Thursday, December 24, 2009

Turk: Hevalên me yên hatin binçavkirin di nava siyaseta demokratîk de ne

24/12/2009

ENQERE - Hevserokê DTP'a hate girtin Ahmet Turk, nêrazîbûn nîşanî operasyona li hemberî BDP'ê da û destnîşan kir ku kesên hatin girtin di nava siyaseta demokratîk de ne. Parlementerên DTP'a hate girtin jî diyar kirin ku dibêjin "Ji çiya dakevin û li deştan siyasetê bikin" û daxuyandin ku ev operasyon rewşa yên li deştan siyasetê dikin radixe ber çavan.

Piştî operasyona hevdem a li hemberî BDP'ê ya li 8 bajaran pêk hat, parlementer hatin Navenda Giştî ya BDP'ê û derbarê mijarê de hevserokê DTP'a hate girtin Ahmet Turk û Serokê Giştî yê BDP'ê Demîr Çelîk hevdîtin çêkirin. Dema ketina avahiya Navenda Giştî de Ahmet Turk pirsên çapameniyê bersivandin, nerazîbûn nîşanî rewşê da û wah got: "Min jî sibêhî di tv'yan de temaşe kir. Rayedarên partiyê, dema pêwîst de dê bicivin û agahiyan bidin. Pêvajoya binçavkirinê ye nizanim. Niha di vê mijarê de tiştekî gotinê nîne." Derbarê pirsên operasyon a KCK'ê ye jî got: "hîna agahî nehatine. Çapamenî dibêji KCK lê pêkutiyên li dijî endamên partiya BDP'ê didomin. Ev kes kesên di nava siyaseta demokratîk dene."

'Berdewama operasoyna dersînor e'

Parlementerên DTP'a hatin girtin jî bersiv dan pirsan. Parlementerê Colemêrgê Hamît Geylanî operasyon bi gotina "Ev operasyona li hemberî aştiyê, demokrasiyê û BDP'ê ye. Bi têgehên 25 salî ev pirsgirêk çareser nabe. Çi debe bila bibe, piştî avakirina partiyek wiha rojek din rasthatina wê ya operasyona nayê fam kirin. Ev yek berdomandina operasyonên dersînorr û navxweyî ye."

'Rewşa parlementer û şaredariyên li deştê dixuye'

Parlementerê Muşê Nurî Yaman jî, destnîşan kir ku operasyon li hemberî siyaseta demokratîk e û wiha axivî: "Ez wekî xitimînekê dinirxînim. Yên dibêjin bila ji çiya dakevin û li deştên rast siyasetê bikin. Va ye bijartiyên ku ketine nava siyasetê lê rewşa parlamenter û şaredarên li Tirkiyeyê li ber çavan e." Parlementerê Dêrsîmê Şerafettîn Halîs jî, anî ziman ku bi van operasyonan nesamîmiyeta hewldanên çareserkirinê derdikevin holê û ev tişt gotin: "Ev girêdayî plananên qedandinê ya ku heta îro li hemberî me tê ye kirin e."

© Azadiya welat

No comments:

Post a Comment