Thursday, December 24, 2009

Hikûmeta AKP’ê 4 caran têk çûye


24/12/2009

‘Ev şansê Erdogan ê dawî ye’
Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) û Serokê Biryargeha Navendî ya Hêzên Parastina Gel Duran Kalkan, destnîşan kir ku biryara vegera nav gel û piştre cihgirtina di nava BDP’ê de, birayeke rast e û bêyî azadiya Rêber Apo jî, çareseriya pirsgirêka kurd ne mimkûn e.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Duran Kalkan, der barê girtina DTP’ê, biryara vegera nav gel û cih irtina nava BDP’ê de dîtinên xwe anîn ziman û diyar kir ku eger pirsgirêka kurd çareser nebe, dibe ku şerê navxweyî derbikeve.

AKP 4 CARAN TÊK ÇÛ
Kalkan da zanîn ku bi vegera parlamenterê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şansekî din da çareseriya demokratîk û got: “Desthilatdariya AKP’ê, di sala 2009’an de 4 caran têk çû, yekemîn di hilbijartinên 29’ê Adarê de, duyemîn, di pêvajoya piştî hilbijartinan de, hingî mecbûr ma ku pêvajoyên 'berlêvekirinê' bide destpêkirin. 3’emîn, di lîstikên pêvajoyên 'berlêvekirinê' de têk çû, 4’emîn jî, li hemberî têkoşîna gelê kurd ku li ser banga Rêber Apo hate destpêkirin têk çû.”

ŞANSÊ DAWÎ YE
Kalkan diyar kir ku ji bilî çareseriyê tu riyên din li pêşiya desthilatdariya AKP’ê nemane û got: “Ev şansê Erdogan yê dawî ye. Ji hewldan û gera li derve jî tê xuyakirin ku aqilê wî jî nehatiye serê wî. Rewşa dawî da xuyakirin ku şerê kurdan ne tenê li Kurdistanê li metropolên Tirkiyeyê jî çêdibe. Li Enqereyê karker li kolanan in. Jin azadiyê dixwazin, kedkar jiyaneke bi rûmet dixwazin. Ji bo bidestxistina jiyaneke demokratîk û aram, civak di nav tevgerê de ye.”
Kalkan, bal kişand ser çareseriya pirsgirêka kurd jî û got: “Bêyî azadiya Rêber Apo, azadiya Kurdistanê çênabe. Bêyî azadiya Rêber Apo, azadî û bidestxistina jiyaneke bi rûmet a gelê kurd jî mimkûn nabe. Bêyî azadiya Rêber Apo, aştiya navbera kurd û tirkan jî çênabe.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Duran Kalkan, li ser nîqaşên vegera nava gel jî got ku, biryar di cihê xwe de bû û da xuyakirin ku gelê kurd di pêvajoyên herî tevlihev û dijwar de, xwedî biryar e û gavan diavêje.

TIRKIYE HEJAND…
Kalkan destnîşan kir ku parlamenterên kurd, dilsoziya li hemberî gel jî nîşan da û îsbat kir ku, yekitiya gelê kurd giring e û di pêvajoyên wiha de, xwedî biryar û bingeha serketinê ye û got: “Lêgerîna çareseriya demokratîk di bin sîwana parlamentoyê de, girîng e. Biryara parlamenteran a cihgirtina di bin sîwana BDP’ê de jî di cih de ye.”
Kalkan da zanîn ku girtina DTP’ê, darbeyeke mezin li hiqûqa Tirkiyeyê, li demokrasiya Tirkiyeyê da û got: “Biryara vekişîna parlamenteran ji parlamentoyê, Tirkiye hejand û rê li ber krîzeke mezin a siyasî vedikir. Lê Rêber Apo, şansek din da çareseriya demokratîk, rê li ber siyaseta Tirkiyeyê vekir. Pêwîst e ev rastî ji aliyê her kesî ve bê dîtin.”

NEXŞERIYA OCALAN
Duran Kalkan destnîşan kir ku desthilatdariya AKP’ê, bi zanîn, bi plan û program li dijî Tevgera Azadiya Kurd têdikoşe; bi Amerîka, Îran û dewletên din ên dagirkerên Kurdistanê re hevkariyan dike û got: “Desthilatdariya AKP’ê, bi armanca jiholêrakirin û tesfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd, konseptên îmhakirinê dide destpêkirin. Piştî serketina gelê kurd a di 29’ê Adarê de, dewletê ji her alî ve, leşkerî, polîs, edlî û nijadperestiya linckirinê da destpêkirin. Dewleta Tirkiyeyê û desthilatdariya AKP’ê, biryara hareketa me ya ji bo "bêçalakîtiyê" ji nedîtî ve hat, Nexşeya Riya Çareseriyê ya Rêber Apo radestî gelê kurd nekir.”

KONSEPTA ÎMHAYÊ
Kalkan, got ku li hemberî lîstik û xapandinên dewleta Tirkiyeyê û desthilatdariya AKP’ê, gelê kurd hişyar bû û nehate lîstikan, di encama têkoşîna gel de, maskeya AKP’ê jî ket û got: “Nexşeriya Çareseriyê û Grubên Aştiyê, pêvajoya têkbirina planên AKP’ê û dewletê bi hêz kirin. Desthilatdariya AKP’ê, bi muxalefet, artêş û burokrasiya nasyonalîst re kete nava hewldanan. Lê Serokatiya me, gel û gerîla jî însiyatîf ji destên xwe bernedan û li dijî kiryarên tesfiyekirinê têkoşiyan û di encamê de, planên AKP’ê û dewleta Tirkiyeyê têk çûn.”

BERXWEDANA CIWANAN
Kalkan bal kişand ser têkoşîn û berxwedana ciwanên kurd û got: “Ciwanên kurd û jinên kurd, bi cengaweriyeke dîrokî li ber xwe dan. Bi saya fedakariya ciwan û jinên kurd, ev encama serketinê hate bidestxistin. Lewre em berxwedana ciwan û jinên kurd silav dikin û pîroz dikin. Pêwîst e bê zanîn ku nifşê nû yê gelê kurd, di nava şer de mezin bûye û perwerdehiya xeta Rêber Apo dîtine. Nifşê ku di nava zordestî, êş û azaran de mezin bûye dê bi giyanê cenfedayî li ber xwe bide. Nifşê nû, derfetan nade dijmin ku gelê kurd têk bibe û ji nirxên mirovaniyê dûr bikin. Em dikarin bi hêsanî bêjin ku potansiyela îro ya ciwanên kurd, li dijî dagirkeriya bextreş a dijmin e û rastiya gelê xwe jî fêm kiriye. Ciwanên kurd, baş fêm kiriye ku hebûna wî, rûmeta wî, nasnameya wî, çanda wî û zimanê wî ye. Di nava têkoşîna îdeolojîk, rêxistinî de, wek potansiyela pêşeng jî derdikeve holê.”

AZADIYA OCALAN
Li ser pirsa rojnamevanê ajansa nûçeyan ANF’ê Duran Kalkan da zanîn ku pirsgirêk ne vekirina camên di odeya Rêber Apo de ye û ne zêdekirina saetên derketina hewşa berhewa ye û got: “Ev nêzîkbûnên erzan û bi armanc in. Têkoşîna gelê kurd û Tevgera Azadiya Kurd, guhertina dîrokê û azadkirina gelê kurd e. Helbet azadiya Rêber Apo, tenduristî û hoy û mercên jiyana wî giring in. Rêber Apo, di encama têkoşîn û berxwedana gelê kurd a azadîxwaz de li wir e. Lewre gelê kurd dîlgirtina Rêber Apo, rûmeta xwe dibîne û li rûmeta xwe jî xwedî derdikeve. Her cûre nêzîkbûna li hemberî Apo, gelê kurd û tevgera me jî ji nêzîk de eleqedar dike. Gel jî, Tevgera Azadiya Kurd jî bi zimanekî hevbeş dibêje, nêzîkbûna li hemberî Rêber Apo sedema şer û aştiyê ye.” BEHDÎNAN - ANF

No comments:

Post a Comment