Sunday, December 27, 2009

‘Tirkiye gora xwe dikole’

27/12/2009

Tevgera Jinan a Koma Jinên Bilind (KJB) bi zimanek tund operasyonên li hemberî DTP’ê û BDP’ê şermezar kir. Koordînasyona KJB’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser pirsgirêkên Tirkiyeyê û got ku tişta ku kurd winda bike nîne û divê dewleta Tirk hesaba tişta winda bike baş bike.
Di daxuyaniya nivîskî de hate destnîşan kirin ku dewleta Tirk 80 sal in bi israr siyaseta înkar û îmhayê dimeşînin, lê heta niha encamek bi dest nexist û vîna kurd teslîm negirt. Koordînasyon daxuyaniya xwe wiha dom kir:
“80’ê sal in dewleta Tirk di siyaseta înkar û îmhayê de bi israrin. Dewlet vîna azad a kurd a ku di hilbijartinên herêmî de derxist holê qebûl nekir. Bi operasyona 14’ê nîsanê siyasetmedarên kurd rehîn hatin girtin. Navê înkar û îmhayê bi navê hewldanên demokratîk hate xemilandin û hate rojevê. Bi hatina qasidên aştiyê maskeya hikûmeta AKP’ê ket xwarê û polîtîkayên şer ên taybet pûç bû. Dewlet tu carî nekarî li hemberî rêxistinbûna demokratîk a kurd û têkoşîna demokratîk bisekine. Dewleta tirk bi darbeya 17’ê mijdarê li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêzîkatiya xwe aşkera kir û darbeya faşîzan hêj jî didome. Gelê kurd li hemberî girtina DTP’ê, girtina rêveberan, qedexeya siyasetê ya 2 parlamenter û 4 şaredaran bersiva xwe bi serhildanan da.”

PLAN HER DIÇE KÛR DIBE
Di daxuyaniya Koordînasyona KJB’ê de hate destnîşan kirin ku ligel hemû riyên demokratîk hatibe girtin jî gelê kurd di siyaseta demokratîk de israra xwe di vegera parlamentoyê de nîşan da. Daxuyanî wiha dom kir: “Ligel hamleya demokratîk hikûmeta AKP’ê bi operasyoneke nû dest pê kir. Bi wê darbeyê daxwaz dikin ku hêza rêxistina kurd belav bikin, vîna azadiyê bişkenin. Dewleta tirk û hikûmeta AKP bi hevpar û hêzeke xurt daxwaz dike ku vîna kurd bişkine. Gelê kurd re di nav diyalogê de nînin, her tim êrîşkar e. AKP wekî hikûmeta şer e û siyaseteke sivîl pêk nayne. Di çarçoveya konsepta tasfiyeyê de planên darbeyê her diçe kûr dibe. Arteş li hemberî gerîla û AKP’ê jî li hemberî gel şer dike.”

DÊ SIBÊ DIRÊNG BE
Koordînasyon di daxuyaniya xwe de got ku divê dewleta tirk bizane ku vîna gelê kurd nayê şikandin û wiha dirêjî da daxuyaniyê: “Êdî kurdên bên terbiyekirin nemayê. Dewleta tirk bi destê xwe dawiya amadedike. Tişta ku kurd winda bike nemaye, lê divê dewleta tirk tiştên ku winda bike baş bifikire. Gelê kurd dê dersa demokrasiya rast bide AKP’ê. Her wiha gel dê bi hêzek mezin dê xwedî nûnêrên xwe yên siyasî derkeve. Em bangî vijdana raya giştî dikin û dibêjin, dibe ku ji bo hemû kesan sibê gelek direng be.” BEHDÎNAN - ANF

No comments:

Post a Comment