Sunday, December 27, 2009

Bêyî kurdan çareserî nabe

27/12/2009

Serokê Giştî yê BDP'ê Demîr Çelîk, diyar kir ku heta vîna gelê kurd û nûnerên kurd ên siyasî muxatap neyên girtin pirsgirêka kurd çareser nabe. Çelîk xwest kurdan muhatap bigirin û wiha got: "Heta niha ne şaredarên me, ne parlamenterên me û ne jî Stratejiya Komara Demokratîk a birêz Abdullah Ocalan ku ji sala 1999'an heta niha li Îmralî tê girtin muxatap hate girtin." Çelîk, anî ziman ku serlêdana wan a mîtînga ku îro pêk bianîbûya ji aliyê Waliyê Amedê ve hate redkirin.
Bi hezaran kesên li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li hev kom bûn operasyona li dijî BDP'ê û girtina 23 kesan şermezar kir. Li vir Serokê Giştî yê BDP'ê Demîr Çelîk, ji bo piştgiriya girseya ku 2 roj in li ber deriyê dadgehê nobetê digirin spasiyên xwe anîn ziman û diyar kir ku gelê kurd ji ber berpirsiyariya xwe ya dîrokî du rojin daketine kolanan. Çelîk, da zanîn ku piştî di hilbijartina 29'ê Adarê de gelê kurd serkeftinek bi dest xist, astengên li pêşiya wan di her qadê de zêde bûn.

DIVÊ GEL BIGIRE’
Çelîk, anî ziman ku DTP û partiyên beriya wê hemûyan siyaseta demokratîk esas digirtin û ji ber vê yekê hatin girtin. Çelîk wiha got: "Em ji bo azadiya gelê kurd, azadiya gelan û azadiya çand û zimanan têdikoşin. Ji bo em dawî li şer bînin têdikoşin. Divê biryara girtina partiyên siyasî gel bide. 2 milyon û 400 hezar mirov ji 11 kesan re nayê berdan. Em bang li rewşenbîr û nivîskarên demokrat ên bêdeng dimînin dikin û em dixwazin li hemberî vê binpêkirinê bêdeng nemînin. Ango dê rojekê dor bê wan jî."

MUXATABIYA KURDAN
Çelîk, destnîşan kir ku pirsgirêka kurd ancax bi muhatabê wî re bê çareserkirin û wiha dom kir: "Heta ku vîna gelê kurd, hêza azadiya gelê kurd û nûnerên kurd muxatap neyê girtin pirsgirêk çareser nabe. Heta niha ne şaredarên me, ne parlamenterên me û ne jî Stratejiya Komara Demokratîk a birêz Abdullah Ocalan ku ji sala 1999'an heta niha li Îmralî tê girtin muxatap hate girtin."

EM DEMOKRASÎXWAZ IN

Çelîk, anî ziman ku ji ber hevalên wan avahiyek demokratîk xwest hatin girtin û da zanîn ku girtina wan siyasî ye. Çelîk wiha axivî: "Ji ber ku wan meclîsa ciwanan, meclîsa jinan û meclisa gel ava kir hatin girtin. Ev 2 roj in em dibêjin em jî heman sûcî dikin û me jî bigirin. Lê me nagirin. Ji ber ku girtina wan ne li gorî biryara dadgehê bû. Ji berê de biryara girtina wan hatibû dayîn.

MITÎNG QEDEXE KIR
Çelîk, destnîşan kir ku wan ji bo sibê li Amedê mîtîngekê pêk bînin amadekarî kiribûn û serî li Walîtiya Amede dabûn, lê serlêdana wan a mîtîngê ji aliyê Walîtiya Amedê ve hate redkirin. Çelîk anî ziman ku dê têkoşîna wan çalakiyên wan ên siyasî û demokratîk bidomin. Piştî axaftina Çelîk, girsê dirûşmên "Bijî Serok Apo", "PKK gel e, gel li vir e", "KCK gel e, gel li vir e" berz kirin. Piştî daxuyaniyê bi hezaran kesên beşdarî daxuyaniyê bûbûn bêdeng belav bûn û dawî li çalakiya xwe anîn. AMED - DÎHA

No comments:

Post a Comment