Saturday, December 26, 2009

Nerazîbûn pêl bi pêl berfireh dibe


26/12/2009

Bertekên li dijî operasyonê gur bûn
Bertekên li dijî operasona li hemberî BDP'ê li 10 bajaran pêk hat û zêdeyî 80 kesi hatin binçavkirin li gelek bajaran bi girseyî hate şermezarkirin. Operasyona ku Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle û 9 şaredar jî di navde zêdeyî 80 kesî hatin binçavkirin li Colemêrg, Gever, Tetwan, Qoser, Cizîr, Sîlopî, Hezex, Elke, Qlaban, Serêkaniyê, Stenlbol, Mêrsîn, Edene û Aydinê hate şermezarkirin.
Li Cizîrê bi hezaran kesên li ber avahiya Şaredariya Cizîrê li hev kom bûn bi daxuyaniyekê operasyon şermezar kirin. Piştî daxuyaiyê li ber şaredariyê konê 'Nobeta aştiyê" vekirin û nobet girtin. Bi hezaran kesên beşdarî daxuyaniyê bûn, pîştî daxuyaniye meş pêk anî û be meşekê xwest binçavkirinan şermezar bike. Lê girseya dest bi meşê kir rastî mudaxaleya polîsan hat. Girseya li ber BDP'ê ya Navçeya Hezexê hatin cem hev bi armanca şermezarkirina operasyonê çalakî pêk anî. Li Elkê, Qileban û Silopiyê jî girseyên qelebalix ji bo şermezarkirina operasyonê civiyan û nerazîbûna xwe anî ziman.
BDP’a Colemêrgê bi armaca şermezarkirina operasyona hemwextî ya li dijî BDP'ê li ber avahiya partiyê ya li ser Kolanan Altayê ya Colemêrgê daxuyanî li dar xist. Li navçeya Geverê jî bi hezaran kesan operasyona li dij BDP'ê şermezar kir. Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê operasyon bi daxuyaniyeke girseyî hate şermezarkirin. Li Mêrsîn, Edene, Aydin, Riha û Stenbolê jî, bi hezaran kes daketin qadan û nezarîbûna xwe anîn ziman. ŞIRNEX - COLEMÊRG - STENBOL

Rêveberên ÎHD'ê operasyon şermezar kir
Endam û rêveberên Şaxên ÎHD'ê operasyona li dijî BDP'ê ku Cîgirê Serokê Giştî yê ÎHD'ê û Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Prz. Muharrem Erbey jî di navdeye şermesar kirin. Li Amed, Mêrsîn, Stenbol û Îzmîrê rêveberên ÎHD'ê bi girseyî operasyon şermezar kirin.
Operasyona li dijî BDP'ê ku li 10 bajaran pêk hat û zêdeyî 80 kesî hatin binçavkirin ji aliyê rêveberên ÎHD'ê û saziyên sivîl ên civakî ve li ber avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bi daxuyaniyek girseyî hate şermezarkirin. Serok û rêveberên Şaxên ÎHD'ê ku ji gelek bajaran hatin Amedê, nûnerên saziyên sivîl û endamên ÎHD'ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Burhan Zorooglu ve hate xwendin. Zorooglu, diyar kir ku operasyona ku duh pêk hat, darbeyek mezin li mafê mirovan xistiye û wiha got: "Operasyona ku pêk hat dijhiqûqî ye. Neheqiya herî mezin jî li ÎHD'ê bûye. Armanca ÎHD'ê tenê parastina mafên mirovan e. Lê nêzî 7 saetan komele rastî lêgerîna polîsan a bêeman hatiye.
Rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê jî bi heman armancê li ber avahiya kameleyê daxuyanî dan çapemeniyê û operasyon şermezar kirin. Di daxuyaniyê de rêveberên BDP, EMEP, SDP, ODP û gelek saziyên sivîl û civakî amade bûn. Endamen Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ku li ber avahiya AKP'ê ya bajar ciyan panqarta "Pêkutiyên li dijî parêzvanên mafên mirovan û hêzên demokrasiyê bi dawî bikin" vekir.
Endamên Şaxên ÎHD, TÎHV û ÇHD'ê yên li Îzmîrê, darbarê operasyona li hemberî BDP'ê li ber Sumerbanqa Berê ya Konakê daxuyanî dan çapameniyê. Parêzvanên mafên mirovan ku potên şer vekirin dirûşmeyên "Bijî biratiya gelan" "Pêkutî me bêzar nakin" avêtin. AMED – MÊRSÎN – STENBOL - ÎZMÎR

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment