Tuesday, December 22, 2009

BDP’yî diçin serdana Mexmûrê

 

AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Şandeyek di nav de parlamenter û şaredarên DTP’a berê roja Sêşemê dê biçin Wargeha Mexmûrê û li wê derê lêkolîn bikin.


Di şandeyê de Parlamenterê Rihayê İbrahim Binici, Parlamenterê Wanê Özdal Uçar, Parlamentera Şirnexê Sevahir Bayındır, Şaredarê Şirnexê Ramazan Uysal û Şaradar Qilebanê Şükran Sincar jî hene.

Derbarê gera serdanê de Parlamenterê Rihayê İbrahim Binci agahi da AKnewsê û got, li Tirkiyeyê pêvajoyek vebûnê hate destpêkirin, vegera van mirovên ku gund û warên terkirine dê hewayek pir xweş bixwe re bîne û “em ê nêrîna wan bigrin û vê derbarê de raporek amade bikin.”

Binici got, ew ê Parlamentoya Kurdistanê jî ziyaret bikin û hin hevdîtinan pêkbînin..
 

 

© HAWAR NET 2009

No comments:

Post a Comment