Tuesday, December 22, 2009

‘Hewldanên beyhûde ne’


22/12/2009

Konseya Rêveber a KCK’ê, bi daxuyaniyeke li ser hevdîtinên heyeta tirk ya di bin serokatiya Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Beşîr Atalay rawestiya û got: “Hewldanên Beşîr Atalay yên tesfiyekirinê beyhûde ne.” 
KCK’ê, da zanîn ku xetên sor yên gelê Mexmûrê hene û got: “Gelê kurd hewldan û kiryarên desthiladariya AKP’ê baş nas kirine. Konseptên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtina DTP’ê, rûdêna rastî ya AKP’ê derxiste holê.” 
KCK’ê destnîşan kir ku gelê kurd, li dijî konsepta tasfiyekirinê, dijberiyeke tund nîşan da û got:  Gelê Kurdistanê li welat, li metropolên Tirkiye û derveyî welat, têkoşîneke mezin û bersiveke dîrokî dane serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul.
KCK’ê, da zanîn ku serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul,  bi gotinên manîdar xwest ku gelê kurd Rêber Apo ji bîr bike û got: “Ne tenê Serokomar, Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan jî dixwaze dîwarekî qalind di navbera gelê kurd û Tevgera Azadiya Kurd de ava bike. Bi vê armancê, di qada navneteweyî de, li  hevkaran digere, lê gelê kurd, konsepta tafsiyekirinê, pûç kir.”

KURDAN QETIL DIKIN
KCK’ê, bal kişand ser şehadeta ciwanê kurd Aydin Erdem li Amedê. Kuştina Necmî Oral û Kemal Agca li navçeya Kopa Mûşê got: “Dewleta û desthilatdariya AKP’ê, bi êrîşkariyên dijwar, girtin û kuştinan, dixwazin têkoşîna gelê me têk bibin. Pêwist e were zanîn ku li cîhanê tev radeyeke gelê kurd derketiye holê. Kes nikare vê îradeyê têk bibe.
KCK’ê, bal kişande ser heyeta di bin serokatiya wezîrê tirk Beşîr Atalay de çûye Bexda û Hewlêrê û got: “Civînên mekanîzmeya sêalî ku Beşîr Atalay û heyeta leşkerî û dîplomatîk tê de cih girtiye tu encamê nade. Desthilatdariya AKP’ê, naxwaze ku îradeya gelê kurd nas bike, li Iraqê, li başûrê Kurdistanê û li Amerîkayê li piştgiriyê digere. Bi vî rengî dixwaze ku van hêzan bigire pey xwe û planên tasfiyekirinê bixe pratîkê. Ev hewldanên beyhûde ne.”
KCK’ê diyar kir ku armanca detshiladariya AKP’ê ew e ku kurdan bi kurdan bide kuştin û got: “Dixwazin ku bi valakirina Kampa Mexmûrê gaveke din ya tasfiyekirinê biavêje. Lê xetên sor yên gelê Mexmûrê hene.”

JI BO AKP’Ê NEBIN PAL
KCK’ê bang li gel û partiyên siyasî yên başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî lîstikên siyaseta AKP’ê hişyar bin û got: “Pêwîst e yek partiya siyasî ya kurd, nebe piştgirê desthilatdariya AKP’ê. Ji ber ku desthilatdariya AKP’ê konsepta jiholêrakirinê, têkbirina destkeftiyên tevahiya kurdan daye destpêkirin.” 

BANGA YEKITIYÊ
KCK’ê, destnîşan kir ku dem ne dema dijberiya navbera kurdan e, dem dema yekitiya kurdan e û wiha pê de çû: “Pêwîst e kurd, ne ji bo berjewendiyên hêzên dijmin, ji bo berjewendiyên gelê xwe bên cem hev û yekitiya xwe sazk bikin. Yekitiya Neteweyî ya kurdan bersiva herî watedar a li dijî hêzên dagirker e. Yekitiya kurdên tê wateya azadiya gelê kurd. KCK’ê, herî dawî têkoşîna gelê kurd ya li 4 parçeyên Kurdistanê û derveyî welat silav kir û got: “Em di wê baweriyê de ne ku têkoşîna gelê kurd, wê bibe bingeha Yekitiya Neteweyî. Yekitî jî, dê bibe bingeha azadiya gelê kurd û Serokatiya gelê kurd.” 
KCK’ê, salvegera komkujiya Mereşê jî şermezar kir û da zanîn ku siyasetên komkujiya li dijî ol û mezheban, li dijî gelên cuda berdewam dike. BEHDÎNAN / ANF

No comments:

Post a Comment