Tuesday, December 22, 2009

Atalay destvala vegeriya


22/12/2009

Wezîrê Karên Hundir ê Dewleta Tirk Beşîr Atalay, ligel heyeta Tirkiyeyê piştî bi Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Berham Salîh re hevdîtin çêkir, bêyî ku daxuyaniyê bide vegeriya. Hate gotin ku ji ber Atalay, tiştê dixwest bi dest nexistiye daxuyanî nedaye û vegeriya ye.

BI BARZANÎ RE RÛNIŞT
Heyeta Tirkiyeyê, ligel Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Beşîr Atalay, ji bo valakirina Wargeha Penaberan a Mexmûrê û li dijî PKK'ê duh çûn Paytexta Iraqê Bexdayê. Heyeta Tirkiyeyê, piştî di civîna sêalî ya Tirkiye, Amerîka û Iraqê de civiyan, derbasî Herêma Federal a Kurdistanê bû. Heyet, serê sibê li Hewlêrê bi Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtinek pêk anî û ji wir jî derbasî Avahiya Serokwezîrtiya Herêma Feredal a Kurdistanê bû. Heyet li vir ji aliyê Wezîrê Karên Hundir Kerîm Sîncarî ve hat pêşwazîkirin û piştre derbasî meqamê Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Berham Salîh bû.

DAXUYANÎ NEDA
Heyeta tirk nêzî 2 saetan bi awayekî ji çapameniyê re girtî bi Berham Salîh re hevdîtin pêk anî. Wezîr Atalay, piştî civînê bêyî têkildarî naveroka civînê civîna çapemeniyê pêk bîne ji Hewlêrê veqetiya. Ji ber ku Atalay daxuyanî neda û veqetiya, rê li ber şiroveyên 'tiştê ku dixwest bi dest nexist. Hikûmeta herêmê ji bo valakirina Mexmûrê û tasfiyekirina PKK'ê erênî nêzîk nebû.' hat şirovekirin. 

ŞERÊ PKK’Ê NAKIN
Di dema hevdîtina Wezîr Atalay û Serokwezîrê Kurdistana Federal Salîh hevdîtin çêdikir, Berdevkê Hikûmeta Herêmê Kawa Mehmûd pirsên rojnamegeran bersivandin û diyar kir ku wan her tim ji Tirkiyeyê re gotiye ew li dijî PKK'ê çekê bi kar naynin û wiha got: "Me her tim ji heyeta Tirkiyeyê re gotiye ‘em li dijî PKK'ê çekê bi kar naynin. Ji bo li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk çareser bibe, çi ji destê me bê em dê bikin." HEWLÊR

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment