlamenterê DEP'ê Orhan Dogan ku bi hevre 10 salan di hepsê de man Selîm Sadak 15 sal şûnde dîsa bi heman şiklî hate binçavkirin. Sadak dema hate binçavkirin ji rojnamegran re got "Em ji gelê xwe û Sêrtiyan pir hez dikin. Em dê teqez rojekê aştiyê bi dest bixin" Li ser vê yekê polîsan pêl serê Sadak kir û ew bi zorê xist wesatiyê.

2’YÊ ADARA 1994’AN
Destnedayina Parlamenterên DEP'ê di 2'ê adara sala 1994'an de hate rakirin û di heman rojê de parlamenterên DEP'ê li ber deriyê meclîsê ji aliyê polîsan ve hatibûn kaşkirin û hatibûn binçavkirin. Ji bo destnedayina Parlamenterên DEP'ê di serî de ji bo Orhan Dogan deng hatin dayîn û hemû partiyên di meclîsê de rakirina destnedayina Dogan erê kir. Piştre rakirina destnedayina parlamenterên DEP'ê Sirri Sakik, Mahmut Alinak, Hatîp Dîcle hate erêkirin. Ji bo rûniştina saet di 16.45'an de heta sate 20.00'an navber hate dayîn. Hîn meclîsê navber bi dawî nekiribû Dozgerê DGM'ê beyî li benda biryara fermî ya Rojnameya Fermî raweste, biryara girtina parlamenteran derxist. Di navbera rûniştina meclîsê de saet 17.05'an de polîsan Hatip Dîcle li dervê meclîsê binçavkir. Saet di 17.25'an de Orhan Dogan dema ji meclîsê derket bi kaşkirinê binçavkirin. Mahmut Alinak, Sirri Sakik, Ahmet Turk û Leyla Zana jî bi heman rengî hatin binçavkirin. SÊRT

Nerazîbûnên gel dest pê kirin
Operasyonên hevdem a li hemberî BDP'ê ya li 11 bajaran pêk hat û 9 jê şaredar 80 bijartî û siyasetmedar hatin binçavkirin li Wan, Sêrt, Êlih, Qoser û Weranşarê bi çalakiyên girseyî hatin şermezarkirin.
WAN: Bi sedan kesên ku li ber avahiya BDP'a Wanê civiyan, li gel Endamê MYK'a BDP'ê Zahîr Saritaş, Şaredar, Bekîr Kaya, Endamê PM'ya DTP'a hate girtin Hamît Dîlbahar û Serokê Rêxisitna DTP'a hate girtina ê Wanê Selîm Ertaş, Berdevkê Koma Çareseriya Demokratîk û Aşiyê ya Maxmûrê Nurettîn Turgut, Endamê Meclîsa Tirkiyeyê ya M. Şîrîn Tunç jî di nav de, ber bi Kuçeyan Hunerê ve meşiyan.
SÊRT: Bi sedan kesên bertek nîşanî binçavkirina Şaredarê Sêrte Selîm Sadak dan, li ber Şaredariyê Sêrtê civîyan û daxuyanî dan çapemeniyê. Di civînê de Rêveberên Rêxistina BDP'ê ya Bajêr, Endamên Meclîsa Giştî, Rêberên SES, Egîtîm Sen, ÎHD, SODER, TUHAD DER, Tum Bel-Sen, BES, DÎSK/Genel-Îş, MKM, SÎYDER, Yapi Yol-Sen, Haber-Sen, Bariş Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê, personelên şaredariyê, keyayên taxan û gelek kesên din amede bûn.
ÊLIH: Li Êlihê jî Rêveberiya BDP'ê li ber avahiya partiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Serokê BDP'ê ya Êlihê Mehmetşah Kaygusuz, Cîgirê Serokê Giştî yê BDP'ê Mehmet Şafî Ekîncî, Şaredarên BDP'ê yen Navçeyên Êlihê, endamên meclîsa şaredariyê jî di navde gelek kes amade bûn. Piştî daxuyaniyê bi sedan kesan bi diruşmeya "Êrîş me bêzar nakin" binçavkirin şermezar kirin.
QOSER: Li Qoserê jî rêveberên BDP'ê û saziyên sivîl ên civaki li ber Şaredariya Qoserê daxuyaniyek bi girseyî dan çapemeniyê û binçavkirin şermezar kirin.
WÊRANŞAR: Li Wêranşarê jî bi sedan kes li ber avahiya BDP'ê ya Wêranşarê li hev kom bûn û operasyonên li dijî şaredaran şermezar kirin. Koma ku ji ber avahiya BDP'ê heta Kolana Rihayê ya berê meşiyan. Û nezarîbûna xwe anî ziman.

‘Çiqilê berûyê di ku dera we de çû?’
Piştî daxuyaniyên AKP'e û Serfermandariya Giştî yên ku siyaseta kurd wekî hedef nîşan didin, pratîk van gotinan bi operasyona hevdem a li 11 bajaran li hemberî şaredarên BDP'î pêk hatî, encam bû. Baydemîr têkildarî binçavkirina 80 kesên Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle, şaredar û parlamenterên berê di nav de Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr bi pirsa, "Kîjan aliyê dara berûyê çû di kûre we re?" ji hikûmetê kir û binçavkirin bi tundî şermezarkirin. Baydemîr anî ziman ku kî ji ketina girtîgehê û ji bedeldayînê bitirse namerd e.
Rêxistian BDP'ê ya Amedê bi armanca şermezarkirina operasyona li 11 bajaran bi hevdemî pêk hatî li ber avahiya bajar daxuyaniyek da çapemeniyê. Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Parlamenter Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel, Emîne ayna û bi hezaran kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Bi hezaran kesî bi yek dengî sloganên, "Bijî Serok Apo", "Tolhildan", "Lawir Arinç" û "AKP xwe şaş neke sebrame xilas neke" avêtin. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Amedê Mehmet Alî Aydin operasoyna di 14'ê nîsanê de li dijî DTP'ê pêk hatî bi bîr xist û wiha axivî: "Vê pêvajoyê bi avêtina çala mirinê ya Rêberê PKK'ê Birêz Abdullah Ocalan berdewam kiriye. Herî dawî bi girtina DTP'ê êrîş derketine asta herî jor. Niha jî bi vê operasyonê êrîş berfirehtir kirine."
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr jî da zanîn ku bi mehan e projeya tasfiyeyê cuda nîşan dane û heta îro anîne. Baydemîr wiha domand: "Ev bi armanca tasfiyeyê ye. Me duh çiqilên dara berûyê ji bo aştiyê bilind kirin, lê ez ji hikûmet û Serokwezîr dipirsim: kîjan çiqilê dara berûyê çû di kîjan ciyê we re."
Baydemîr wiha got: "Ev gotina me ya dawiyê nîne. Ji bo gotin neqede bi aqil tevbigerin. Bi aqil tevbigerin ku gotin bi dawî nebe. Em ji yên me wekî baz û kevokan cuda dikin re jî dibêjin 'bicehnimin'. Hûn tenê kurdek îhanetê li xwe bike jî peyda nakin. Şêx Seîd îxanet dît, Seyîd Riza dît lê êdî kurdên niha îxanetê nagirin." Parlamenter Kişanak jî operasyon wekî terora dewletê nirxand. Kişanak anî ziman ku 2 milyon û nîv mirov di bin çavan de ye. Kişanak bang li hemû derdorên demokratîk û gelê kurd kir ku sibê li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bigihin hev. AMED

Genç operasyon wekî darbe bi nav kirin
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Yuksel Genç, bertek nîşanî operasyona li dijî BDP'ê ya ku li 11 bajaran pêk hat û 80 kes hatin binçavkirin, da. Genç, diyar kir ku operasyon li dijî hewildana çareseriya demokratîk a kurd hatiye kirin.
Operasyona hemwext a li dijî BDP'ê ku li 11 bajaran pêk hat, li gel Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle 80 kes hatin binçavkirin. Hevseroka KCD'ê Yulsel Genç, operasyona li dijî BDP'ê pêk hat bi avayekî tuned şermezar kir û diyar kir ku operasyon li dijî hewildanên çareserî û demokrasiyê ye. Genç, anî ziman ku ev operasyon li dijî çareseriya pirsgirêka kurd a demokratîk pêk hatiye û wiha axivî: "Bi vê operasyonê dixwazin kaosê kûr bikin. Dixwazin rê li pêşiya demokrasî û çareseriyê bigrin."
Genç, destnîşan kir ku bi vê operasyonê tê xwestin ku hewildana çareseriya demokratîk asteng bikin û wiha got: “Demek dirêje li dijî hewildanên çareseriya demokratîk operasyon têne meşandin. Berê li hemberî DTP'ê niha jî li hemberî BDP'ê opererasyon pêk hatin. Bi van operasyonên li dijî siyaseta demokratîk astengiyê derdixin. Ev operasyon ji aliyê kesên ji pevçûn û şer hez dikin û naxwazin dest ji şer berdin pêk tê. Bi vê operasyonê dixwazin rê li pêşiya siyaseda demokratîk bigrin û riya şer vekin." AMED - DÎHA

Rewşenbîran got; ev daxwaza şer e
Rewşenbîrên nerazîbûn nîşanî operasyona li hemberî şaredarên BDP'ê dan balkişandin ser bêsamîmiyeta AKP'ê û daxuyandin ku dewlet naxwaze aştî pêk bê. Rewşanbîran daxuyand ku bi ji holê rakirina nûnerên kurdan pirsgirêka kurd nayê çareser kirin û xwestin dewlet dest ji vê ferasetê berde.
Nivîskar Altan Tan, bertek nîşanî operasyona li dijî BDP'ê da û diyar kir ku ev operasyona, operasyona tevlihevî û xetimandina qanalên demokraiyê ye. Tan, bi gotina, "Hikûmet dixwaze çi bike?" bertek nîşan da û xwest hikûmet têkildarî vê mijarê daxuyaniyekê bide.”
Rojnameger Oral Çalişlar operasoyn wekî nesamiyeta dewlet û hikûmeta AKP'ê ya li hemberî çareseriya pirsgirê kurd nirxand û ev tişt gotin: "Operasyon aliyê bêsamîmî yê li hemberî pirsgirêka kurd nîşan dide. Îro riya çareseriya pirsgirêka kurd vekirina riyên diyalogê ye."
Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Gunlukê Bîlgen bangên rewşenbîrên dema DTP'ê biryara vekişîna ji Meclisê girtî bagn dikirin bi bîrxistin û wiha domand: "Berpirsyariya vê tenê ji hêzên ewlehiyê û darazê nîne. Di heman demê de berpirsyarî ya dewlet, hikûmet û hemû derdorên cuda ne."
Nivîskar Eşber Yagmurderelî jî operasyon wekî operasyone û hewildanek provokatîf nirxand û wiha pêde çû: "Lazim e herkes ji provokasyonan dûr bisekine ku çareserî pêş bike. Lê bixabin ev provokasyonên siyasî pirsgirêkê kûrtir dikin."
Rojnameger Aydin Çubukçu jî diyar kir ku dixwazin bi van operasyonan kurdan bînin hember hev û kurdan perçe bikin û ev tişt anîn ziman: "Hikûmet naxwaze bi tu awayî îradeya kurdan nas bike û ji ber vê yekê dixwaze hemû hêzên bi hikûmetê re bikevin diyalogê ji holê rake."
Nivîskar Ertugrul Kurkçu jî bi tundî operasyon şermezar kir û daxuyand ku ev êrîşek li hemberî mafên gel ên hemwelatîtiyê ne. Kurkçu derbirî ku di çarçoveya hewildana wekî ya çareseriyê nîşan didin de nûnerên gel tasfiye dikin. AMED / STENBOL

© Azadiy Welat

No comments:

Post a Comment