Friday, December 25, 2009

Nerazîbûnên li hemberî operasyonuna BDP'ê didomin

Nerazîbûnên li hemberî operasyonuna BDP'ê didomin
Di çarçoveya operasyona hevdem a li hemberî BDP'ê ya li 8 bajaran pêk hat û 9 jê şaredar 80 bijartî û siyasetmedar hatin binçavkirin li Wan, Sêrt, Êlih, Qoser, Weranşar bi çalakiyên girseyî hatin şermezarkirin.

WAN

Bi sedan kesên ku li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya Wanê civiyan, li gel Endamê MYK'a BDP'ê Zahîr Saritaş, Şaredar, Bekîr Kaya, Endamê PM'ya DTP'a hate girtin Hamît Dîlbahar û Serokê Rêxisitna DTP'a hate girtina ê Wanê Selîm Ertaş, Berdevkê Koma Çareseriya Demokratîk û Aşiyê ya Maxmûrê Nurettîn Turgut, Endamê Meclîsa Tirkiyeyê ya M. Şîrîn Tunç jî di nav de, ber bi Kuçeyan Hunerê ve meşiyan. Komê dirûşmeyên "Pêkutî me bêzar nakin", "Bijî Serok Apo" qêriyan. Li ser navê Komê Serokê Rêxistina BDP'ê ya Wanê Muhîttîn Aksîn, diyar kir ku projeya ku qaşa AKP wekî "Aştî û demokrasiyê" bi nav dike, ji aliyê gelê kurd ve gelekî baş tê famkirin û wiha got: "Piştî girtina DTP'ê, li tevahiya Tirkiyeyê, di nav de şaredar, serokên bajarên ên DTP'an hate girtin, endamên Meclîsa Şaredariyê, rêveberên Rêxistinên BDP'ê yên bajar û navçeyan jî di nav de bi giştî 80 kes hatin binçavkirin. Li bajarê me jî heta niha 12 hevalên me hatin girtin. Em van binçavkirinan şermezar dikin û em lazime hevalên me yên hatin binçavkirin bi lêz bên berdan."
Piştî daxuyaniya hate dayîn koma ku bi dirûşmeyan heta ber avahiya Şaredariyê meşiya, pişt re belav bû. Li bajar polîsan jî tedbîrên ewlehiyê yên berfireh girtin.

SÊRT

Bi sedan kesên bertek nîşanî binçavkirina Şaredarê Sêrte Selîm Sadak dan, li ber Şaredariyê Sêrtê civîyan û daxuyanî dan çapemeniyê. Di civînê de Rêveberên Rêxistina BDP'ê ya Bajêr, Endamên Meclîsa Giştî, Rêberên SES, Egîtîm Sen, ÎHD, SODER, TUHAD DER, Tum Bel-Sen, BES, DÎSK/Genel-Îş, MKM, SÎYDER, Yapi Yol-Sen, Haber-Sen, Bariş Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê, personelên şaredariyê, keyayên taxan û gelek kesên din amede bûn. Cîgirê Şaredarê Sêrtê Seyfettîn Aydin, daxuyanî xwend. Aydin, bertek nîşanî binçavkirinê da û diyar kir ku hîn 24 saet derbas nebûye ku 94 şaredar derbasî BDP'ê bûne operasyon pêk hatiye. Aydin, anî ziman ku bi vê operasyonê hikûmeta AKP'ê rûyê xwe ye rastî aşkere kiriye. Aydin, da zanîn ku polîsên Sêrtê pêhn li serê Sadak xistine û kirine binçavan û ev nêzîkatiya polîsan şermezar kir. Aydin, da zanîn ku ev nehiqiya li Sadak hatiye kirin li gelê Sêrtê hatiye kirin û ew vê neheqiyê qebûl nakin. Aydin, da zanîn ku bi girantirkirina mercên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtina DTP'ê û herî dawî îro girtina şaredaran sebra kuran diqedîne û xwest di demek nêzîk de ji ser van şaşiyan vegerin. Aydin, destnîşan kir ku gelê kurd û gelê Sêrtê bi van binpêkirin û êrîşan bi paşve gavan navêje û dê têkoşîna xwe xurttir bikin.

ÊLIH

Li Êlihê jî Rêveberiya BDP'ê li ber avahiya partiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Serokê Rêxistina BDP'ê ya Êlihê Mehmetşah Kaygusuz, Cîgirê Serokê Giştî yê BDP'ê Mehmet Şafî Ekîncî, Şaredarên BDP'ê yen Navçeyên Êlihê, endamên meclîsa şaredariyê jî di navde gelek kes amade bûn.
Serokê Rêxistina BDP'ê ya Êlihê Mehmetşah Kaygusuz, jî bertek nîşanî binçavkirinan da û anî ziman ku piştî hilbijartina 29'ê Adarê êrîşên li dijî wan zêde bûne. Kaygusuz, destnîşan kir ku vê operasyonê wekî îlankirina şer a li dijî gelê kurd dinirxînin û xwest hevalên wan zû serbest werin berdan. Kaygusuz, anî ziman ku ev operasyon li dijî biratiya gelê kurd û tirk e û hikûmeta AKP'ê hişyar kir û xwest dest ji van şaşiyan berde.

Piştî daxuyaniyê bi sedan kesan bi diruşmeya "Êrîş me bêzar nakin" binçavkirin şermezar kirin.

QOSER

Li Qoserê jî rêveberên BDP'ê û saziyên sivîl ên civaki li ber Şaredariya Qoserê daxuyaniyek bi girseyî dan çapemeniyê û binçavkirin şermezar kirin. Cîgirê Şaredarê Qoserê Şerîfe Alp, daxuyanî xwend û wiha got: "Ev pêkanînek dijdemokratîk e. Di serdegirtina malan de cam hatin şikandin, hemû alavên malan tev li hev kirin. Ev binçavkirin li diji vîna gel bêhurmetiyek e. Ev binçavkirinan şermezar dikin û heta şaredarê me serbest bê berdan dê çalakiya me bidome." Piştî daxuyaniyê nîv saetê çalakiya rûniştinê pêk anîn û alên reş bi şaredariyê dakirin.


WÊRANŞAR

Li Wêranşarê jî bi sedan kes li ber avahiya BDP'ê ya Wêranşarê li hev kom bûn û operasyonên li dijî şaredaran şermezar kirin. Di daxuyaniyê de Serokê Rêxistina BDP'ê yê Wêranşarê Mehmet Alî Turk, Serokê Rêxistina DTP'ê ya Rihayê yê berê Îbrahîm Ayhan û rêveberên DTP'a berê bi sedan kes amade bûn. Koma ku ji ber avahiya BDP'ê heta Kolana Rihayê ya berê meşiyan. Komê di meşê de dirûşmeyê "Êrîş me bêzar nakin", "Bijî Serok Apo", "AKP me şaş neke, sebra me nema" berz kirin. Komê piştî meşê li ber avahiya Şaredariya nû ya Wêranşarê daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê komê Mehmet Alî Turk, daxuyanî xwend û diyar kir ku Hikûmeta AKP'ê polîtîka înkar û îmhaya kurdan didomîne. Turk, anî ziman ku li ser navê hewildana demokratîk polîtîkaya înkarê dimeşîne û ew vê yekê qebûl nakin. Turk, da zanîn ku ew dê têkoşina xwe ya aştî û demokrasiyê berwedam bikin.
Pişti daxuyaniyê 10 deqeyan çalakiya rûniştine pêk anîn û belav bûn.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment