Saturday, December 26, 2009

'AKP Tirkiyeyê ber bi şer ve dibe'


26/12/2009

Komîsyona Têkiliyên Derve ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) diyar kir hişmendiya Hikûmeta AKP’ê ya çarseriyeke bê kurd, Tirkiye ber bi şer ve dike. Komîsyonê bangî raya giştî ya navneteweyî kir ku li hemberî van bê hiqûqiyan piştgiriyê bide demokrasî û pirdengiyê.
Komîsyona Têkiliyên Derve ya BDP’ê bi mebesta operasyona mezin a pêr li hemberî partiya wan hatiye destpêkirin, banga hîstiyariyê li raya giştî ya navneteweyî kir. Di bangewaziyê de bal kişand ser binçavkirina şaredar û rayedarên partiyê û heta gotin di van binçavkirinan de hiqûqa gerdûnî hatiye binpêkirin, deriyên malên şaredaran hatine şikandin û malên wan hatine tarûmarkirin.
Di bangewaziyê de hate pêla binçavkirin û girtina ji 14’ê nîsanê daye destpêkirin û heta niha zêdetirî 500 siyasetmedarên kurd hatine girtin. Hikûmeta AKP’ê ji aliyekî ve ‘berlêvekirina demokratîk’ tîne ziman, li aliyê din êrîşên li hemberî îradeye siyasî ya gelê kurd zêde dibin. Di dewama bangewaziyê de operasyona mezin a li hemberî BDP’ê wekî provokasyon hate navkirinû hate diyarkirin ku ev pêkanîn bêyî Hikûmeta AKP’ê pêk nayên.
Girtina DTP’ê jî di bangewaziyê de hate bibîrxistin û ev tişt hatin gotin: “Çareserî binçavkirin û girtina îradeya siyasî ya gelê kurd nîn e, naskirina îradeya kurdan û muxatabkirina ji bo çareseriyê ye. Xwe berpirsiyar dibînin ku raya giştî ya Tirkiyeyê hişyar bikin. Hişmendiya Hikûmeta AKP’ê ya çareseriyeke bê kurd, Tirkiye ber bi şer ve dibe. Tengezariyeke li Tirkiyeyê çêbibe di serî Rojhilata Navîn dê bandoreke neyînî li hemû derên cîhanê bike. Di vê çarçoveyê de banga me ya ji bo raya giştî navneteweyî ew e ku li hemberî bê hiqûqiyan piştgiriyê bide demokrasî û pirdengiyê.” ENQERE

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment