Wednesday, December 23, 2009

BULEND ARINÇ ZIMANÇEPELÎ KIR

BULEND ARINÇ ZIMANÇEPELÎ KIR

Gotinên Arinc gotî, li Stenbol û Enqerê jî hat şermezarkirin.

Saziyên jinan û jinên BDPê anîn ziman ku nêrîna AKPê li jinan deşîfre bûye.

Jinan, alîkarê serokwezîr Bulend Arinc weke zilamekî zimançepelê milletgir bi nav kirin.

JINAN GOTINÊN KIRÊT ŞERMEZAR KIRIN
Di daxuyaniya li avahiya BDPê ya Stenbolê de hem jinên BDPî û hem jî nûnerên tevgerên jinan amade bûn.

Daxuyanî ji aliyê hevseroka DTPê ya Stenbolê Çîgdem Kiliçgun Uçar ve hat xwendin û gotinên Arinç weke gotinên zilamekî zimançepelê milletgir bi nav kirin.

Uçar, gotinên Arinç şermezarkirin û got; Arinç xwe wenda kiriye.

Uçar di vê çarçoveyê de bang li jinan hemûyan kir ku li dijî polîtîkayên ji exlaq mehrûm û cinsiyetgir, xwedî helwest bin.

Endama Komeleya Jinan Keskesorê Ayten Kordu jî anî ziman ku Arinç bi gotinên xwe yên êrîşkar hedef nîşan dide.

Kordu diyarkir ku bi van gotinan helwesta AKPê li hemberî jinê eşkere dibe.

Endama Kollektîfa Femînîst a Sosyalîst Hulya Osmanagaoglu jî Arinç weke zilamekî zimançepel bi nav kir û got; têgihiştina AKPê di warê jinê de bi anîna 3 zarokan bi sînor e.

Seroka Komeleya Piştgiriya Namzetên Jin - KADERê Hulya Gulbahar jî gotinên Arinç weke êrîşeke taybet li dijî jinê bi nav kir.

Gulbahar bi bîr xist ku jinên DTPî gelek caran bûne hedefa êrîşên bi vî rengî.

Hukûmeta AKPê weke rêûresmeke dewleta Tirk li dijî Kurdan uslûbeke hişk ango serdestan bi kar tîne.

Lê AKPê ev uslûba xwe li dijî jinên Kurd careke din bi zimançepeliyê nîşan da.

Xwedêgiravî aqilmend û maqûlê AKPê Bulend Arinç bi zimanekî çepel gotina 'mexlûqek e' ji hevseroka DTPê Emîne Ayna re bi kar anî.

Lê bi van gotinan Arinç rûyê rastî yê AKPê û dewleta Tirk li hemberî Kurdan careke din li pêş çavan raxist.

Li hemberî gotinên krêt ên Arinç jinan nerazîbûna xwe nîşandan.

JIN BALÊ DIKIŞÎNIN SER KAMPANYA LÎNCÊ YA LI DIJÎ
EMÎNE AYNAYÊ
Alîkarê serokwezîrê tirk Bulent Arinç li Îzmîrê di axaftinekê de ji bo hevseroka DTPya girtî Emîne Ayna got, mexlûqek e.

Endamên Meclîsa Jinan a DTPê li hemberî vê gotina Arinç nerazîbûna xwe nîşandan.

Endamên Meclîsa Jinan a DTPê li Amedê daxuyanî dan û li ser navê wan Fatma Kaşan aixivî û anî ziman ku li dijî Emîne Aynayê kampanya lîncê tê meşandin.

Kaşan bang li Arinç kir ji bo ji Emîne Aynayê lêborîna xwe bixwaze û got: Arinç tê li Amedê rondikên tîmsahan dibarîne, diçe Manîsayê dibêje; armanca me tesfiyekirina îradeya siyasî ya Kurd e.

Kaşan di vê çarçoveyê de got; di nava hukûmeta AKPê de hin bi rola polîsê xirab û hin bi rola polîsê qaşo qenc radibin.

Meclîsa Jinan a BDPê ya Wanê jî bal kişand ser armanca êrîşê û got; Arinç li jinan hemûyan heqaret kiriye.

Berdevkê Meclîsê Bêrîvan Elter di daxuyaniya xwe de anî ziman ku gotinên Arinç, Arinç bi xwe rave dike.

Elter di vê çarçoveyê de got; ev gotin jî dewama gotinên ERdogan in.

Erdogan jî gotibû; jin be jî zarok be jî çi hewce be wê bê kirin.

Bulend Arinç wê sibe saet li 13'an li avahiya BDPê ya Colemergê jî bê protestokirin.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment