Tuesday, December 22, 2009

Li Turk lêpirsîna "Birêz Ocalan" hate vekirin

Li Turk lêpirsîna "Birêz Ocalan" hate vekirin
Serdozgerê Komarê yê Enqereyê, derbarê Hevserokê DTP'ê ya hate girtin ê qedexekirî Ahmet Turk de, ji ber di daxuyaniya piştî civîna Partiya Demokrasiyê û Aşityê (BDP) a bi beşdariya endamên Meclîsa Partiya DTP'ê pêk hatî de gotinên kirin bû sedema lêpirsînê.

Derbarê Hevserokê DTP'ê ya hate girtin ê qedexekirî Ahmet Turk de, ji ber piştî civîna endamên Meclîsa Partiyê yên BDP'ê û DTP'ê ya li Salona Konferansê ya Odaya Endazyerên Înşeatê, daxuyanî da rayagiştî, lêpirsîn vebû. Di civînê de Turk gotibû ku "Hezên demokratîk ên li Tirkiyeyê, ronakbîr, nivîskar, derdorên akademîk, girîngiya mayîna me a di vê pêvajoyê de ya li parlamentoyê anîn ziman. Roja çarşemê Birêz Ocalan di hevdîtina xwe ya hefteyî ya bi parêzerên xwe re çêkir. Di encama vê hevdîtinê de Birêz Ocalan berdana qada parlamentoyê rast nedîtiye û xewest ev têkoşîn bê domandin, ev nêrîn xwe bi me re parvekir." Serdozgerê Komarê yê Enqereyê jî, diyar kir ku ji ber van gotinan doz li Turk vekiriye.
Buroya Lêpirsînê ya Sucên Çapameniyê ya Serdozgerê Komarê yê Enqereyê diyar kir ku derbarê Turk de di çarçoveya lêpirsîna Xala 215'yan a TCK'ê ya "Pesindayîna sûc û sûcdar" û Xala 216'an a "Tahrîk kirina gel a hêrsê û dijminiyê" dê ji yekîneyên têkildar ên ewlehiyê dîmen û qeydên deng bixwaze.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment