Sunday, December 27, 2009

Bêdengî nayê qebûlkirin

27/12/2009

Berdek û çalakiyên li diji operasyona li hemberî BDP'ê her ku diçe zêde dibe. Li navçeya Pirûs, Cizîr, Îzmîr Enqere, Êlih û bi hezaran kes derketin kolanan û çalakî pêk anîn. Di çalakiyan depolîsan bi bombeyên gazê mudaxaleyî girseyê kir.
Rêxistina BDP'ê ya Elezîzê û EMEP'ê li ber Garaja Hozatê daxuyaniyek dan çapameniyê. Di daxuyaniyê de dirûşmeyên "AKP xwe şaş neke, sebra me xelas neke", "Bi berxwadanê em dê qezenç bikin" berz kirin.
Li navçeya Pirsûsa Rihayê bi hezaran kes bi armanca şermezarkirina girtina nûnerên gelê kurd meşek li dar xistin û xwestin ku di zûtirîn demê de nûnerên wan serbest bên berdan.
Endamên DTP'a hatî girtin Ferhat Tarhan û Mahmut Çelîk, Serokê Rêxistina Rihayê Îbrahîm Ayhan, Serokê Rêxistina Pirsûsê Halît Yildiztekîn, Serokê BDP'a Rihayê Celîl Sorîcî, Serokê Rêxistina DTP'ê ya Navçeya Pirsûsê Mahmut Ekmez û bi hezaran kes li ber avahiya BDP'ê hatin cem hev. Griseya pankarta, "Neviyên Şêx Seîd dê rojekê hesabê bipirsin" vekir û heta Qada Komarê meşiyan.
Li Îzmîrê û Enpereyê bi heman armancê çalakiyên protestoyê pêk hatin. Di daxuyaniya li Îzmîrê pêk hatî de endam û nûnerên EMEP, ESP, ODP, SDP, Platforma Em dê bi hevre bi serbikevin û gelek saziyên sivîl amade bûn. Li Enqereyê jî Platforma Ked û Demokrasiyê li ber Gîmaya berê ya Kizilayê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de rêveber û nûnerên ÎHD, KESK, ÇHD, PSAKD, Komeleya Dêrsimê, Hewildana 78'an, Komeleya Mala gel, Şoreşgerên 78'an, TOP, DurDe ya Enqere, Aka-Der, ESP-G, OSH, BDP, EMEP EHP, SDP, DSÎP, Partiya Sosyalîst û karkerên TEKEL'ê bi sedan kes li hev kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê.

GANDÎ BÛ MÎNAK
Parlementerê BDP'ê yê Êlihê Bengî Yildiz, jî girtina 23 kesan şermezar kir û diyar kir ku ev berdewama biryara Dadgeha Îstîklalê ye. Yildiz, anî ziman ku ew dê bi rêbaza Gandî dest bi çalakiyên bêîteatiya sivîl bikin û polîtîkayên serdestan vala derxin. Yildiz, xwest hevalên wan ên hatine girtin di demek nêzîk de serbest bê berdan û hikûmet dest ji polîtîkayên xwe yên înkar û îmhayê berde.
Platforma Şaxan a KESK'ê ya Wanê jî li Kolana Hunerê bi girseyî daxuyanî da çapemeniyê. Girsê dowîzên "Em darbeya li hemberî aştiyê naxwazin", "Kelepçe li vîna gel nayê xistin" "Bila vîna gel serbest bêne berdan" û "Êdî ev gel nayê xapandin" bilind kirin. Girsê, di daxuyaniyê de bênavber dirûşmeyên Destê dirêjî aştiyê dibin bila bişkên" Heq, hiqûq û dad, ev çi şerpezetî", "Êrîş me bêzar nakin" berz kirin. Li Qelqeliyê jî li avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê û operasyon şermezar kir. Di civînê de Rêveberê DTP'a berê Şerefettîn Candemîr, girtin şermezar kir û xwest hevalên wan serbest bêne berdan.

LI ŞEMZÎNAN DAXUYANÎ
Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê jî bi sedan kes "Bi aştiyek bi rûmet werin rê", "Vîna kurdan nikarin bavêjin çala mirinê" vekirin û daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê komê Serokê DTP'ê ya hate girtin Emrullah Ozturk, feraseta Hikûmeta AKP'ê rexne kir û diyar kir ku êdî hemû rêvebe û gelê kurd polîtîka AKP'ê baş nas dikin. Ozturk, da zanîn ku di demê dawî de şert û mercên Rêberên Gelê Kurd Abdullah Ocalan xirabtir kiriye û êrîşên li ser kurdan zêdetir bûne. Ozturk, da zanîn ku gelê kurd li hemberî van êrîşan bêdeng namîne û xwest Hikûmeta AKP'ê bi vîna gelê kurd re li ser maseyê rûnê.
Li Bedlîsê jî Şaxên KESK'ê avahiyên Rêxistina BDP'ê yên Bajar û navçeyan ziyaret kir û piştgirî dan BDP'iyan. Li Tetwanê Berdevkê Demê yê KESK'ê Sedat Guler, operasyona li dijî BDP'ê şermezar kir.

LI SÊRTÊ NOBETA AŞTIYÊ
Çalakiya 'Nobeta Demokrasî û Aştiyê' ku li ber Şaredariya Sêrtê hatibû destpêkirin bi daxuyaniyek çapemeniyê hate dawîkirin. Berdevkê Demê yê Platforma Şaxên KESK'ê Sabrî Ozdemîr bi tundî girtina BDP'iyan şermezar kir û daxuyanda ku bi vê operasyonê darbeyek mezin li demokrasiyê hatiye xistin. Ozdemîr xwest ku di zûtirîn demê de AKP dest ji vê polîtîkayê bê berdan.

Li Cizîrê 'Nobeta Aştiyê'
Şevtira din li ber avahiya Şaredariya Cizîrê bi armanca şermezarkirina binçavkirina Şaredarê Cizîrê û 80 kesên BDP'î konê aştiyê hate vekirin. Encumenên Şaredariya Cizîrê, malbabata Şaredar Budak û BDP'iyan piştî konê aştiyê vekirin pankartên "Gelê me dê ji dozger Erdogan hesap bibipirse" û "Hûn bi girtinan nikarin vîna me bişkînin, em dê li vîna xwe xwedî derkevin" daliqandin û dest bi "Nobeta aştî û demokrasiyê" kirin.
Rêveberên BDP'a Cizîrê, rêveberên Egîtîm-Sen û gelek kesên din kon ziyaret kirin û piştgirî dan çalakvanan.
Li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji girseya ku bi armanca şermezarkirina operasyona li dijî BDP'ê û girtina 23 kesan, çalakî pêk anî rastî mudaxaleya polîsan a bi bombeyên gazê hat. Polîsan di mudaxaleyê de bombeyên gazê avêt hundirên malan. Li taxên Nur, Nuh û Cudî çalakiyên bi girseyî pêk hatin. Di çalakiyan de polîsan bi bombeyên gazê mudaxaleyî girseyê kir. Piştî polîsan bombeya gazê avêt hundirê malan jinek ku ji ber bombeya gazê bêzar bû, nerazîbûna xwe anî ziman. ŞIRNEX

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment