Friday, December 25, 2009

Bi deyan endamên BDP li Tirkîye hatin desteser kirin





24/12/2009

Roja pêncşembî opersyoneke yekdem ji alîyê serdozgerîya komarê ya Diyarbekirê bi hinceta endamtîya şaxa sivil ya Koma Yekitiya Civatên Kurdistanê KCK pêk hat li ser Partîya Aşitî û Demokrasiyê BDP’yê. Di operasyonê de bi kêmî ve 31 endamên BDP hatin desteser kirin, di nav wan de neh bajêrvan.

Berdestê sibê li Diyarbakır, Sêrt, Ruha, Mêrdin, Şırnex, Batman, Îstanbol û li İzmirê opersyon pêk hat li ser malên rêvebir û bajarvanên DTP’a berê da ku doh derbasê BDP’ê bibûn. Di opersyonê de Bajêrvanê Batmanê Necdet Atalay, yê Cizîrê Aydin Budak, yê Sêrtê Selîm Sadak, yê Kayapinarê Zülküf Karatekin, yê Sûrê Abdullah Demirbaş, ya Wîranşêrê Leyla Güven, yê Sirucê Ethem Şahîn, yê Çinarê Ahmet Cengîz û bajarvanê Qoserê Ferhan Turk hat desteserkirin.

Bilî bajêrvanan serokê DTP’a girtî yê Diyarbekirê Firat Anli, serokê Komeleya Mafên Mirovan ya Şaxa Diyarbekirê Muharrem Erbey, hevserokê Kongreya Civata Demokratik DTK Hatip Dicle, cîgirê bajarvanê bajarê mezin yê Diyarbekirê Alî Şimşek û gelek bajarvanên berê di nav desteserkirîyan de cîh digrin. Operasyon hê jî didome..

Serdozgerîya komarê ya Diyarbekirê, 28 meha Gulanê de iddianameyeke amade kir li ser hewldanên avakirina KCK’ê. Di iddianameyê de hatiye iddia kirin ku qanûneka bingehîn hatîye amade kirin ji bo rêkxistina KCK û endamên rêkxistinê li ser navê KCK dadgeheke saz kirine da ku li ser navê rêkxistinê hin bajervan hatine dad kirin û ceza kirin.

Raport
Dagirtin (MP3)

© VOA

No comments:

Post a Comment