Thursday, December 24, 2009

‘Polîtîkayên Hewldana AKP'ê tasfiyekirina gelê kurd e'

24/12/2009

Heyeta DTP'ê piştî ji Mexmûrê veqetiyan, derbasî Hewlêrê bûn û li Otela Çar Çira beşdarî semînera ku ji aliyê Navenda Lêkolîna Sarenj ve pêk hat bûn. Di semînerê de Parlamentera Şirnexê Sevahîr Bayandir, diyar kir ku dîroka berxwedana gelê Mexmûrê berxwedana gelê kurd e. Bayindir, polîtikayên AKP'ê jî rexne kir û da zanîn ku AKP li ser navê çareseriyê dixwaze kurdan tune bike û bê vîn bihêle. Bayindir, destnîşan kir ku Hikûmeta AKP’ê li ser navê hewldana çareseriyê partiya ku 2 milyon hilbijêrên kurd deng danê, dirge û wiha got: "Bi girtina DTP'ê dixwazin pirsgirêka kurd bi riya demokratîk çareser nekin"
Parlamenterê Wanê Ozdal Uçer jî da zanîn ku ger mercên wan ên niha têkeve hilbijartinê hebûya dê hêjmara parlamenteran derxistina 120'an. Uçer wiha axivî: "Nasnameya me tune dihesibînin. Makeqanûn ji aliyê çend faşîstan ve hatiye sazkirin. Ev Makeqanûn li pêşiya azadiya gelan astengî ye." Uçer, da zanîn ku ew her tim dibêjin bêyî PKK, Ocalan û Qandîlê pirsgirêk çareser nabe, lê li hemberî vê yekê ji wan tê xwestin ku ji girtina DTP'ê dersê bistînin. Uçer, destnîşan kir ku i van gefan dixwazin wan çavtirsandî bikin û wiha dom kir: "DTP'ê ji bo hemû ziman, çand, bawerî û rengan yekîtî û wehkevî dixwest. Ji bo dengê kurdan têdikoşiya. Ji bo wan siyasetmedar, zarok, PKK, Ocalan û mexmûr tev ji bo wan terorîstin. Têkoşîna Azadiya Kurdan rewa ye. Lê belê dewletê mexdûrên vî şerî koçber kirin." Parlamanterê Rihayê Îbrahîm Bînîcî jî diyar kir ku gelê başûr birayên wanin û wiha axivî: "Pirsgirêkên Başûr pirsgra me ye. Pirsgirêka bakur û bajûr ji hev ne çuda ye. Divê 4 perçeyên Kurdistanê bêne cem hev û konferansek neteweyî pêk bîne û yekîtiya xwe nîşanî cîhanê bide." Heyeta DTP'ê piştî konferansê derbasî parlamentoya Herêma Kurdistanê bûn. HEWLÊR

© Azadiya welat

No comments:

Post a Comment