Wednesday, December 30, 2009

Parlamenter îfadeyê nadin

30/12/2009

Parlamenteran rest dît, gotin em naçin
Ekîbên TEM'ê yên Midûriyeta Enqereyê, ku bi boneya biryara dadgehê ya 'birina dadgehê ya bi zorê" dabû çûn ber Navenda Giştî ya BDP'ê, ji ber BDP'î ne li Navenda BDP'ê bûn, piştî teblîgat danîn û gîrtek girtin, ji ber Navenda Giştî ya BDP'ê qetiyan. Di vê navberê de dadgehê ji bo parlamentenên BDP’î biryara bêroj a di bin kontrola polîsan de bibin darazê da. Parlamenteran daxuyand ku ew ê neçin, îfadeyan nedin.

POLÎS ÇÛN BDP’Ê
Ekîbê TEM'ê yê Midûriyeta Enqereyê ku ji 8 polîs û keyayetê daxê pêk dihat, bi boneya biryara dadgehê ya 'birina dadgehê ya bi zorê" dabû çûn ber Navenda Giştî ya BDP'ê û xwestin parlamenterên BDP'ê Emîne Ayna, Selahattîn Demîrtaş û Hevserokê DTP'ê ya hate girtin Ahmet Turk ku parlementeriya wî ket, bi zora bibin dadgehê. Polîsan teblîgat teslîmî parêzerên BDP'ê Nurî Ozmen, Mahmut Tanzîn û rêveberên BDP'ê kir. Piştî polîsan teblîgat teslîmî parêzer û rêveberan kir, bi sedema ku parlementerên navborî ne li Navenda Giştî ya BDP'ê bûn bi paşve vegeriyan.

HEYET HATIN…
Parlamenterên ku dadgehê derbarê wan biryara "Birina dadgehê ya bi zorê" dabû hîn nehatine Navenda Giştî ya BDP'ê. Hîn parlamenter nehatine, lê ji Koma Partiya Keskan a Çep ku endamê Parlamentoya Ewropayê ye Soren Sondergaard û Rui Tavorez ku hatibûn Enqereyê hatin Navenda Giştî ya BDP'ê. Li bendê ye ku Soren Sondergaard û Rui Tavorez dê beşdarî danişîna parlamenteran bûbûna.

DADGEHÊ ÇI GOT?
11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ji ber ber axaftinên di demên cûda de der barê parlamenterên BDP'ê Emîne Ayna, Selahattîn Demîrtaş Hevserokê DTP'a hate girtin Ahmet Turk ê qedexeya siyasî biryara "Birina dadgehê ya bi zorê a bêroj" da. Li ser vê biryarê polîs kengî û li ku parlementerên BDP'ê bigrin dê wan binçav bikin û bi zorê bibin dadgehê.

PARLAMENTER NAÇIN
Hevserokê DTP'a hate girtin ê berê Ahmet Turk, deme ji Navenda Giştî ya BDP'ê çû, pirsên rojnamevanan bersivand. Turk, diyar kir ku qirîza îfadeyan bi zordayîna xala 14'emîn a Makeqanûnê hatiye vê astê û wiha got: "Di demek munasîb de em dê biçin îfade bidin." Turk di dewama gotinên xwe de anî ziman ku heta niha ji ber ku parlamenteriya wan didomiya îfade nedidan. Lê piştî parlamenteriya wan ket, dê biçin îfadeyan bidin. Turk ji bo 3 parlamenterên BDP’î jî anî ziman ku ew ê neçin îfadeyan nedin.
Parlementera BDP’ê ya Mêrdînê Emîne Ayna jî anî ziman ku ew ê neçin îfadeyan nedin. ENQERE

Berpirsyar AKP ye
Parlamenterê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş ku li avahiya BDP'a Amedê daxuyaniyek da çapemeniyê, anî ziman ku di biryara xwe ya berî niha girtine de israr dikin. Demîrtaş wiha axivî: "Derbarê parlamenterên berê Sedat Bucak û Mehmet Agar ku bi boneya avakirina çeteyan tên sûcdarkirin de heta niha tiştek nehatiye kirin. Lê parlementerên nêrîna xwe ya siyasî aşkera kirine dibin dadgehê. Em jî dibêjin em nabin perçeyek vê senaryoyê. Ev bêdadî ye. Em ji hiqûq û darizandina edlî razî ne lê bi darizandina siyasî nerazî ne. Li pişt vê biryarê AKP heye."
Demîrtaş bi bîr xist ku Burhan Kuzu yê AKP'yî diyar kiriye di zorê birina dadgehê ya parlementeran tu pirsgirêk tune ye û wiha pêde çû: "Bi vê yekê Kuzu aşkera kiriye ku AKP li pişt vê biryarê ye. Em ji dibêjin dibe ku Kuzu (berx) bî lê em nabin berx. Dibe hûn darazê ji bo armancên xwe bikar bînin lê em nabin perçeyek vê lîstikê. Dibe hûn bixwazin kurdê kolê yên girêdayî dewletê biafirînin lê em nabin. Ji ber ku li pişt îradeya xwe ya siyasî sekinîne şaredarên me bi qeydan diavêjin girtîgehê. Der barê parlamenterên me de biryara bi zorê birine dadgehê derdixî. Lê em dê bi gelê xwe re xeta xwe ya bi rûmet biparêzin. Ji yên dibêjin 'Krîzê derdixin re jî' em dibêjin tiştek wisa hêsan tune ye. Hem bêdadiyê bikin û hem jî bêşermiyê bikin bavê ser stûyê yeke din. Em polîtîkayên AKP'ê nas nakin. Ev du salek ev krîz didome. AKP'ê tu gav neavêtin. Gelê kurd mexdûr dikin. AKP li ser kurdan faşîzmê û zordariyê dimeşîne. Lê gelê kurd serî natewîne."
Parlamenter Tugluk jî diyar kir ku li hemberî biryarên wan serê xwe natewînin û wiha pêde çû: "Êrîşên di demên dawî de li hemberî partiya me û gelê me pêk tên jî hewildana bê îrade kirinê ye. Lazim e herkes bizanibe ku gelê kurd dê heta dawiyê li rûmeta xwe derekve û rêxistinbûna xwe bilind bike." AMED

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment