Saturday, December 26, 2009

KCK: EV OPERASYON ŞEREKÎ TINEKIRINÊ YE!

KCK: EV OPERASYON ŞEREKÎ TINEKIRINÊ YE!

Serokatiya Konseya Rêveber a KCKê nerazîbûneke tund ji operasyonan nîşan da.

KCKê ji bo operasyonan got, şerekî tinekirinê yê li dijî gelê kurd e û bal kişand ser dema êrîş pêk hatine.

KCKê di salvegera komkujiya mereşê de pêkhatina vê êrîşê weke qirkirina siyasî bi nav kir û got, ev operasyon jî wê pêşiyê li ketin û têkçûna AKPê negire.

Bi îdîaya pêwendiya bi KCKê re rêveberina operasyonê jî KCKê weke kirasekî ji bo veşartina armanca rastî li hev hatî anîn bi nav kir.

KCK: EV OPERASYON ŞEREKÎ TINEKIRINÊ YE!
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi daxuyaniyekê ji operasyionên hemanwext ên li 11 bajaran hukûmeta AKPê berpirsiyar girt.

KCKê got "Armanca van operasyonan tesfiyekirina kurdên jihev nayên xistin, paşve gav pê nikarin bidin avêtin, nikarin bixapînin û nikarin teslîm bigirin e. Berpirsiyarê wan jî hukûmeta AKPê ye."

Di daxuyaniyê de operasyon weke qirkirina siyasî hatin binavkirin û hat gotin, tesaduf nîne ku ev êrîş di salvegera komkujiya Mereşê pêk hatin:

"Binçavkirin û girtinên dawî, di şexsê nûnerên gelê Kurdistanê bi îradeya xwe hilbijartî de, şerekî tinekirinê li dijî gelê Kurdistanê ye ku hatiye destpêkirin. Ev êrîş di heman demê de qirkirineke siyasî ye ku xwe disipêre esasê qebûlnekirina ti nûnerê Kurdistanê yê xwedî îradeya azad û bi rûmet. Ev ne tesaduf e ku operasyoneke evqasî berfereh û bi vê naverokê di 31. salvegera komkujiya li dijî gelê me yê elewî li Mereşê de pêk hat. Ev komkujî bi destê dewleta tirk bi xwe pêk hatibû. Tevî derew, sextekarî û demogojiya pêşîvekirinê hemûyî jî, siyaseta di rojevê de ya dewleta tirk û zêhniyeta komkujiya Mereşê kirî weke hev in."

KCK: ÎDÎAYÊN DOZGERIYÊ JI RASTIYÊ DÛR IN
KCK, bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Ocalan 16'ê Kanûnê ji bo aştiyê şansê dawî da Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan...

KCK diyar kir ku piştî vê bang êrîşên pêk ketin tên maneya ku detsê aştiyê nehatiye girtin..

KCK tevî operasyonê her weha bal kişand ser planan tesfiyekirinê û weha got:

"Ji bo operasyonên berfereh, amadekarî tên kirin. Li derve jî, bi desteka Iraq, Sûriyê û hêzên Başûrê Kurdistanê, hewl didin tevgera azadiyê tesfiye bikin"...

KCK destnîşan kir ku di çarçoveya konsepta tinekirinê de, şereke psîkolojîk tê meşandin û ev yek jî wê bêçaretiya dewletê binav kir..

KCK di daxuyaniya xwe de, bi van gotinan bersiv da îdîayên derbarê binçavkirinên dawî de:

"Îdîaya ku dibêje, kesên hatine binçavkirin, têkiliya wan bi KCK re heye, ji rastiyê dûrin. Ev îdîa bi armanca rewakirina operasyonê têne kirin"..

KCK: EV OPERASYON WÊ PÊŞIYÊ
LI TÊKÇÛNA AKP'Ê NEGIRE

Di daxuyaniyê de herî dawî tê gotin, "operasyona dawî wê pêşiyê li têkçûna AKPê negire. Îslama sexte û heqîqeta wê ya komkujîparêz ya ku li Kurdistanê hatiye eşkerekirin, wê êdî neyê veşartin"...

KCK'ê bang hêzên demokratîk kir da ku li dijî êrîşan dengê xwe bilind bike û ji gelê Kurd jî xwest ku rêxistinbûyîna xwe bihêz bike û serhildanan xurt bike...

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment