Wednesday, December 23, 2009

KALKAN: DTP BI DERBEYA 11'Ê KANÛNÊ HAT GIRTIN


Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Duran Kalkan, biryara DTP'ê ya vegeran nava milet û paşê jî, biryara tevlîbûna nava BDP, ne nakokî, lê belê weke biryardariyeke girîng binav kir..

Kaklkan diyar kir ku divê ev biryar rast were fêhmkirin û got, tengezariya heyî bi hewldanên Rêberê Gerlê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû....

Duran Kalkan anî ziman ku Ocalan şenseke din daye siyasetê û xwest ev yek baş were bi karanîn.

KALKAN: BIRYARA DTP`Ê YA VEGERA SÎNEYÎ MÎLLET NE NAKOKÎ, BIRYARDARIYEKE GIRÎNG E
Endamê Konseya Rêveber a KCK û Serokê Navenda Parastina Gel Duran Kalkan, biryarên DTP'ê yên vegera nava gel û paşê tevlîbûna nava BDPê, ji Ajansa Nûçeyan a Firatê re nirxand...

Kalkan, destnîşan kir ku beriya DTP bi derbeya 11'ê Kanûnê were girtin, planên AKP yên tesfiyekirinê, gav bi gav ketibûn dewrê..

Kalkan diyar kir ku daxuyaniya Erdogan a 'em ê vegerin serî' rê li ber gelek êrîşan vekir û bi bîr xist ku êşkenceya Îmralî, komkujiyên li dijî Kurdan û girtina DTP'ê jî, di vê çarçoveyê de, pêk hatin..

Duran Kalkan anî ziman ku ew girîngiyê dide biryardariya DTP û bal kişand ser van xalan:

'Wan nîşan da ku ew hest û nêrînên xwe bi hilbijrêrên xwe re parve dikin. Ji bo azadiya gel, ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel û ji bo destekê bidin têkoşîna demokrasiyê ew hatin hilbijartin. Parlamenterên DTP'ê ti carî ji bo berjewendî, meqam û pereyan tevnegeriyane. Bi helwestên xwe nîşan dan ku ew dilsozê têkoşîna demokrasiyê ne. Ji ber vê çendê biryardariya nîşan dan, gelek girîng e. Ev biryardarî, li dijî siyasetên înkar û tinekirinê, destek û hêz da berxwedana gelê me."

Duran Kalkan tevlîbûna parlamenterên DTP nava BDP jî weke hewldaneke asayî binav kir û got, divê ev biryar rast were nirxandin...

Kalkan fikrên xwe weha anîn ziman:

'Nîqaşên parlamenterên DTP ya derbarê vegera nava gel an jî, ji nû ve vegera meclîsê di cih de bûn, ji xwe pêwîstî bi nîqaşeke weha jî hebû. Kî bûya wê heman helwest nîşan bidana. Di vê demê de, ku sîstema êşkenceyê ya Îmralî li ber çavê her kesî veguherî çala mirinê, êrîşên li dijî gel dewam dikin, zêdetirî hezar kesî hatin binçavkirin, bi sedan kes hatin girtin, bi bahaneyên pûç partî tên girtin û siyaset li hevserokan tê qedexekirin, gelo parlamenterên DTP'ê, ji bilî helwesta nîşan dane, divayîbû çawa tevbigeriya? Helbet pêwîst bû li dijî êrîşan rawestin, xwedî li hevserokên xwe derkevin û bibana perçeyek ji berxwedana gelê Kurd û rêberê wî. Ji xwe ya kirin jî ev bû.' 

KALKAN: OCALAN ŞENSEKÎ DIN DA SIYASETÊ
Duran Kalkan, bi van gotinan, îşaret bi girîngiya rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  kir:

'Rêber Apo, ji bo rewşa siyasî zêdetir aloz nebe, di serî de çareserkirina pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên din bi riyên demokratîk, xwest ku parlamenter di bin banê meclîsê de têkoşîna siyasî dewam bikin û ev yek di cih de dît. Ne xwest tengezariya heyî zêdetir bibe. Her weha ne xwest ku cûdabûna di navbera gelan de jî kûrtir bibe. Ji ber vê çendê, ango ji bo pêşî li siyaseta demokratîk were vekirin, li cih dît ku şensekî din bide siyasetê. Parlamenteran jî, li ser vî esasî biryara vegera meclîsê dan. Divê her kes mijarê weha binirxîne û weha fêm bike.'

Duran Kalkan hişyarkir û got; eger pirsgirêka Kurd bi awayekî siyasî neyê çareserkirin, heye ku şerê navxweyî li Tirkiyê çêbibe û serhildanên gel bikevin rojevê.

Kalkan, ji bo şerê navxweyî nebe û serhildan çênebin, pêdiviya bi aştiya di navbera gelê Kurd û Tirk de destnîşan kir.

Kalkan ji bo vê jî got; heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nebe, ev jî nabe.

KALKAN: AKP DI 2009'AN DE ÇAR KEZ LI BIN KET
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Duran Kalkan, encamên muhtemel ên siyaseta AKPê ya ku înkar û îmhayê li ser kurdan ferz dike jî wiha dinirxîne:

"AKP weke encamên vê siyaseta xwe cara pêşî di hilbijartinên 29'ê Adarê de derbe xwar û şikest. Şikestina wê ya duyem jî li pey êrişên ku bi armanca îmhayê da destpê kirin, hat. Û ji ber vê yekê AKP neçar ma bi navê 'pêşîvekirinê' pêvajoyek bide destpêkirin. Lê belê bi xirabûna plana wê ya xapînok a di vê pêvajoyê de, cara sêyem pişta AKPê da erdê. Ev rewşa wê ya dawî û derketina rûyê wê yê nejidil, şerxwaz  û derbekar jî dibe şikestin û têkçûna wê ya cara çarem. Ji ber ku li hemberî vê durûtiya wê rêberiya me, gelê me, gerîla û siyaseta me ya demokratîk hemûyan li ber xwe da û êrîşên wê şikandin. Bi vî awayî di dawiya 2009an de, me êrişa AKPê ya çaremîn jî şikand û berteref kir."

Tevî vê yekê jî Kalkan balê dikşîne îhtîmala qewimîna şerekî navbera gelan:
KALKAN: XETERA ŞERÊ HUNDIRÎN HEYE, DIBE KU SERHILDAN PÊK BÊN
Kalkan pêşbîniyên xwe wiha didomîne:

"Îhtîmaleke wisa heye. Ji rîskê jî wêdetir, eger pêşî li çareseriyeke aştiyane û siyasî neyê vekirin û pê re jî çareseriya siyasî ya demokratîk a pirsgirêka kurd bipêş nekeve, û ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê gavên berbiçav û hevgirtî neyên avêtin, rewşeke wisa dikare pêk were. Jixwe ji niha ve rewşeke şerê hundirîn ango pevçûneke dijwar a hundirîn heye. Herkes vê yekê dibîne. Aliyên di nav pevçûnê de hene. Û ev rewş ne niha derdikev holê. Di eslê xwe de PKK ev 30 sal e di nava şereke wisa de ye û di rewşa aliyekî vê pevçûnê de ye."

Li gorî Kalkan ev rewşa şerê hundirîn ev 40 sal in rû dide û wiha dibêje: "Asta ku ku ev pevçûn di roja me de gihîştiyê jî li holê ye.  Berî hertiştî çavkaniya vê rewşê pirsgirêka kurd e û ev pevçûna navbera tirk û kurdan e. Aliyên vê pevçûnê hene. Ya duyem jî, ev, pevçûna navbera dîktatoriya alîgarşîk û Tirkiyeya demokratîk e. Ango şerê navbera demokratî û paşverûtiyê ye."

KALKAN: OCALAN NEHIŞT PEVÇÛN VEGUHERIN ŞERÊ HUNDIRÎN
Duran Kalkan, herwiha balê dikşîne hewldanên Ocalan jî û dibêje li demeke ku pevçûnên navxweyî û serhildan di rojevê de ne, hewldanên Ocalan ên şensekî din didjn siyasetê pir girîng in.

Û tîne ziman ku bi xêra Ocalan vê gavê rê li xetere û tehdîda şerê navxweyî hatiye girtin.


KALKAN: BESÎTKIRINA PIRSGIRÊKA ÎMRALIYÊ BÊHURMETÎ YE
Kalkan destnîşan dike "Ocalan di şertên giran ên tecrîdê de jî ji bo çareseriyeke demokratîk di nava hewldanên mezin de ye, lê belê tevî vê yekê jî medyaya tirk û rêveberên şerê taybet li dijî wî wî pir bi bêhurmetî progandayê dikin." 

KALKAN: VEGOTINÊN BÊHURMET ŞÎDET Û PROVOKASYONÊ SOR DIKIN

"Ev hewldanên ku daxwazên kurdan tenê weke firehkirina hucreya rêberê gelê kurd nîşan didin, bêhurmetiyeke mezin e li hemberî têkoşîna bêhempa ya ciwan, jin, kedkar û tevahiya gel. Di vê nirxandina wan de em heqaret, biçûkxistin û bêhurmetiyê dibînin. Ez naxwazim gotinên pir giran bikar bînim, lê belê ev helwesta wan pir xetere ye. Tê de heqaret heye, ji ber vê yekê tê de rihê dagirkeriyê û serdestiyê heye; an jî tê de îfadeya hevakariyê, koletiyê û îxanetê heye. Ev rewşeke pir xetere û bêhurmetiyeke mezin e. Û herwiha di helwestên wisa de tehrîk û provokasyon û şerxwazî jî hene. " 

KALKAN: BÊÎ AZADIYA OCALAN, AŞTIYA TIRK Û KURDAN PÊK NAYÊ

Kalkan, rola Ocalan jî bi van gotinan nirxand:

"Eger azadiya Rêber Apo nebe, azadiya Kurdistanê jî nabe. Azadiya rêber Apo nebe, jiyaneke demokratîk û azad a gelê kurd jî nabe. Bêî azadiya rêber Apo aştiya tirk û kurdan jî pêk nayê. Ev ji bo me xalên prensîbî ne."


© ROJ TV

No comments:

Post a Comment