Tuesday, December 22, 2009

PLANÊN TESFIYEKIRINA MEXMÛRÊ


PLANÊN TESFIYEKIRINA MEXMÛRÊ

Di nava heyetê de, parlamenter Özdal Üçer, Îbrahîm Bînîcî û Sevahîr Bayindir hene..

Her weha Şaredarê Şirnexê Ramazan Uysal û Şaredara Qilabanê Şükran Sîncar jî di heyetê de cihê xwe digrin..

Di vê demê de ku pîlana tesfiyekirina Mexmûrê li Başûrê Kurdistanê tê nîqaşkirin, serdana heyetê girîng e.

Rayedarên dewleta Tirk û çapemeniya wê, îdîa dikin ku şêniyên Mexmûrê wê vegerin...

Penaberên Mexmûrê jî gotibûn, heta pirsgirêk bi muxatebên wê re neyê çareserkirin, ew ê venegerin..

Jixwe heyeta ku wê sibe biçe Mexmûrê jî, ji van daxwazan haydar e..

Lê dîsa jî heyet wê daxwazan li cihê cih, ji şêniyên wargehê guhdarî bike û li gorî vê yekê, çareseriyê pêşniyar bike..

Parlamentera Şirnexê Sevahîr Bayindir der barê serdanê de got:  'Heta daxwazên xelkê Mexmûrê bicih neyên, vegera wan ne mumkin e bi planên tesfiyekirinê were çareserkirin'...

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment